3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundê wan şewitandin

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayramê ku di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 771’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê berdewam kirin. Çalakvanan wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser hene, li erdê raxistin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê ku di 2’ê Mijdara 1996’an de li navçeya Pasûr a Amedê leşkeran di bin çavan de windakirin, pirsîn. Endam û rêveberên ÎHD’ê û malbatên windayan, hevserokên DBP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Baver Çîndemîr çîroka winda xwand.

Di destpêka daxuyaniyê de endamê Şaxê ÎHD’ê ya Amedê Baver Çîndemîr diyar kir ku wê heta dawiyê berxwedana xwe bidomîn û got: “Li qada Galatasarayê demeke dirêj nehişitin ku dayik û parêzvanên mafên mirovan çalakiyê pêk bînin. Lê ev du hefteye diçin qadê û çalakiyê pêk tînin. Em dipirsin ger ku derketina qadê ne pirsgirêk bû çima ev qas îşkence li wan kirin.”

Heta dawî têkoşîn

Xwişka Bayram Helîme Bayram jî got ku bila demildest mekanîzmayên darazê yên dewletê erka xwe pêk bînin û wiha axivî: “Dema Şîrîn dibinçavan de hat windakirin ez hîn diçûm dibistana seretayî. 27 sal di ser de derbas bûn. Dibêjin dê bên rûnên aciz bibin û herin. Lê ne wisa ye. Em ê hata dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Bila bûyerê zelal bikin kujeran darizîn

Bavê Bayram, Mehmet Mustafa Bayram jî anî ziman ku kurê wî ji gundê ku jê li dayik bûye binçav kirine û wiha got: “Ez di serî de dayikên Şehîdan, kesên ku piştgirî didin me û xebatkarên çapemeniyê slav dikim. Ez tiştekî ji hiqûqê fêm nakim. Ez dibêjim ger ku daraz bi serê xwe ye bila ji me re jî derîkî veke. Bila daraz bûyerê zelal bike û  kesên ku zarokên bê îfade bê darizandin birin kuştin darizîne.”

Çîroka serpêhatiya winda wiha ye:

Mehmet Şîrîn Bayram di 15 ê tebaxa 1978’an, li mezra Bîra zeyna bi ser gundê Temiran a navçeya Pasurê ji dayik bûye. Di sala 1994’an de dewlet zext û zoriyê li gundiyan dike ku bibin cerdewan. Lê tevî hemû van zext jî gundî cerdewaniyê qebûl nakin. Li ser vê yekê gund tê şewitandin û gundiyan bi darê zorê ji gund derdixin. Mamê Mihemed Şîrîn Bayram Îlhan Bayram li hemberî hemû gef û zextan jî ji gund koç nake û li gund dimîne. Piştî du salan Mihemed Şîrîn Bayram ji bo ku serdana mamê xwe Îlhan Bayram bike, hewl dide biçe gund. Heta digihêje gundê Temiran tarî dikeve erdê. Ji ber operasyonên li herêmê û neewlehiya rê ya êvarê biryar dide ku bibe mêvanê mala xizmê xwe Ramazan Tekin û serê sibehê biçe Bîra Zeyna.

Sercerdevan wî li Qereqola Pasûrê çavê wî girêdayî dibîne

Bi şev seat derdora 23-24’an de cerdewanên û leşkerên Pasûrê bi ser malê gundê Temiran de digrin. Leşker xwediyê malê Ramazan Tekîn û Mehmet Şîrîn Bayram binçavan dikin. Hevjîna Ramazan Tekin Xezal Tekîn di dema serdegirtina malê de cerdevan Fettah û Cumalî nas dike. Xezal Tekin heman rojê seatdi 7’an de diçe gundikê Bira Zeyna û agahî dide mamê Mehmet Şîrîn, Îhsan Bayram. Îhsan Bayram ji bo rewşa Mehmet Şîrîn Bayram’ê di binçavde fêr bibe diçe qereqola Pasûrê û ji cerdewan Huseyin û Musatafa Bulut’ê kû hevûdû dinasin agahî dixwaze. Mustafa Bulut ji Îhsan Bayram re dibêje li vir li benda agahiyê bisekine. Dotira rojê nêzî nîvro  Mustafa Bulut ê sercerdewan xwe digihîne Îhsan Bayram û dibêje ku wî Bayram li qereqola Pasûrê çavê wî girêdayî dîtiye û pêre axiviye.

Gef li sercerdevan xwarin

Piştî rayedar bi van gotinên sercerdewan Mustafa Bulut dihesin, gazî wî qereqola Pasûrê dikin û gefa lê dixwin. Piştî roja ku gef li Mustafa Bulut xwarine, diçe gel mamê Bayram Îhsan Bayram û dibêje ku qet neçûye qereqola Pasûrê û Bayram nedîtiye. Malbat li gel hemû lêgerîn û serîlêdanên fermî, ji wê rojê û vir de tu agahî ji Bayram’ê di 18 saliya xwe de ku binçavde hatiye windakirin negirtine. Daxwaza me xwesteka dayika Remziye ku digot: ‘Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Bila di goristanê de goreke wî hebe ku li serê duaya bikarim û bixwînim’ bicîh were. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dawî li binpêkirinên mafên mirovan û bêcezakirinê bîne û berpirsiyariyên xwe yên ku ji hiqûqa gerdûnî tên bicîh bînin.