spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helwesta TJA’yê: Rêya xelasiyê ‘jin, jiyan, azadî’ ye

TJA’yê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê bên lidarxistin, eşkere kir. TJA’yê da zanîn ku pêwist e paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bikeve meriyetê û rêya xelasiyê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ e.

Tevgera Jinên Azad (TJA) belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li Sûrê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerên jin li cihê daxuyaniyê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” vekirin. Endama TJA’yê Nûrcan Delî daxuyanî xwend.

Hêzên li dijî têkoşîna jinê têk çûn

Nûrcan Delî belgeya helwestê ya TJA’yê xwed û wiha got: “Di encama pêşhilbijartinan de ku me bi gelheyeke herî berfireh, rêxistinkirî û civakî pêk anî, me namzetên xwe yên hevşaredariyê û namzetên endamên meclisan diyar kirine. Di vê pêvajoyê de navendên tehekûmê yên ku li hemberî têkoşîna jinên kurd a azadî, wekhevî û demokrasiyê hewl didin hemû hucreyên civakê bikin bin tecrîdekê, bi pêngava demokrasiya radîkal a tevgera me ya ji bo rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz careke din têk çûn.”

Di têkoşînê de etîk û estekîk esas e

Endama TJA’yê Nûrcan Delî, anî ziman ku ev pêngava demokrasiya radîkal a bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad hatî kirin, di tevahiya pêvajoyê û encamên wê de ji bo wan hemûyan bû çavkaniyeke mezin a motîvasyonê û wiha axivî: “Ev beşdariya xurt a rêhevalên me yên jin a hem li pêvajoyên namzetiyê hem jî li xebatên pêşhilbijartinê li hemberî xeyala pergala serdest a siyaseteke ji jinan xalî, bûye helwesteke siyasî. Lê, vê pêvajoyê tiştekî wiha jî nîşanî me daye ku nêzîkatiya me ya etîk û estetîkê ku yek ji prensîbên me yên azadiya jinan e û pîvanên me yên welatparêziyê, di tetbîqkirina van her du xalên navborî de qelsbûnek heye. Ji bo jinên kurd ev ne tenê zêdebûna hejmarê ye, lê jinên kurd divê her di nav wê hewilê de bin ku paradîgmaya ku xwe spartinê û hişmendiya xwe jî di hemû warên jiyanê û têkoşînê de bikin esasî.”

Şoreş pêvajoyek jîndar û zindî ye

Delî, destnîşan kir ku şoreş pêvajoyek jîndar û zindî ye û wiha lê zêde kir: “Tevgera me ya ku di demên herî dijwar de ji demokrasiya radîkal tawîz nedaye, bi rêhevaltiyeke xurt, bi mekanîzmayên rexnekirin-xwerexnekirinê û bi xurtkirina bîrdozî û wêrekiya ku tu carî ji xwe kêm nekiriye, dê li kêmasiyên heyî bikole û çareser bike û avakirina şoreşê bidomîne. Divê motîvasyona me ya heyî veguhere hêzekê ku dê têkoşîna me bi nirxên jinên azad û pîvanên welatparêziyê re bê şert û merc bike yek. Em sedî sed piştrast in ku di serî de namzetên me, lê pê re jî hemû rêhevalên me yên jin ên ku dê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin wê bi vê baweriyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Pêwistiyên civakî û siyasî bi demokrasiya radîkal dikevin meriyetê

Delî, bilêv kir ku avakirina jiyaneke azad ku sedema têkoşîna wan e, rêvebirineke gelparêz û demokratîk a rêveberiyên xwecihî ji xwe re wek bingehekê dibîne û wiha berdewam kir: “Ev bingehgirtin jî berpirsyariyê dide ser milên hemû aliyên civakê. Di rêveberiyên xwecihî de xwe birêvebirin ku yek ji pêwîstiyên civakeke ehlaqî û siyasî ye, bi rêya tetbîqkirina demokrasiyeke radîkal dikare bikeve meriyetê. Çawa ku hişmendiya rêveberiyên xwecihî alternatîfa herî xurt e li dijî rêveberineke yeknavendî, pêkanîna vê alternatîfê jî, tekane bi rêya felsefeya demokratîk û ekolojîk pêkan e ku azadiya jinan diparêze. Perspektîfa me ya azadiya jinan têdikoşe ku hevsengiya ekolojîk biparêze, bihêle ku çand û nasname xwe bi awayekî azad îfade bikin, kedê civakî bike û xizaniyê tune bike. Avakirina herêmên xwecihî yên ku li gorî tehayûla neteweya demokratîk pirzimanî, pirçandî, pirnasnameyî ne, tenê bi rêya xeta azadiya jinan dikare pêkan e.”

