20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ragihandina azad nayê bêndegkirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Mirov dikare bêje êrîşa li dijî Stêrk TV û Medya  Haber TV’yê, ji gelek milan ve dişibiya êrîşên polîsên tirk ên li dijî ragihandina azad. Ev jî diyar dike ku ev hewldanên polîsên belçîkî û fransî xizmetê ji kê re dikin.

Derengiya şeva 23’yê nîsanê polîsên Belçîkyayê bi hêzek mezin bi ser avahiya şîrketên Stêrk N.V., Roj N.V. û Hîvron N.V yên li bajarê Denderleeuwê de girtin. Zêdetirî 200 polîs tev li serdegirtinê bûn û avahiyên televizyonê dorpêç kirin. Polîsên rûgirtî û sivîl jî hebûn. Piştî vê serdegirtinên Dozgeriya Belçîkayê ragiyand ku êrîşa li dijî stûdoyên Stêrk TV û Medya Haberê li ser daxwaza welatê sêyemîn ê YE’yê ango Fransayê pêk hatiye. Beriya serdegirtina korsanvarî rayedarên polîsên federal agahî nedan rêveberiya şîrketên Stêrk N.V., Roj N.V. û Hîvron N.V. Ev nebese agahî nedan parêzerên şîrketê jî. Bi vê serdegirtina derqanûnî xwestin îmaja televîzyona xira bikin û xebatên ku li gorî zagonên welatên Ewropayê tên kirin jî krîmînalîze bikin.

Di serdegirtinê de nehiştin ku xwediyên şîrketan û xebatkarên televîzyonê têkevin avahiyê. Ev nebese xebatkarên ewlekariyê bi saetan kelebçekirî girtin. Di lêgerînê de polîsan derî şikandin, panelên dîmenan, kablo, cîhazên weşanê ji cîh hatin derxistin, gelek odeyên xebatê serûbin kirin, komputerên xebatê hatin valakirin û hin ji wan hatin desteserkirin. Ev êrîşa hovane ya derqanûnî mînaka herî mezin a vandalîzmê nîşan da.

Ev êrîşa li dijî ragihandina azad ku bi tu awayî ne kontrolek asayî bû. Êrîşek e li dijî saziyên ragihandina azad ku dengê gelê Kurd e. Mirov dikare bêje ev êrîş ji gelek milan ve dişibiya êrîşên polîsên tirk ên li dijî ragihandina azad. Ev jî diyar dike ku ev hewldanên polîsên belçîkî û fransî xizmetê ji kê re dikin.

Divê bê zanîn ku polîsên Belçîkayê di adara 2010’an de bi heman îdîayan avêtin ser heman studyoyan û di vê serdegirtinê de hemû kompîtur û dîskên kompîturan hatibûn desteserkirin. Tevî lêgerîn û lêkolînên pir berfireh hatin kirin jî dozên hatin vekirin wê demê hemû bê encam man û tu ceza li şîrketan nehatin birîn. Tevî ev kiryar çendî caran hatine dubarekirin jî welatên ewropî bi israr hewl didin xebatên çapemeniya azad bikşînin xeteke derqanûnî û krîmînalîze bikin.

Ji aliyekî din ve ev êrîşa li dijî çapemeniya azad hewldana pêşîgirtina agahiyên rastiyê ye. Gelek caran dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê yên navneteweyî bi awayên cûda xwestin dengê çapemeniya azad ku rastiyê radigihîne û kiryarên wan ên derqanûnî, dijdemokratîk, faşîzane û qirker deşîfre dike qut bikin. Tevî hemû hewldanan jî heya di vê armanca xwe de bi ti awayî bi ser neketin. Li hemberî vê çapemeniya azad ji bo rastiyê ragihîne di şertên herî zehmet de bû dengê gel û rastî temsîl kir.

Bêguman di vê êrîşa li ser çapemeniya kurd de, rola Fransayê diyarker bû. Piştî dozgeriya Belçîkayê aşkera kir ku êrîş li ser daxwaz Fransayê pêk hatiye derket holê ku polîsên fransî li Marsîlya û herêma Drancy a Parîsê 6 kurd binçavkirin. Hefteyên borî jî Fransa 3 penaberên kurd bi awayekî derqanûnî radestî Tirkiyeyê kiribûn û ev kes li Tirkiyeyê hatin girtin. Ev jî diyar dike ku dewleta Fransa di nava sînorê xwe de li dijî gelê Kurd di nava êrîşkariyekê de ye. Ev nebese bi hewldanên derqanûnî û bi îdiayên ji rastiyê dûr dixwaze ji derveyî sînorên xwe li welatên cûda yên Ewopayê jî sazî û rêxistinên kurdan bandor bike. Ji vî aliyî ve êrîşa li dijî saziyên ragihandina azad pêk hatiye ji êrîşek rêzê wêdetir êrîşek plankirî û bi armanc e. Armanca vê êrîşê saziyên ku li gorî qanûnên welatên Ewropayê kar û xebatê didin meşandin reşkirin e.

Li dijî vê êrîşa ku di çarçoveya konsepte ne naskirina îradeya civaka kurd pêş ketî de li gelek deverên cûda xwedî derketine xurt çêbû. Ev xwedî derketin jî diyar dike ku ev saziyên ku li dijî wan êrîş pêk hatî çendî ji aliyê gel ve tên şopandin û asta bandora wan a li ser civakê jî eşkere dike. Ne tenê kurd ji neteweyên cûda sazî û rêxistin bi peyaman ev êrîşa ku bi her awayî dûrî zagonên navneteweyî pêk hatiye şermezar kirin û ji bo rastî bê aşkerakirin bang hatin kirin. Tevî ewqas bangan û israran jî heya niha ji dozgeriya Belçîkayê ji derveyî daxuyaniya ku ev êrîş li ser daxwaza Fransa pêk hatiye tu daxuyaniyên ku piştperdaya vê êrişê zelal dike nehatiye. Ev jî aşkera dike ku li pişt vê êrîşê hesabên mezin hene.

Dewletên ewropî yên ku li dijî sûcên şer ên dewleta tirk a dagirker bêdeng dimînin, di her firsetê de dixwazin berê xwe bidin saziyên gelê kurd. Ev ne besê bi tometên cûda dixwazin xebatên wan jî reş bikin da ku di çavê gel de jî tu îtîbara wan nemîne. Lê rastiyên civakî herdem li pêşiya hesabên siyasî ne. Lewma welatên ku dixwazin li gorî hesabên siyasî îradeya civakekê tune bihesibînin û saziyên ku wê îfade dikin reş bikin jî wê negihêjin armanca xwe. Jixwe piştgiriya gelan a ji bo Stêrk Tv û Medya Haber ji kêliya despêkê ve ev hesabên ku li ser berjewendiyên siyasî hatibûn kirin vala derxist. Şaredarê Denderleeuwê di daxuyaniya xwe de bi awayekî aşkera got ku ew demek dirêje xebatên studyoyê Stêrk Tv û Medya Haber dişopînin û heya niha ji bo wan tu gilî ango tu nerehetî nehatine.

Bêguman ev êrîş her çendî li ser daxwaza dewleta Fransa pêk hatibe jî di bingeha xwe dijminatiya dewleta tirk ya li dijî gelê kurd heye. Dewleta tirk bi îdia ne di cihî de zextê li welatên cûda dike ku saziyên gelê kurd krîmînalîze bike. Dewleta tirk ji ber karekterê xwe yê faşîst û qirker ev pêkanînên dermirovî dikare bike. Lê tişta ku balkêş e welatên ku qaşo xwe navenda demokrasiya rojavayî dibinin çawa dibe ku dikevin vê xefika dewleta tirk. Li ser rênîşana dewleta tirk êrîşî sazî û rêxistinên gelê kurd bikin, kurdên ku ji ber zilma dewleta tirk reviyana bi zor û zahmetiyên mezin xwe avêtine bextê welatên Ewropayê bigirin û radestî wê dewlata dagirker û qirker bikin. Ev jî aşkera dike ku gotinên damokrasî, edalet, heq û hiqûq êdî li van welan bê hikum û wate mane. Her tişt li gorî berjewendiyên siyasî û deshilatdarî tên diyarkirin. Ger li gorî berjewendiyê wan be demokratê herî mezin ew in. Lê gelê kurd li hemberî her cûre zext û êrîşan çawa ku li Kurdistanê serî ji faşîzma welatên dagirker re netewand wê li her cihê ku lê ye jî bi helwest û têkoşîna xwe xwedî li îradeya xwe derkeve û nehêle hebûna wî bibe qurbana hesabên hin aliyên siyasî. Tevî hemû zext û êrîşan jî ragihandina azad bi biryardarî ji bo rastî derkeve holê û sûcdar bên mahkûmkirin xebata xwe dimeşîne. Li ku derê be bila bibe şert û mer çi dibin bila bibin xwedîderketina li rastiyê yek ji erka herî bingehîn ya ragihandina azad e. Lewma xebatên di bin banê Stêrk Tv û Medya Haberê de tên meşandin îro ji her demê zêdetir xwedî girîngiyek mezin e. Xwedî derketina li vê xebatê erk û berpirsyariya her kesên ku ji xwe re dibêje ez alîgirî heq û edaletê me ye.