18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûnç: Divê sendîka û komele bêdeng nemîne

Rojnamegeran bertek nîşanî girtina 3 rojnamegeran dan û diyar kirin ku ji ber rastî parve kirin hatin girtin û xwestin sendîka û komele li hemberî van girtinan bêdeng neminin.

Di 23’yê nîsanê de di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbole polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin û 9 rojnameger binçav kirin. Ji rojnamegerên binçavkirî di 26’ê nîsanê de derxistin edliyeyê û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin. Rojnameger têkildarî girtin û binçavkirina hempîşeyên xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivîn û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.

‘Rojnamegeran dikin hedef’

Rojnameger Hayrî Tunç got ku armanca ji girtin û binçavkirina rojnamegeran bêdengkirina rojnamegeran e û wiha domand: “Dê heman nûçe dîsa bên çêkirin. Li cihê faşîzm zêde dibe ji ewil xebatkarên Çapemeniya Azad hedef tên girtin. Em li gel van hevalên xwe li qadê bi hev re xebitîn û tevî hemû zextan jî em li pey heqîqetê bûn. Zexta li ser xebatkarên Çapemeniya Azad tenê bi wan re bisînor namîne. Divê bi tenê neyên hiştin. Nûçeyên hevalên me çêkirin, nûçeyên herî girîng ên dîroka Tirkiyeyê bûn. Tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn û binpêkirinên heyî yên tu kes jê ne haydar ji hêla van hevalên me ve hatin çêkirin. Bêdengkirina saziyên çapemeniyê, sendîka û rêxistinên civaka sivîl dê bike ku dema sibe binpêkirin çêdibin tu kes jê haydar nebe.”

‘Çapemeniya azad dê kevneşopiya  xwe berdewam bike’

Rojnameger Elîf Bayburt jî got ku ew li gel rojnamegerên hatine girtin li qadan mil bi mil xebitîne û ev tişt anî ziman: “Sedema sereke ya girtina wan ew bû ku rastî bi gel re parve dikirin. Ji ber ku bi gelê kurd re, bi bindestan, karkeran, jinan, ciwanan û yên dengê wan nayê bihîstin re bûn lewma hatin girtin. Bi sala ye em dibin şahidê van operasyonan. Hevalên me careke din hatin girtin. Îktîdar ji bo krîza rewabûna xwe ji holê rake careke din serî li polîtîkayên şer da. Dema vê dike jî ji ewil rojnamegeran hedef digire. Ki ber ku polîtîkayên wan teşhîr dike. Israra hevalên me ya di Çapemeniya Azad de em ê bidomînin. Lewma em ê pênûs û kameraya hevalên xwe em ê dewr bigirin û li cihê wan hiştî em ê bidomînin.”

‘Sûcdar li derve ne ‘
Rojnameger Emre Orman jî berteka xwe bi van gotinan nîşan da: “Van hevalên me mijarê tecrîd, pirsgirêka kurd û hwd. kirin nûçe lewma hedef hatin girtin. Ev ne cara ewil e ev êriş tên kirin. Dema dest bi vî karî kirin dizanîn dê rastî van êrişan bên. Dema li vî welatî tu bala xwe didî ser pirsgirêkên esasî, bi ‘terorê’ têy tawanbarkirin. Lê em di ferqa her tiştekî de ne. Em van tawanbariyan red dikin. Em ne terorîst ne jî sûcdar in. Terorîstên esil bi nûçeyên em çêdikin re pir eşkere ne. Li holê ye bê ka kî terorê diafirîne û sûcan dike.”