8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Ewropayê ambargoyên nû li dijî Îranê aşkera kirin

Di nava sazî û rêxistinên ku ambargoyên nû li dijî wan hatin kirin de rayedar û şirketên leşkerî yên ku balafirên bê mirov firotine Rûsyayê jî hene

Yekıtıya Ewropayê di civîna xwe ya doh ya ji bo nîqaşa der barê ambargoyên li dijî Îranê hin ambargoyên nû li ser rejîma Îranê ferz kirin. Yekitiya Ewropayê piştî darvekirina Mohsen Bermehanî û Elî Ridwanî bidar vekirin ambargo li ser televizyona dewletê ya Îranê û serokê û cîgirê wê ferz kirin, her wiha biryara ambargoyên nû li dijî 16 rayedarên leşkerî û rojnamegeran dan ku di nava wan de rayedarên artêş û ‘Parêzvanên Şoreşa Îranê’ jî hene.

Di nava sazî û rêxistinên ku ambargoyên nû li dijî wan hatin kirin de rayedar û şirketên leşkerî yên ku balafirên bê mirov firotine Rûsyayê jî hebûn.

Di nava lîsteya navên ku Yekitiya Ewropayê ambargo li dijî wan sepandine hin nav ev in: Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Mecîd Mîr Ehmedî, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Abdurehîm Mûsewî, Murteda Cokar cîgirê serokatiya Polîsên Belocîstanê , Mecîd Sûrî cigîrê cîgirê serokê pasdaran yê parêzgeha Loristanê û Mohsen Kerîmî serokê pasdaran ê parêzgeha Merkezî navên wan di lîsteya ambargoyan de derbas dibe.

Wezîrê Derve yên Yekitiya Ewropayê di dawiya civîna xwe ya ku doh li Brukselê pêk hat de bang li rayedarên Îranê kirin ku darvekirinan rawestînin û biryarên darvekirinê ên di der barê xwepêşandêran de hatine dan betal bikin.