20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gumuş: Divê em bibin dengê girtiyan

Hevseroka ÎHD’ê ya Îzmîrê Prz. Zîlan Gumuş anî ziman ku li Girtîgehên Ewlekariya Bilind (YGC) tecrîd heye û got: “Îro li ser hemû civakê tecrîd heye. Divê berî her tiştî em tecrîda li ser civakê bişkînin. Divê em bibin dengê girtiyan.”

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê û parêzer Zîlan Gumuş li ser rewşa girtîgehan diyar kir girtiyên ku cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn, wan dişînin Girtîgehên Ewlekariya Bilind (YGC) û wiha got: “Bi kurtasî ji wan re dibêjin YGC. Ji sala 2020’an û vir de şertên girtîgehan girantir bûne. Piştî 2020’an YGC hatin avakirin û avakirina wan didome. Li wir girtî di menzelên yek kesî û 3 kesan de dimînin. Girtiyên ku di menzelên yek kesî de dimînin ji 24 saetan tenê 1 saetê dikarin derkevin hewşê û hewayê bistînin. Di odeyên wekî hucreyan de tên girtin. Ji ber şertên fizikî zirarê dide yekitiya laş û tenduristiya girtiyan. Herî zêde li ser girtiyên nexweşiya giran bandor dike.”

Qanûnan binpê dikin

Zîlan Gumuş anî ziman ku di demên dawî de binpêkirina mafan zêde dibe û wiha axivî: “Girtiyên ku di YGC’ê de dimînin wekî girtiyên muebeta giran muamele dibînin. Piraniya girtiyên li YGC’ê diminin ne girtiyên cezayên giran in. Girtiyên 10-15 sal ceza xwarine jî bi heman kiryaran re rû bi rû dimînin. Ji bo wan îzole bikin dişînin YGC’ê. Zagonên navneteweyî der barê kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane de, erkan li ser dewletan ferz dike. Di qanûnên Tirkiyeyê de zêde pirsgirêk tune. Lê qanûnên xwe binpê dikin. Qanûn pir zelal in. Dibêje ‘Kesên ji azadiya xwe bêpar mane, mafê wan ê muamaleya mirovî heye. Mafê kesî tune li girtiyan îşkence bike. Li Tirkiyeyê qanûnên neteweyî û navneteweyî nayên bikaranîn. Malbatên girtiyan û parêzerên ku diçin girtîgehan serî li ÎHD’ê didin û ev rapor derdikeve holê.”

Li YGC’ê tecrîd heye

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê Zîlan Gumuş destnîşan kir ku li girtîgehên nû tên avakirin rûmeta mirovahiyê tune dikin û wiha pêde çû: “Li van girtîgehan hemû mafên girtiyan tune dikin. Tundiyek mezin heye. Gardiyan, midûr û dozgerê wan bi keyfî tev digerin û kiryarên keyfî li ser girtiyan dikin.

Gumuş destnîşan kir ku bi rehetî dikare bibêje li YGC’ê tecrîd heye û wiha berdewam kir: “Li van girtîgehan tecrîd û îzolasyonek mezin heye. Bi tecrîdê girtiyan ceza dikin. Hin girtî 10 sal, hin girtî 15 sal û hin girtiyan jî cezayê muebeta giran girtine. Cezayê wan diyar e. Mafên girtiyan heye. Divê ceza li ser ceza nayê birîn. Ev pergala tecrîdê nayê qebûlkirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan vê îşkenceyê qebûl nakin. Sepanên heyî îşkenceya li demê hatiye belavkirin e. Bi rêya gardiyanan îşkenceyê li demê belav dikin. Girtîgehê nû ava dikin. Bi van girtîgehên nû îşkenceya vaşarî li girtiyan dikin.”

Girtî rojê 23 saetan rojê nabînin

Di şertên asayî de girtî divê serê sibê karibin derkevin hewşê û heta êvarî divê deriyê hewşê vekirî be. Lê girtiyan tevan dişînin YGC’ê û ji 24 saetan tenê dikarin saetekê derkevin hewşê û hewayê bistînin. Ev şerten girtîgehê bandorek pir neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. Girtiyên ku temenê wan 30-35 salî ji ber di girtîgehên YGC’ê de dimînin, dibêjin ‘Serê me gêj dibe, ji bêvila me xwîn tê, çavên me sor dibin û gelek nexweşî li wan peyda dibin. Ev şert zerarê dide laşê wan.”

Girtiyên nexweş tenê dihêlin

Gumuş li ser armanca girtîgehên YGC’ê jî rawestiya û wiha got: “Heta  niha girtîgehên tecrîd lê hebû Tîpa F bû. Lê ev bêtir giran in. Girtîgeh 3 qat in. Di qata jor de FETO, di qata navîn de PKK û di qata jêr de jî girtiyên edlî dimînin. Ev bandorê li hev dikin. Di her qadî de jî 6 menzel hene. Lê her menzel teqez nikare bi menzela din re diyalogê pêş bixe. Li vir girtî dengê hev nabihîzin. 6 girtî rojê tenê saetekê dikarin hev bibînin. Girtî 23 saetan di tecrîdê de ne. Ev tecrîdek giran e.”

Zîlan Gumuş bal kişand ser girtiyên nexweş jî û wiha got: “Girtiyên giran rewşa wan a tenduristiyê gelek xerab e. Girtiyên ku nikaribin bi tena serê xwe bijîn, 23 saetan bi tenê tên hiştin. Girtiyên nexweş bi taybetî rewşa wan pir xerab e. Malbat serî li parazvanên mafên mirovan didin. Rewş pir xerab e.”

Tecrîd li ser hemû civakê ye.

Gumuş bal kişand ser binpêkirina zagonan û wiha pêde çû: “Îro hemû civaka li Tirkiyeyê di tecrîde de ye. Dibe ku em li derve bin. Lê em nikarin xwe îfade bikin. Em nikarin pirsgirêkan bînin ziman. Girtî ji xwe li hundir nikarin pirsgirêkan bînin ziman. Em ji derve ne. Divê em pirsgirêkan bînin ziman. Çavê girtiyan li malbat, parêzer û kesên derve ne ku em mafê wan bînin ziman. Eger îro parazvanên mafên mirovan, malbat û saziyên civakî deng dernexin ev tecrîd e. Tecrîd ne tenê li girtîgehan e. Li ser hemû civakê heye. Divê em dengê girtiyan bînin ziman û ji bo girtiyan divê em çalakiyan bikin. Divê berî her tiştî em tecrîda li ser civakê bişkînin û piştre alîkariyê bidin girtiyan. Hewldan heye. Lê ev hewldan pir kêm e. Divê hemû civak bi hev re derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Kesên girtiyên wan tune be jî divê piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Çalakî hene. Lê çalakî pir kêm in. Divê em dengê xwe bilintir bikin. Ji xwe hefteya borî me li pêş YGC’ê Kiriklarê daxuyanî da. ÎHD, OHD, ÇHD, DÎSK, TUHAY-DER bû. Me got li YGC’ê tecrîd heye. Em ê hewl bidin ku her hefte van çalakiyan bidomînin ku dengê girtiyan derxin derve.”

Gumuş saziyên mafên mirovan ên Ewropayê jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê şermezar dikin. Jê pêvtir tiştekî din nakin. Divê gotin û kirin bi hev re be. Divê hemû civak derkeve kolanan û bêjin tecrîd heye û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”