9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Durûtiya bertekan

Divê dijderketina zilmê yek be. Kurdek xwe ji zilma li ser kurdan re ker û kor bike û ji bo Filîstînê dakeve kolanan dê kes ji vê dilsozî û mirovbûnê bawer neke

Bi avabûna desthilatdariyan re zextên li ser civak û baweriyên cuda jî ava bûne. Desthilatdariyên heyî ji bo hebûna xwe bidomînin zextên li ser civakê zêde kirine. Carna li dijî van zextan carna jî bi sedemên cuda di nav civakan de hin beş xwe birêxistin kirine û li dijî desthilatdariyên heyî serî rakirine. Mixabin her serî rakirina van beşan xwe li ser fikrên mafdar bi rêxistin nekirine. Ji ber ku ev rêxistin xwe li ser fikrên rewa avanekirine ji bo hebûna xwe bi civakê bidin qebûlkirin serî li rê û rêbazên tundiyê jî dane.

Li gelek welatan mirov dikare navê bi hezaran rêxistinên bi fikr û navên cuda rêz bike. Lê ji van rêxistinan yên ku herî zêde bi navên xwe yên kujeriyê tên nasîn mixabin rêxistinên ku li ser fikr û ramanên îslamî hatine avakirinin. Em dikarin navên rêxistinên wek DAIŞ, Boko Haram, Talîban, Hîzbûllah, El Nusra, El Kaîde, Hamas…  di nav vê lîsteya ku dirêj dibe de rêz bikin. Ev tevger dibên armanca wan avakirina jiyaneke li gor şertên îslamê ye û ji bo pêkanîna vê armancê di serî de di nav civakê de jinan dikin hedef.

Mînak Boko Haram a ku dixwaze li Nîjerya şerîatê bixe meriyetê li dijî sivîlan gelek çalakiyan li dar xist û di sala 2014’an de bi hinceta ku diçin dibistanên bi tarza Ewopayê ji 200’î zêdetir zarokên keç revand. (Navê Boko Haram ji peyva book (pirtûk) ya îngilîzî tê. Li gor wan pirtûk û perwerdeya Ewropa heram e) Boko Haram qaşo di fikrên xwe de rê û rêbazên îslamî dixwaze lê zarokên ku direvîne li ser navê dîn difiroşe.

DAIŞ’ê jî dema bi piştgiriya hin dewletan êrîşê ser axa kurdan kir pêşî jinan kir hedef. Tecawizê jinên kurd kir û li bazaran firot. Ev nêzikatiya DAIŞ’ê ya li dijî jinên kurd bi kiryarên Boko Haram re yek in. Her wiha Talîbana ku niha li Afganistanê hemû mafên jinên afgan kiriye hedef jî ji DAIŞ û Boko Haramê cudatir nîne. Ev rêxistinên qaşo îslamî, navên wan çi dibin bila bibin bi hemû kiryarên xwe neyarê nirxên mirovahiyê ne.

Ji ber êrîşên dewleta Îsraîlê yên li dijî sivîlên filîstînê gelek caran em rastê navê Hamas a ku şerîatê dixwaze dihatin. Lê bi êrîşa Hamasê ya ku di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê da destpêkirin êdî navê Hamasê ket jiyana me hemûyan. Hamasê jî bi bedena jineke cihû nirxên mirovahiyê bin pê kir. Niha ji ber êrîşên herdû aliyan bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest didin.

Di heman rojên şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li erdîgariyek ne pir dûr jî şerê ku bi salana li dijî kurdan didome li rojavayê Kurdistanê gur dibû. Dewleta tirk a ku nexweşxane û îstasyonên jiyanî yên kurdan bombebaran dike ji bo sivîlên filîstînî xwe seferber dike. Bi hezar gazin û hewaran êrîşa ku li dijî nexweşxaneya Filîstînê pêk hatiye lenet dikin wek ku wan ket li Rojava, Başûr û Bakur kurdan ne kuştiye. Wek ku ket li nexweşxaneyan bombeya nebarandiye. Wek ku hestiyên keç û xortên kurdan li bin asfaltan bi cîh nekiriye. Wek ku hestiyên zarokan di nav qutiyan de nedaye dê û bavên wan. Wek ku qet li cenazeyan îşkence nekiriye û bedenên şervanên kurd teşîr nekiriye.

Dibe ku dewlet du rû bin. Lê civak. Em bibêjin (nabe lê em bibêjin) dibe ku civaka tirk xwe ji zilma li ser kurdan re ker û kor dike. Lê kurd. Ev qet nayê bîra we ku cenazeyê Dayika Taybet çawa li kolanan hat hiştin. Bedena Ekîn Wan a ku xwe ji gelê xwe re feda kir rastî îşkenceyê hat. Cenazeyê Haci Loqman Bîrlîk li kolanan li pey wesayitan hat kişandin.

Hezar lenet li bîra me, bila ev jî ne di bîra me de bin. Ne pir dûr çend roj berê li Mexmûrê camî hat bombekirin. Qey camiyên kurdan ne malên Xwedê ne ku em bibêjin ‘bes e ev çi zilm e’. Bila em bibêjin de wir avahiyek e tiştek nabe. Lê qet ew dayika ku li pey cenazeyê kurê xwe yê ku di encama êrîşa Tirkiyeyê de şehîd ket, bazdide jî dilê me naêşîne ku îro em bi hezaran ji bo sivîlên filîstînî dadikevin qadan û heta nîvê şevê bang dikin û kurdan nabînin.

Helbet armanca min rexnekirina dijderketina zilmê nîne. Heke navê zilmê li her derê cihanê yek be divê dijderketina wî jî yek be. Îro ez wek kurdekî xwe ji zilma li ser kurdan re ker û kor bikim û ji bo Filîstînê ji kolanan dernekevim divê tu kes ji mirovbûna min bawer neke. Bi guman nêzî min bibe. Min di wijdanê civakê de darizîne.

Kurd têkoşerên mirovahiyê ne

Di roja me de kî di kîjan aliyê de dinêre bila binêre lê hin rastiyên ku divê hemû cihan qebûl bike hene. Kurd ev bi salane bi têkbirina çeteyên wek DAIŞ’ê ji bo hemû Rojhilata Navîn dibin hêviya aramiyê. Mirov dikare vê hevokê bi daneyên Enstituya Aştî û Aboriyê (IEP) piştrast bike. Li gor daneyên IEP’ê bi têkbirina DAIŞ’ê kuştinên ku pêk dihatin kêm bûn.

Divê bertekên ku îro derdikevin holê ji rastiya têkoşîna PKK’ê û şerê ku li dijî terora dewletan û çeteyan dide meşandin cudatir neynê nîşandan. Divê kurdên ku wek sivîl nayên dîtîn ji bo çand, ziman û dîroka xwe bibin şervan da ku karibin sivîlbûna neteweya xwe bi dest bixin. Divê kes ji bîr neke li dijî terora dewlet û çeteyan ji têkoşîna PKK’ê rewatir tu têkoşîn û ji Rêya 3’yemîn cudatir tu rê tuneye.