3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dilbihar: Hewldanên bişaftin û qedexeyên li dijî kurdî didomin

Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, têkildarî qedexeyên bîlbordên kurdî û qedexeya şonaya kurdî diyar kir ku ew careke din dibin şahid ku polîtîkayên bişaftin, tunehesibandin û qedexeyên li dijî zimanê kurdî berdewam dikin. Dilbihar bang li hemû gelê kurd kir ku di asta herî jor de têkoşîna ziman xurt bikin.

Qeyûmê Şaredariya Wanê, bîlbordên ku ji aliyê Partiya DEM ê û DBPê bi boneya 21ê sibatê Roja Zimanê Dayikê Ya Cîhanî dê li Wanê bihatana daliqandin asteng kir. Dîsa şevê din jî Şanoya bi kurdî “Qral û Travîs” ya ji aliyê Şano Arê ve bi kurmancî hat wergerandin, li Stenbolê berî bê lîstin bi saetekê ji aliyê Qeymeqamtiay Şîşliyê ve hat qedexekirin.

Têkildarî qedexeyên li dijî zimanê kurdî Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku wan duh bi boneya 21’ê Sibatê bi deklerasyonekê çalakiyên ji bo zimanê kurdî bi çapemeniyê re parve kiribû û wiha got: “Di nava van çalakiyan de daliqandina bîlbordan jî hebû.  Bîlbordên me duh li Wanê ji aliyê Şaredariya Qeyûmê ve hatin astengkirin.”

Hewldanên înkar, bişaftin û qedexeyan didome

Dilbihar anî ziman ku qeyûm beyî tu hincetê nîşan bidin nehiştin ku bîlbordên DEM partî û DBP’ê yên ji bo 21’ê Sibatê bên daliqandin û wiha axivî: “Şaredariya Qeyûma Wanê nehiştin ku bîlbordên kurdî yên ji bo 21’ê Sibatê bên daliqandin. Dîsa duh şanoyek kurdî hate qedexekirin.  Em dibînin ku hewldanên pişaftin, tunehesibandin, helinadin û jiholêrakirina zimanê kurdî didome. Rê û rêbazê vê polîtîkayê hatiye guhertin. Her çend hin derdor dibêjin bişaftin, tunehesibandin û jiholêrakirina li ser zimanê kurdî ji holê rabûye jî, bi rastî em bi  van kiryarên wekî niha, careke din dibin şahid ku çiqas li gorî zimanê dewletê û serdestan diaxivin.”

‘Em ji bo ziman têkoşînê mezintir bikin’

Dilbihar, astengiyên li pêş ziman jî rexne kir û wiha got: “Dê tu hewldan nikaribin têkoşîna zimanê kurdî asteng bikin. Em wekî Partiya DEM’ê û wekî hemû derdorên kurdîhez û wekî kurd jî, ji niha û pêve ji her demê bêtir ji bo pêşxistin û parastina kurdî rabin ser piyan û ji bo zimanê kurdî têkoşîna xwe berfirehtir bilindtir û xurttir bikin.”

Banga tevlêbûna çalakiyên ziman

Dilbihar, herî dawî bang li hemû kurdîhezan jî kir û wiha got: “Ji ber van polîtîkayên li ser ziman em careke din bang li gelê xwe dikin ku li her derê û her dem têkoşîn, parastin û pêşxistina zimanê kurdî ji her demê bêtir mezintir û bilindtir bikin. Bi taybetî jî tevlêbûna xwe ya ji bo çalakî û şahiyên ku ji bo ziman li gelek bajaran bên lidarxistin, di asta herî jor de pêk bînin.”