Divê jinên kurd bibe hêza avakar

Delî, bibîr xist ku bi zanîna vê rastiyê, divê ev pêvajoya pêşiya wan ne tenê wek erefeya hilbijartinan were nirxandin û wiha lê zêde kir: “Ev yek berpirsyariya me ye ku em vê pêvajoyê wek deverêyekê bibînin ku dikare tecrîda li ser jinan, ciwanan, gelên Kurdistanê û bîr û baweriyên cihê bişikîne, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe re bîne û paradîgmaya wî bike malê civakê. Ev berpirsyarî pêwîst dike ku em vê pergala tecrîdê baş fam bikin û ji wê meyildariyê dûr bisekinin ku dixwaze cihê xwe li gorî kom û aliyên tehekûmxwaz diyar bike. Lazim e ku jinên kurd di serî de ji bo gelên Kurdistanê û pê re jî, ji bo hemû gelên cihanê êdî ji pozîsyona parastinê derkevin û bibin hêzeke avakar; û ev pergala ku ew ava dikin jî, divê pergala hevjiyaneke azad be. Armanca eslî ya hêzên modernîteya demokratîk avakirina hevjiyaneke azad e li dijî modernîteya kapîtalîst ku her hucreya ku baweriya azadiyê tê de dibişkuve, dixwaze bi polîtîkayên kontrolkirin, teşedayîn û girtinê bike bin tecrîdekê û qirkirina jinan kiriye polîtîkaya xwe ya mayinde. Ev yek jî, bi azadhêliştina nasnameya jin û mêrên azad û bi avakirina zemînekê pêkan e ku dihêle di serî de têkiliyên di navbera jinên azad û mêrên azad pêk werin û pê re jî, dihêle hemû hêmanên jiyanê pevrebûneke azad, wekhev û xweser pêk bînin. Ev zemîn jî li rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk bi pergala hevserokatiyê dikare were lêkirin ku ji bo wê rêxistinkirineke civakî ya ji taxan heta gund û bajaran divê.

Di jiyanê dexwe ji modernîteya kapîtalîst qut bikin

Delî, bal kişand ser pergala Hevserokatiyê jî ev tişt got: “Em dikarin pergala hevserokatiyê wekî pergaleke wisa pênase bikin ku tê de jin û mêr bê îstîsna hemû xebatên rêveberiyî yên pergala hevjiyana azad di nav yekitiyekê de û bi hev re bimeşînin. Hevserokeke jin û hevserokekî mêr tên hilbijartin ku ev kes tenê wekî nûneran nikarin werin nirxandin, ji wê wêdetir ev yek wekî rengvedana hizir û pratîka hevpar a hemû meclisan e û ev kes jî ji aliyê hemû meclisan ve bi fikir û îradeyeke azad tên diyarkirin. Lê belê di şexsê wan de rêveberî ya civakê ye, ev civakîbûn divê derkeve holê. Çawa ku hevserokatî wekî kêm zêde belavkirineke peywiran nikare were dîtin, her wiha, lazim e ew ji rolên jintî û mêrtiyê yên avakirî jê bê xalîkirin. Di çarçoveyê de hem jiyana takekesî û nêzîkatiyên namzetên me yên hevserokatiyê divê civakî bin, hem jî şêwaz, helwest û rêbazên wan ên li hemberî civakê. Kurdistan mêtingehek e û rizgariya Kurdistana mêtingehkirî tene bi jiyaneke wisa pêkan e ku tê de em di hemû warên jiyanê de xwe ji modernîteya kapîtalîst qut bikin û jiyaneke li ser nirxên sosyalist avabûyî ya bê çîn, bê mêtingerî û li ser bingeha azadiya jinan ristî bibin serî. Di vê serdemê de hêviya me ji hemû rêveberên me yên jin û mêr û bi taybetî jî namzetên me yên hevserokatiyê ev e.”

