8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG’ê xwest rojnameger Nafiye Bal bê berdan

MKG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî banga serbestberdana rojnameger Nafiye Bal kir

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), der barê binçavkirina rojnameger Nafiye Bal de daxuyaniyeke nivîskî da û banga serbestberdana wê kir.

MKG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Li Tirkiye û Kurdistanê zextên li ser rojnamegeran her roj zêde dibin. Di pêvajoyeke wiha de bi binçavkirin û girtina rojnamegeran çêkirina nûçeyan û mafê girtina agahiyan tên astengkirin.

Edîtora Rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îfadeya şahidê vekirî Ûmît Akbîyik hat destpêkirin de, duh danê nîvro di serdegirtina mala wê ya Amedê de hat binçavkirin. Nafiye ya ku duh sewqî edliyeyê hat kirin, bi biryara dozgeriyê carek din birin Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa TEM’ê ya Amedê. Piştî îfadeyan tê payîn ku dê îro Nafiye Bal bibin edliyeyê.

Li gorî rapora me  di 3 mehên dawiyê de 10 rojnameger hatin binçavkirin û 5 rojnameger jî îşkence dît. Em em careke din dibêjin ku rojnameger bi pênûsa xwe li hemberî her cure zextan dê li ber xwe bidin.

Em dixwazin zextên li hember rojnamegeran bi dawî bibe, em hêvî dikin ku hevala me Nafiye di zûtirîn demê de bê berdan.

Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!”