28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gonca Yangoz: Ev mîtîng banga ji bo demokrasiyê ye

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz banga tevlibûna mitînga 25’ê Sibatê ku li Stenbolê pêk bê kir û got: “Ev mitînge banga ji bo demokrasî, azadî û jiyana nû ye.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê ji bo piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di navbera 1-15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurt a Stenbolê mitîngê li dar bixe. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz metna daxuyaniyê xwend û got ku bi pêşengtiya modernîteya kapîtalîst hewldan hene ku dîzayneke nû li cîhanê bê avakirin. Yangoz, diyar kir ku ev dîzayn bi xwe re gelek krîzan jî tîne û ev plan ji hêla Kurdistan û Tirkiyeyê ve “projeya rûxandina civakê ye.” Bi domdarî Yangoz da zanîn ku nûnerên herêmê yên vê projeyê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên faşîst li dijî hemû dînamîkên civakê şer dike. Hemû mafên mirovan û azadî binpê kiriye û di encama polîtîkayên xelet ên aborî û siyasî de civak xistiye nava krîzeke mezin. Bi vê yekê armanc dikin ku heqîqeta civakî tecrîd bikin.”

Di berdewamê de Yangoz bal kişand ser girîngiya “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji du baskan ve li Kurdistanê hatibû destpêkirin û ev nirxandin kir: “Bi mebesta têkbirina polîtîkayên tecrîdê ku dixwazin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li tevahiya civakê ferz bikin, hate destpêkirin û hestiyariya civakî zêde kirin. Meşvanên azadiyê yên ku ji serî heta binî li tevahiya Kurdistanê geriyan, heqîqet qêriyan, hafizeya civakî zindî kirin û careke din nîşan dan ku bi têkoşîneke civakî dikare faşîzm were têkbirin.”

Banga tevlêbûna mîtîngê kirin

Yangoz, anî ziman ku weke parastvanên Rêya Sêyemîn dê dê gotina gelê xwe bikin, bi heqîqeta wan re dê xebatên xwe yên hilbijartinê veguherînin têkoşîneke civakî. Yangoz, ji bo “Mitînga demokrasî û azadiyê” ku dê di 25’ê sibatê de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin jî banga tevlibûnê kir û got ku ev mitîng banga jiyana nû ye.