11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şamê krîza nan mezin dibe

Xelkên Şamê vê sibehê piştî 11 salên şerê li wî li ser krîzeke herî mezin a nan şiyar bûn

Doh Gerînendeya Giştî ya Firinên Şamê dabû xuyakirin ku tu firinek ji ber krîza sotemeniyê nehatiye girtin. Piştî 24 seatan ji wê daxuyaniyê xwediyên firinên taybet li paytexta Sûrioye Şamêdan xuyakirin ku ji ber krîza sotemeniyê ew firinên xwe digirin. Xwediyê firanên taybet li Şamê dan xuyakirin ku êdî ew nema dikarin bi xisar bixebitin û ew neçar in ku deriyê firinên xwe bigirin. Xelkên Şamê vê sibehê piştî 11 salên şerê li wî li ser krîzeke herî mezin a nan şiyar bûn.

Hêjayî gotinê ku Gerînendeya Gıştî ya Firinan ji destpêka meha borî de yek lîtreke mazotê nedaye firinan û ew neçar mane ku bi buhayeke zêde ji derve bikirin. Lewre xwediyên firinan dibêjin ku ew bi xisar nanê xwe dipêjin.

Li gorî nûçeyeke malpera El Erebiye ji ber krîza peydakirina sotemeniyê ji sedî 50 firinên Şamê ên taybet hatine girtin. Her wiha di vê meha dawî de buhayê nan jî ji sedî 42 zêde bûye.