6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pençeşêra pêsîran

Lêkolînên di dawiya sala 2020’an de, diyar kirin ku di pênc salên dawî de 7,8 milyon jin bi pençeşêra pêsîran ketine. Ev nîşan dide ku ev pençeşêr li seranserê  cîhanê celebek herî berbelav e

Penceşêr di jiyana mirovan de yek ji nexweşiyên herî kujer e. Xwe li bedenê belav dike û dema ku rê û derman jê re neyê dîtin, mirov pê jiyana xwe ji dest didin. Penceşêra pêsîran yek ji celebên herî berbelav e û bandorê li ser jinan dike. Weke ku em di meha cotmehê, meha hişmendiya pençeşêra pêsîran de ne jî hewceye mirov balê bikşîne ser. Gelek ji me ji derdora xwe jî dibihîse vê gotinê ‘’ wille ev nebixêr eynî bû ye weke şewbeke ji rêzê hingî zêde bûye.’’ Helbet xwarin û vexwarinên ku her diçe hîn bêhtir dibin kîmyewî, stres û kêmbûna aramiya cîhanê sedemên herî berbiçav in,   hema mirov nikare tenê bi van jî bi rêz bike sedeman.

Pençeşêra pêsîran çi ye ?

Pençeşêra pêsîran ji kontrol derketin û pêşketina şaneyê bezeyên şîr an qenal/rêya ku şîr digihîne serê pêsîr derdikeve holê. Tam sedema wê neye zanîn jî jiyaneke bê tendurist, menopoz û mutasyona genê ku pêşdaraziyek genetîkî diafirîne. Ew xetere heye ku ev şaneyên tumoral bigihêje organên din jî. Di dawiya sala 2020’an de, di pênc salên dawî de 7,8 milyon jin bi vê pençeşêre ketine; ev yek jî pençeşêrê li seranserê  cîhanê dike celebek herî berbelav ya di nav cureyên pençeşêran de. Pençeşêra pêsîran nexweşiyeke ku li seranserê cîhanê di her temenî de di jinan de tê dîtin, lê metirsiya wê her ku diçe zêde dibe (ji ber faktorên genetîkî, menapoz, jiyana ji tenduristiyê dûr û bê liv û tevger û hwd.)

Qonaxên pençeşêra pêsîran

Qonaxên pençeşêra pêsîran ji hêla mezinbûna tîmora di sîngê de, belavbûna wê li girêkên lenfê yên di bin çeng de, an jî metastazên wê yên di organên dûr de têne destnîşankirin. Qonaxa 0 qonaxa ku jê re ‘’in situ’’ tê gotin e ku xetera belavbûna pençeşêrê tune ye. Di qonaxa paşîn 1 de mezinahiya tumorê ji 2 cm kêmtir e û li girêkên lenfê belav nebûye. Di qonaxa 2’emîn mezinahiya tîmorê ji 2 cm piçûktir an mezintir e û îhtîmala belavbûna wê li girêka lenfê heye. Di qonaxa 3’yemîn, mezinahî zêde bûye û li girêka lenfê ya bin çeng belav bûye. Di qonaxa 4’emîn de pençeşêrê li organên dûr ên wekî sîng, zendê, dil, pişik, kezeb û mêjî belav bûye.

Nîşaneyên pençeşêra pêsîran

Di hin nexweşan de tu nîşane nayê xwiyakirin, di hin nexweşan de jî bi piranî bi girêkên hişk yên ku bi dest têne xwiyakirin. Ev pençeşêr bi piranî, bi xwe miayene kirinê tê xwiya kirin an bi mamografî û ûltrasonê tê xwiyakirin. Ji hin nîşaneyên wê yî din ev in; ji serê pêsir xwîn diherike, serê pêsir bi hundir ve dikşe an çermê pêsîr diweşe an jî çermê pêsîr dibe weke xwiyakirina qaşilê pirteqalan. Ev nîşaneyên wisa jî hin agahdarê vê pençeşêrê ne. Yan jî ji nivkê ve di çermê pêsîr de sorbûn derdikeve holê an jî werimandin û di şiklê herdu pêsîran de mezinahiyeke asîmetrîk derdikeve holê. Dîsa ji nîşaneyên herî girîng ew e ku serê pêsîr qemûşk digire yan xuyakirineke weke mîna bîrovê tê de dertê. Pençeşêra pêsîran bi piranî bi tu êşî xwe nade nîşan hema bi îstîsnayî jî wexta xwe da xwiya, di cih de dive mirov biçe cem bijîşkekî/ê. Jinek bi pençeşêra pêsîrê dikare bi teşhîskirina zû û bi rêbazên dermankirinê yên rast vê nexweşiyê bi tevahî ji holê rake. Ji ber vê çendê girîng e ku her jin piştî ku ji cila/reglê derket û heftiyek pê de xwe bi xwe, xwe miayene bike.

Rêbazên tedawiya pençeşêrê

Her çiqas rêbazên dermankirinê li gor pêvajoya nexweşiyê biguhere jî, mirov dikare van di şêweyê dermankirinê de rêz bike; tedawiya cerahî, dermankirin (kemoterapî), hormonterapî (dermankirina bi dermanên hormonal), radyoterapî û dermanên biyolojîk. Belê li gor qonaxa nexweşiyê mirov dikare van rêbazên tedawiyê bi rêz bike.

Di qonaxa destpêke rêbaza cerrahî tê bikaranîn, bi rêbaza cerahî tîmora pêsîrê bi tevna paqij li dora wê tê jêkirin, an jî pêsîr tevahî tê jêkirin. Wekî din, hin girêkên lenfê têne rakirin da ku bibînin ka tumor li  bin çeng belav bû ye an na.

Helbet pirsgirêkên derûnî jî di pêvajoya nexweşiyê an tedawiya wê de di jinan de derdikeve holê. Hin ji van pirsgirêkan jî ev in; tirsa mirinê, di têkiliyên cinsî yan hestî de dûr ketin an tirsa ji jinbûna xwe dûrketin û hwd. ên din. Belê pençeşêra pêsîran di nav cûreyên pençeşêran de ya herî ku mirov dikare jê zû û bi hêsanî xilas bibe. Belê  bi dîtin û pêşîlêgirtina zû dikare were dermankirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê