7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Silêman 25 rojin winda ye

Hêzên girêdayî PDK’ê 25 roj berê Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed binçav kir û heta niha tu agahî jê nayê girtin. Guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed her diçe zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 25 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  berovajî û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê têkildarî mijarê diyar kir ku ew tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Nûnerên Rojnewsê dan zanîn ku ew daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin.

Nûnerên Rojnewsê destnîşan kirin ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirsiyar e.