18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tanrikulu: Di dema AKP’ê de 32 hezar û 478 karker mirin

Li Tirkiyeyê her sal bi hezaran karker dibin qurbana patron û qurbana kar. Lê karkerên ku di kar de jiyana xwe ji dest didin keda wan û mafê wan nayê parastin. Di 21 sala nde zêdeyî 32 hezar karker bûn qurban.

Li gorî rapora Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, di 21 salên desthilatdariya AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran di qezayên kar de mirin.  Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Tenduristî û Ewlehiya Kar a Cîhanê raporek eşkere kir. Tanrikulu rapora xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Li gorî daneyên Tanrikulu; di 21 salên îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan û dikariyan pêşî li ber van mirinan were girtin. Li gorî daneyên Tanrikulu yên ÎSÎG’ê yên sala 2023’yan; di salekê de 147 jê jin bi giştî hezar û 785 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Tanrikulu, anî ziman ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 22 jê di bin temenê 14 salî de bûn, 32 jê di navbera 15-17 salî de, ji kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dayîn 54 jê sendîkayî û hezar û 878 jî bêsendîka bûn.

Tanrikulu bertek nîşanî van daneyan da û got ev ne qeder lê cînayet in.