Mêrtiya klasîk a ku bi hezaran salan e ji aliyê hişmendiya serdest a mêrsalar ve hatiye kodkirin, di merheleyên nîşandana îradeya rêvebirinê de xwe bi feraset û pratîkên wisa xwe dide der ku neyartiya jinan dike, jinan biçûk dixe, tehemûlê jinan nake û wan berdide hev. Li dijî pergala temsîliyeta wekhev, eger li dereke jin werin nîqaşkirin, ji bo tunekirina nirxên têkoşînê yên heta niha avakirî hewilek hebe û temsîliyeta wekhev ne pêwîst were dîtin, wê deme ev yek tê wê maneyê ku li wê derê hişmendiyeke takekesîparêz û xwedî hesaben biçûk heye. Dema ku pratîkên şênber tên nirxandin, eger hal û helwesta heyî wê encamê derxe ku prensîba temsîliyeta wekhev bi sazî nebe, şeklî bimîne û veguhere kana pirsgirêkan, ev yek ancax weke dijminatiya demokrasî û gelan dikare were binavkirin. Eger nîqaşên rêveberiyê yên wekî kî dê îmzeyê biavêje, kî dê fermî xuya bike, kî dê di kîjan qadan de berpirsyar bibe hwd. dibin qeyran, ev tê wê wateyê ku hişmendiyên wan kesan ji desthilatê veneqetiyane. Ew îmze ne ya kesekî ye; dema ku ev yek wiha were dîtin ku ev kes îradeya meclisê tînin cih ku ji hela gel ve hatiye hilbijartin û vîna gel nîşan dide, wê demê nîqaşên wekî îmze dê ji hela kê ve bê avêtin dê bê wate bin. Divê neyê jibîrkirin ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna li dijî hişmendiyên wiha heta roja îro hatiye ku digotin ‘bi jinan re ew ê çawa bibe? Rêveberiyên xwecihî ji vê yekê re amade nîn in, nikarin û çi ferqa jin û meran heye.’ Û gele me xwedî li vê pergalê derketiye. Eger ku jin û destkeftiyên jinan ev bi hezaran salan bûne hedefa yekemîn a temsîlkarên desthilatdariyê û tehekûmê, îdiaya me ya têkoşîna li ser esasê azadiya jinan jî dê dîsa bênavber bidome.”

 TJA hêza xwe ji civakîbûnê digire

Delî, anî ziman ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi mîrateya xwe ya bi hezaran salan û têkoşîna xwe ya van 50 salên dawî, temînata hebûna xweser a jinan e û wiha pêde çû: “Tevgera me ya ku hêza xwe ji civakîbûna xwe digire dê temîn bike ku rêxistina jinan a xweser di pergala me ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bi rengekî herî bi bandor bikeve nav jiyanê. Daîreyên jinan, rêveberî û yekîneyên girêdayî wan ne ji bo avakirina navendên nû yên desthilatdariyê ne, berevajî vê yekê ji bo şikandina desthilatdarî û meylên serdestiya mêran in. Ev yek helwesta me ya jêneger e ku têkiliya van mekanîzmayên ku em ê ji nû ve ava bikin li gorî prensîbên hevjiyana azad be, li ser esasên azadiya jinan hatibe avakirin û tê de biryar bi awayekî demokratik û nehiyerarşik werin girtin. Di vê çarçoveyê de divê rêbaza me ya bingehîn ev be ku li hemberî dijberî û rikberiyan, bi tedbîrên etîk û estetîkê li ser esasa hezkirin û parastina hemzayendên xwe û rêhevaltiya bi hemzayendên xwe re em tevbigerin.

Li aliyê din, rastiyek heye ku çawa em jiyanê bi mêran re parve dikin, em ê jî bi mêran re mekanîzmayên xwe yên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk jî bi mêran re bir ê ve bibin. Nêzîkatiya me ya sereke ew e ku em hemû têkiliyên xwe yên bi mêran re wisa daynin ku ew bikarin bêyî ku ji rêgezên azadiya jinan tawîz bê dayîn û dûrî pevçûnan, li ser esasên rêhevaltiyê, bi tedbîrên etîk û estetîkê bi rê ve herin. Lê belê divê tu carî neyê jibîrkirin ku di avakirina tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik de ev yek berpirsyariya hevpar a hemû jin û mêran e ku xwedî li nirxên Tevgera Jinên Azad derkevin, wan biparêzin û mezintir bikin ji ber ku ev nirx bi têkoşîneke mezin heta roja îro hatine.

Mêtingerî û kedxwariya li ser keda jinan yek ji wan êrişan e ku em hem roja îro pê re rû bi rû dimînin hem jî ji demên berê heta roja îro em pê re rû bir û mane. Li hemberî pergaleke ku tê de keda jinan bi tevheviya raman, hest û laşê wan her tim bi şîdetê tê kontrolkirin û xwarin, divê rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk bang li hemû pêkhateyên civakê bikin ku bi perspektîfa azadiya jinan berheman biafirînin û encam û destkeftiyên vê afirandinê dîsa bi heman nêrîn û ferasetê bi rê ve bibin û ji bo pêkanîna vê yekê zemîn û îmkanên pêwîst peyda bikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku şîdeta ku li jinan tê kirin tenê piştî şîdetê bi dayîna derfet û pişgiştiya aborî, civakî, derûnî û hwd. nikare were tunekirin, li gorî têgihîştin û feraseta me, di heman demê de bi polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li ser esasê xilaskirin û tunekirina şîdetê ji nav civakê ev yek dikare bê çareserkirin û li hemberî nasnameya jintiya xizankirî û mehrûmkirî, kooperatîfgerî sekna me ya esasî ye ku pê re nasnameya jinan a hilberîneriyê û afirîneriyê dikare derkeve pêş. Pergala me ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk wê di vê serdemê de jî mîna rêveberiyên me yên berê tax bi tax navendên piştgirî, hevgirtin û hilberîna jinan ava bike û ew ê bi armanceke wisa tev bigerin ku dê jinek jî jê bê par û mehrûm nemîne.

Li hemberî jintiya ku bi modernîteya kapîtalîst hatiye avakirin, divê zanîn, tecrûbe û hestên jinan ên azadîxwaz û tevger û reftarên li dijî desthilatdariyê û bi awayekî nehiyerarşîk hunandî di nava hemû xebatên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bimehin û cihê xwe bigirin. Armanc divê ew be ku em rastiya modernîteya kapîtalîst û hêza ku wê tetbîq dike, yanê netewedewletê, baş analîz û fam bikin û mekanîzmayên wisa pêk bînin ku em pê neşibin serdestan, bi taybetî jî di warê têkiliyên jin mêran de û em hişmendiyeke xurt ava bikin ji bo birêvebirina van mekanîzmayan. Di vê çarçoveyê de pêwîst e ku mekanîzmayên ku wekî metropol, bajar, navçe, midûriyet, serokatiyên daîreyan û hwd. hatine diyarkirin em wan bi tu awayî ji hev cuda nebînin, ji hev parçekirî nefikirin û bi hişmendiyeke ku di hemûyan de hevpar û yek be – bi hişmendiya azadiya jinan – û bi pratîkeke bi heman rengî wan bi rê ve bibin.”

Endama TJA’yê Nûrcan Delî, bibîr xist ku pir girîng e ku ew her tim bi kûrahî û hêza dewlemendiya fikr, polîtîka û lîteratura xwe bawer bin û vê nêzîkatiyê di civakê de jî bi cih bikin û got: “Modernîzma ku bi rêya medya, teknolojî, moda û polîtîkayên estetîkê yên netewedewletan an jî koalîsyonên netewedewletan an jî yên projegeriya saziyên alîkarî û piştgiriyê yên navdewletî û jintiya bi destê wan tê avakirin û polîtîkayên asîmîlasyonîst ên ku bi destê heman aliyan ve tên pêşxistin divê baş û rast werin tehlîlkirin û famkirin û di faaliyetên rêveberiyê de divê bi vê zanîn û ferasete em tevbigerin. Divê bi vê hişmendiyê çalakî bên kirin. Li dijî asîmîlasyona çandî, polîtîkayên xapînok û nepen ên navendên desthilatê yên di bin dirûvê projegeriyê de derdikevin pêşiya me û ew polîtîkayên ku ne tene bi awayekî sîmetrîk, lê bi awayekî bi asîmetrîk jî dixwazin karîgeriyekî li ser me bikin, divê em, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, nehêlin ku ew hêdî hêdî xwe veguhêzînin karê me yê sereke yan jî çavkaniya me ya bingehîn û di vê mijarê de divê em xwedî helwesteke bihevseng bin.

Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk mekanîzmaya herî bingehîn û esasî ye ku gelê Kurdistanê, jin û keçên kurd ên ku bi qirkirina çandî re rû bi rû ne, li hemberî asîmîlasyonê xwe bigihînin ziman, çand û xwezaya xwe û çanda xwe ava bikin û li ser piyan bigirin. Siyaset û pratîkeke ku li gorî nêzîkatiya azadiya jinan nîn e û ji nav wê derneketiye, divê bi tu awayî neyê qebûlkirin û pejirandin. Nasnameya çandî divê wek tiştekî giştî were dîtin û divê hemû çalakî li ser vê bingehê bên organîzekirin. Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk ji bo hemû beş û aliyên civakî ne. Ji ber vê yekê, bêyî ku tu tawîz ji rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bên dayîn, ev yek pir girîng e ku zemînek bê afirandin û xebat bên kirin ku di navbera wan mirovan de ku temen, zayend, şêwazên wan ên jiyanê û perwerdeya wan ji hev cuda ne danûstendin çêbe û hevpariyek ava bibe.”

Çavkaniya me ya herî mezin hişê me yê hişknebûyî ye ku meyildariya xwe ya ji bo azadiyê ji dest nedaye. Di şoreşa hişmendiyê de rola herî girîng dikeve ser akademiyên ziman, çand, dîrok û siyasetê ku wê di nava rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bên avakirin. Hêza me ya bîrdoziyê, cesareta me û tecrûbeyên me mîrateya me ya herî mezin e. Di vê çarçoveyê de pêwîst e ku divê em hafizeya xwe zindî bihêlin, her tim serpêhatî û tecrubeyan bi hevdu re pareve bikin û dîroka têkoşînê bi xwe nedin destpêkirin. Di plansaziyên me yên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik de jî di akademiyên me de jî, tecrubeya xwe ya qewîn û kevnar, hebûna xwe ya dîrokî û bersiva xwe ya ji bo pirsa “Em jiyaneke çawa dixwazin” divê em bikin nav kar û barên xwe û ev bibe bergeha me ya esasî. Li dijî hemû hînkirinên civaka xerckirin û xerîdariyê û pergala serdest a mêrsalar û kapîtalîst, ku tê de plansaziyên rojane û şêwazên rêveberiyeke bêbername bûne xuy û xislet, veguherîneke rastî û esasî tenê bi rêya akademiyên ku li ser bingeha xwecihiyê, demokrasiyê, jiyaneke ekolojîk û zanyariyên li ser azadiya jinan avakirî dikare pêk were. Heke na, şêwazên rêveberiyê yên wisa dê derkevin holê ku bi tu awayî li ser wan bi kurahî nehatiye fikirîn û ev yek jî dê nikaribe veguherîneke civakî ya radîkal pêk bîne.

Felsefeya “Jin jiyan azadî” rêya xelasiyê ye

Delî, bal kişand ser felsefeya “Jin jiyan azadî û wiha bi dawî kir: “Bi hemû aliyên xwe ve, ev têkoşîna ku em didin rêya çemî ye ku dê avakirina jiyana nû ji rêveberiyên xwecihî ber bi tevahiya cihanê ve, ber bi enternasyonalîzmê ve bibe. Ev yek berpirsyariya me ya civakî ye ku em bandora cihêrengî û cudahiyên xwecihî ya di guhertin û veguherînê de bizanibin û ji bîr nekin ku îdîa û doza me ji sînorên erdnigariyê wêdetir e û em têkoşîna xwe jî li ser esasa vê hêzê bikin. Berpirsiyariya me ya civakî ye ku em têbikoşin bi dîtina ku cihêrengî û cudahiyên deveran di guhertin û veguhertinê de çiqas bandorker be, û li ser bingeha vê hêzê ku îdiaya me li derveyî sînorên cografî ye.

Di vê serdemê de ku em ji bo avakirina rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik careke din dest bi xebatê dikin, em ê dîsa vê yekê nîşan bidin ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê yekane rêya felat û xilasiyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê û xwezayê, bi taybetî jî ji bo jinan. Li dijî modernîteya kapîtalîst, em ê paradigmaya demokratik û jiyana ekolojik a li ser azadiya jinan ava bûyî – bêyî ku em kêliyekê jî rawestin – bikin nav mekanîzmayên li Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê û em ê vê yekê bi modela xwe ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik pê bînin ku ji bo konfederalîzma cîhanî ya demokratîk û konfederalîzma jinan a demokratik wekî zemînekê ye.”