spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heta azadiyê dê têkoşîn bidome

Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê ya ji bo piştgiriya pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî′ didome.  Her roj bi sedan xelkên herêmê beşdarî çalakiyê dibin. Kon li pêş avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a girêdayî NY′yê ya li bajêr hatiye danîn. Endamê Înîsiyatifa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Apo Silêman Îsa Ahmet têkildarî pêngavê nirxandin kir. Îsa Ahmet, anî ziman ku înîsiyatif di 9’ê Cotmeha 2019’an de hatiye avakirin û wiha got: “Di nava înîsiyatifê de kesên ku fikrên Rêber Apo diparêzin yên welatparêz, hiqûqnas, rûspiyên êlan, şêxên êlên ereban, pêşengên civakê, rewşenbir û siyasetmedaran hene. Rêber Apo wekî vîna siyasî dibinin. Înîsiyatif heta tecrîd bişkê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê dê xebatên xwe bidomîne.”

2 milyon û 600 hezar îmze

Îsa Ahmet, da zanîn ku ji roja înîsiyatif hatiye avakirin heta niha gelek xebat kirine û wiha axivî: “Di asta bakur û rojavayê Sûriyeyê de gelek komcivîn, konferans û kongre li dar xistine. Înîsiyatifê li tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Apo zêdeyî 2 milyon û 600 hezar îmze kom kir û radestî CPT’ê kirin. Di asta bakurê Sûriyeyê de gelek çalakî pêk tên. Ji bo azadiya Rêber Apo Înîsiyatifa Gel hatiye avakirin. Înîsiyatif ji bo azadiya Rêber Apo gelek çalakiyan pêk tînin. Li pêş nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) Konê Nobeta Azadiyê vekirine û bi nûneran re hevdîtinan pêk tînin. Niha me li asta Cizîrî şandeyek ava kir. Vê şandeyê bi tevlêbûna hezaran xwest li Qamişloyê bi hêzên rûsî re hevdîtinan bike. Me xwest Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Rojava û zextên li ser Îmraliyê bi dawî bike.”

Dê dengê gel bigihînin cîhanê

Îsa Ahmet, bal kişand ser konê ku li Qamişloyê ji bo azadiyê hatiye vedan û wiha berdewam kir: “Konê li Kantona Qamişloyê hatiye vedan, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Armanca vî konî dengê gelê kurd, ereb, suryan, ermen, misliman, xirîstiyan, êzidiyan bigihînin NY û cîhanê. Ev dorpêç û tecrîda li ser Rêber Apo fikara gelê me pir zêde dike. Kon dê 7 rojan li pêş NY’ê vekirî bimîne. Piştrî nobeta kon dê li ser navê Kantona Qamişlo peyama daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bînin ziman.”

Gel eleqeyek mezin nişan da

Îsa Ahmet, destnîşan kir ku Konê Azadiyê rastî eleqeya gelek mezin a gelê Kantona Qamişloyê tê û wiha lê zêde kir: “Hemû pêkhateyên kantonê tên serdana kon. Her rojê nifşek nobetê dewir digire. Di bin kon de gelek çalakî tên kirin. Li ser komplo û dîroka têkoşîna azadiyê sînevîzyon tên pêşandan. Axaftin tên kirin. Xwesteka xwe ya ji bo azadiya fizîkî tînin ziman. Ziyaretvan kiryarên li dijî Rêber Apo wekî sûc dibinin. Rêber Apo pergala siyaseta demokratîk ji bo me hilbijartiye. Di bin vî konî de gelek çalaki tên li dar xistin.”

Xwedî li azadiyê derdikevin

Îsa Ahmet, li ser armanca vedana kon a li pêş nûnertiya NY’ê jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo em peyamekê bidin NY’ê û hemû saziyên cîhanê me ev kon li pêş nûnertiya wan vekir. Gelê me li ku derê be, asta têkoşîna azadiyê jî ew qas xurt e. Em dixwazin NY rola xwe rast bilîze. Dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike. Em ji NY’ê dixwazin ku li dijî pergal û dewletên ku xerabiyê dikin rola xwe rast bilîzin. Hemû mafên mirovan, peymanên navdewletî û zagonên mafên mirovan li Îmraliyê tên binpêkirin. Ji bo NY rojane bibînin ku millete me çiqas bi Rêber Apo re girêdayî ye û bibînin ku Rêber Apo çiqas nûnertiya vîna vî gelî dike ev kon hatiye vedan. Ew êdî bi çavên xwe dibînin ku ne tenê gelê kurd, hemû gelên li bakurê Sûriyeyê xwedî li Rêber Apo  derdikevin.”

Çareserî azadiya Ocalan e

Îsa Ahmet, herî dawî bang li hemû gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û aştîxwaz kir û got: “Em bang li hemû gelên aştîxwaz dikin ku tev li vê pêngavê bibin. Kengî Rêber Apo azad bû, dê hemû pirsgirêkên li cîhanê jî çareser bibin. Rêber Apo vîna hemû kesên ji bo azadî, aştî û wekheviyê têdikoşe ye. Beyî azadiya Rêber Apo ne pêkan e pirsgirêkên din çareser bibin. Hemû kesên armanca wan a demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê heye divê tev li vê pêngava azadiyê bibin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê