spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çanda siyasî çi ye?

Gabriel Abraham Almond û Sidney Verba bi xebata xwe ya “The Civic Culture” (Çanda Sivîl) xwesitin çi vebêjin û di siyasetê de çi guherînan bikin? Çanda siyasî ji bo civaka kurd çi îfade dike û girîngiya wê çi ye?

Ji bo têgihîştina pêwendiya di navbera çanda siyasî û demokrasiya piralî de pêwîst e ku em hinekî van herdu têgehan ji hev veçirin û vebêjin. Têgeha ku em jê re dibêjin çanda siyasî, tevheviyek e ku tê de hest, bawerî û nirxên siyasî yên serdest ên girêdayî siyasetê di nav neteweyekî de ku digihêjin hev e. Li aliyekî jî siyaset tê wateya xebat an jî faeliyeteke ku di serada çanda siyasî re derbas bûyî ye.  Dema em di vê çarçoveyê de li mijarê dinêrin û dirnirxînin girîngiya wê jî bi zelalî xwe radixe ber çavan. Taybetmendiyên çandî yên di civakan de nasnameyan dide saziyên siyasî; Bi gotineke din, rola ku heman organê siyasî di civakên cuda de dilîze, girêdayî çanda siyasî ya wê civakê ye.

Di roja me ya îro de sê qalib an jî cureyên çandî yên sereke hene ku em di lêkolîn û xebata “The Civic Culture” (Çanda Sivîl)  a Gabriel Abraham Almond ( Almond, zanyarekî siyasî yê Amerîkî ye ku  bi xebatên xwe yên li ser siyaseta berawirdî û pêşkeftina siyasî tê naskirin) û Sidney Verba (Zanyarê Siyasî) de jî dibînin ku berfirehî behs kirine. Ev teoriya çanda siyasî  ji aliyê  Almond û Verba ve di sala 1963’yan de derket holê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire heta Îngilistan, Almanya, Îtalya û Meksîkayê belav dibe. Ev teorî bi belavbûnê ve rastî eleqeyeke mezin tê û dibe parçeyek girîng a guhertinên siyasî û modelên pêşkeftinê. Her wiha ev sê qalêbên çandê ji hêla edebiyata zanista siyasî ve jî  hatine pejirandin. Em ê vana vebêjin lê pêwîste ku di destpêkê de em hinekî li ser çanda demokrasiya piralî rawestim. Belê demokrasiya piralî yanî demokrasî ew e ku gel di encama lihevkirin û guftûgoyê de biryara xwe dide. Ev taybetmendiya sereke ya vê pergalê ye. Mînaka herî tekûz a demokrasiya piralî bêguman pergala bi navê “demokrasiya rasterast” e ku îro ji bilî hin kantonên Swîsreyê nayê bikaranîn. Di vê pergalê de biryarên ku tê giritin rasterast ji aliyê civakê ve tê girtin. Ji Yewnanistana kevnar heta îro pênaseyên curbecur ên demokrasiyê hatine kirin. Demokrasiyên piralî, yên ku tolerans û azadî du hêmanên domdar in, pêşî li zordariya li ser kêmaran yanî hindikahiyan digire. Her wiha prensîba veqetandina hêzan a ku ramyarê Fransî Montesquieu derxistiye holê jî hêmanek bingehîn a demokrasiyê ye. Di bingeha xwe de ev jî hêmanên çanda siyasî ne.

Belê em vegerin ser cureyên çanda siyasî ku me gotibû sê hêmayên wê hene. Ya yekem ji cureyên çanda siyasî “çanda siyasî ya komunîter û herêmî ye”. Di vê jiyan û çanda siyasî ya herêmî de dewlet û faktorên derveyî civakê tune ye. Ji bo ferdê vê civakê cîhan tenê ji qada wî/wê ya jiyana ku tê de mezin bûye pêk tê. Lewre jî ne netewe dewletê nas dike, ne jî sazî û dezgehên wê nas dike û nizane.  Nas bike jî tu bendewarî ji dewlet û saziyên wê çê nabe.  Cûreya din, “çanda bindestiyê” ye. Di vê cûreyê de ferd dizane navenda siyasî çawa ye, lê nafikire ku dikare bandorê li navenda siyasî bike. Helwesta giştî li hemberî çalakiyên siyasî, li ser pasîfiyetê ye. Cûreya çanda ku tê de ferd bi tevahî ji nîzama siyasî haydar e û difikire ku ger bixwaze dikare bandorê li wê bike, bêşik ew “çanda tevlibûnê” ye ku herî zêde bi demokrasiya piralî re lihevhatî ye. Kesê ku bikaribe bi awayekî aktîf tevbigere û bi xurtî beşdarî jiyana civakî bibe, hem bi nirxên gerdûnî re hem jî bi nirxên neteweyî re di têkiliyê de ye.

Çanda tevlibûnê berovajî cureyên din ên çanda siyasî bi demokrasiya piralî re lihevhatî ye û dikare rê û ber bide derdor û civaka xwe. Bêguman ev wiha hêsan nîne lê encam çi dibe bila bibe şopên mayînde li ser civakê dihêle. Ev çand di bingeha xwe de teza Almond û Verba jî piştrast dike ku ji bo demokrasiya piralî ya herî guncav ev “çanda tevlîbûnê” ye. Lê mixabin, me hêj jî ji vê çandê gelekî dûr in. Lê belê ji bo her qadên jiyan û rêveberiyên civakî pêwîstiya mezin bi vê çanda siyasî ya demokrasiya piralî û çanda tevlîbûnê ya rasterast heye. Wekî civaka kurd jî divê em vê çandê pêş bixin û biparêzin. Na xwe dê di siyaset û polîtîkayê de pêşketineke erênî çê nebe.

Em vê jî bînin ziman ev çanda siyasî di heman demê de parçayek ji nasnameya mirov, civak û netewî ye. Lewma jî divê li vê çandê xwedî bê derketin. Xwedîderketina li vê çandê geleke girîng e ku ji bo nifşên nû û pêşeroja netewe û civakekê.