3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rîtuelên Meha Xizir

Kurêş Dêrsimî

Meha Xizirê di bawerî û çanda me de meheke herî bi qîmet de. Meha ku herî zêde berf lê dibari meha Xizir e. Li herêma me ya Dêrsimê carnan metroyekê jî derbas dike.

Kevneşopiyên çandî û bawerî ji bo civakê gelekî girîng e. Civakên ku ji kevneşopî û çanda xwe dûr dikevin, dejenere dibin û nasnameya xwe winda dikin. Bawerî û çand, kevneşopî û edet nîşana taybetmendiyên mirovî yên civakê ne. Di salên dawî de herî zêde li ser çand, dîrok û baweriya gelê kurd radiwestim. Bi taybeytî jî wekî kurdekî li ser kevneşopiya bawerî û felsefeya Zerdeştî xebat û lêkolînên xwe yên eleqedarî civakê kurdtir dikim. Di malbat û civaka xwe ya ji çand, dîrok û baweriya xwe dûrketî de min her hewilda ku paşeroja xwe û malbata xwe, dîrok û baweriya xwe bikolim, çê û rast ji nav hev derxim. Bi vê biryar û baweriyê min dest bi lêkolînê kir. Bi destûra Xwebûnê ezê hewil bidim kolanên xwe yên çandî, dîrokî û bawerî yên netewe û civaka xwe parve bikim.

Kevneşop, bawerî û çanda civakekê di rastiya xwe de nasnameya wê civakê ye. Kes û civakên ku ji bawerî û çanda xwe dûr ketine wekî mirovekî li penaberiyê di nav civakên cuda de bê zar û belengaz e. Wekî kurdekî kizilbaş/elewî, bi felsefe û baweriya Zerduştî re eleqedar dixwazim bi vê nivîsa xwe ya destpêkê hinekî li ser rîtuelên baweriya alewîtiyê rawestim. Ji ber ku em di Meha Xizir de ne dixwazim hinekî li ser wate û girîngiya vê mehê rawestim.

Meha Xizirê di bawerî û çanda me de meheke herî bi qîmet de. Meha ku herî zêde berf lê dibari meha Xizir e. Li herêma me ya Dêrsimê carnan metroyekê jî derbas dike. Her der sipî dibe. Meha herî sar e. Bi taybetî sermaya meha ‘Qucik’ ne mîna sermaya her mehên zivistanê ye. Meha xizir ji 15 Zemherî (Çile) dest pê dike heta 15 Qucikê (Sibat) didom. Li herêma Dêrsimê em dibêjin Aşme Xizir. Dema ev meh dest pê dike em dibêjin “Bimbarek ama, xêr ama”. Dema meh diqede jî bi niyaz û loqmeyan, bi cem û semahan, bi dua û xêrxwşiyan em dibêjin “Heq qebûl kena”.

Belê amadekariyên Meha Xizirê ji mêj ve dest pê dike. Di vê mehê de dê çi bê kirin û çi niyaz bê dayîn her kes li malên xwe biryarê didin. Qurbana Xizir diyar dibe. Bi piranî ew qurban ji sewalên mêşin pêk tê. Ew sewala ku wekî qurban tê bijartin ji yên din tê cudakirin û eleqeyek taybet nîşan didin. Ji bo qelew bibe bi taybetî tê xwedîkirin.

Di dawiya Meha Xizir de sê rojan Rojiya Xizir tê girtin. Rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê tê tercîhkirin. Hêvî û daxwaz bi awayekî veşarî tên girtin. Piştre qurban, loqme û miyaz bi awayekî wekhev li her kesî tê belavkirin. Di heman demê de, di dawiya Meha Xizir de Cema Xizir pêk tê. Beriya Cemê Pîr li malan digere û li her malê dibin mêvan. Yên ji hev xeyidî hebin wan li hev tînin. Gulbeng tê dayîn. Piştre cem tê girtin.  Mirov dikare bêje herî zêde di rojên dewî yên Meha Xizir de zarok û ciwan jê kêfê digirin. Lewre hînbûn û jiyana çand û baweriyê, dayîna qurban û miyazan wan gelekî kelecanî û kêfxweş dike.

Ma gelo Xizir hebe bê ‘Qaut’ dibe?  Ne mimku e. Ji vê xwarina Qautê re em ‘Qauta Xizir’ dibêjin. Qaut ji danê hêrayî yê qelandî, hingiv û şerbetê çê dibe. Qaut tê çêkirin û bi şev li odeyekê tê hiştin ku li gorî baweriya me wê şevê Xizir tê dixwe û şopa destên xwe lê dihêle. Bi wê kelecanê ferdên malê bi taybetî jî zarok radibin û berê xwe didin xwarina Qautê. Li gundan hema hema her kes Qautê çêdikin.  Bi taybetî zarok mal bi mal digerin û vê xwarina Qautê dixwin. Qauta bi şerbet û hingiv tama wê cuda ye.

Belê di dawiya Meha Xizir de ligel ev rîduel û îbadetên ku me li jor diyarkirine gelek yên din jî pêk tên. Her wiha ji bo xwe, malbat, heval û hogirên xwe, ax, av, xweza û welatê xwe dua tê kirin.