28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva sendîkayan ‘ewlehiya neteweyî’ têk dibe!

Serokkomarê AKP’î Erdogan li pêkanînên xwe yê dema Rewşa Awarte vegeriya û bi hinceta “Ewlehiya neteweyî” grevên kargehên li Kocaeliyê qedexe kir.

Desthilata AKP’ê di meha cotmehê de bi ser navê “Sedsala Tirkiyeyê” vîzyoneke ku ji 16 xalan pêk dihat aşkera kiribû û angaşt kiribû ku di sedsala duyemîn de dê Tirkiyeyê li gorî van xalan bi rê ve bibin. Tevî ku xalên destûra bingehîn bin pê dike jî AKP’ê di vê vîzyonê de li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û mafê mirovan rawestiyabû. Lê piştî du mehan rûyê rasteqîn ê AKP’ê careke din xwe da der.

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li pêkanînên xwe yê dema Rewşa Awarte ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê îlan kiribû vegeriya û bi hinceta “Ewlehiya Neteweyî” grevên Sendîkayên Bîrleşîk Metal-Îş û Ozçelîk-Îş ên li kargehên li Kocaeliyê heta 60 rojan qedexe kir.

Fermiyeta qedexeyê

Biryara qedexeyê di Rojnameya Fermî de bi serenavê navê  “Biryara Der barê Qedexekirina Ji Ber Dikare Ewlehiya Neteweyî Xera Bike De (a bi hejmara 6540)” hate weşandin û hat destnîşankirin ku grev ewlehiya neteweyî asteng dike û ji ber vê yekê jî 60 rojan hate taloqkirin.

‘Werin govenda grevê’

Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îş’ê, li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ji bo xebatkarên têla lastîkan çêdikin ku di şîrketeke navneteweyî ya bi Belçîkayê re dixebitin ev bang kiribû: “Li kargeha #Bekaert a kargeha ku têla tekerên wesayîtan çêdike û navdar e dê sibê karker saet di 13.00’an de (13’ê kanûnê roja sêşemê) dest bi grevê bikin. Em li benda hemû hevalên xwe yên kedkarin ku bên bi me re govenda greve bigerînin.”