18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger li rojnamevanê ku wezîr rexne kir lêpirsîn vekir

Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku dîmenên Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya belav kiribû, rexne kir, lêpirsîn vekir.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya dîmenên serdegirtên li Wanê li ser hesabê xwe yê meyda dîjîtal belav kiribû. Rojnamevan Oktay Candemîr ku bi salane li Wanê rojnamevaniyê dike bertek nîşanî Yerlîkaya dabû. Serdozgerê Komarê yê wanê ji ber vê bertek û rexneyê der barê Oktay Candemîr de lêpirsîn vekir. Candemîr di bersiva ku dabû Yerlîkaya de wiha gotibû: “Wê dadgeh biryara sûcdariyê bide. Belkî jî li dozgeriyê bê berdan. Lê deriyê mala kes dişikînin û diavêjin ser malê. Wê kêliya xerab û her wiha navnîşan û rûyê kes hedef nîşan didin. Mîna ku gelek tiştek mezin be radibin dîmenan serwîs dikin…!”

Candemîr li gel parêzerê xwe Kadîr Kutevî çûn qereqolê û di çarçoveya lêpirsînê de îfade da. Candemîr di îfadeya xwe de diyar kir ku ew wek rojnamevanek û mirovekî ji dîmenên hatine parvekirin aciz bûye û parvekirina van dîmenan ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve nerast dibîne.