10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunduz: HDP pira yekitiya gelan e

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo ku qada siyasî û civakî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re teng bike êrîş û zextên xwe berdewam dike. Ji bo ku krîzên siyasî, civakî û aborî paş perde bike HDP’ê dike hedef. Lewre têkçûna xwe di hêzbûna HDP’ê de dibîne û ji bona wê jî ewqas êrîş û zextan dike.

Li dijî van êrîşan HDP’ê di 6 û 7’ê tebaxê de li Amed û Stenbolê bi şîara “Çareserî Em in” du mîtîngên navendî li dar xist. Peyamên şikandina tecrîdê, avakirina xeta 3’yemîn û tifaqa demokrasiyê hatin dayîn. Her wiha bi pêşengtiya HDP’ê 7 partiyên siyasî dê di 25’ê tebaxê de deklarasyoneke hevpar ji raya giştî re parve bike. Têkildarî van mijaran rojnameya me bi endama Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK) û hevberdevka lijneya rêxistinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz re axivî.

Tecrîd li her derî belav bûye

Endama Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mîtîngên li Amed û Stenbolê li dar xistine û ev tişt anî ziman: “Pergala îşkence û tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya jiyanê berbelav bûye. Ne tenê li derve li hemû zindanan heman kiryar pêk tên. Daxwaza HDP ji derveyî siyasetê bê hiştin jî berdewamiya polîtîkayên tecrîdê ne. Dîsa şer, pevçûn û xîzanî encama van polîtîkayan e. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê yan jî li kurdan tê kirin. Li dijî hemû hêzên mûxalîf ev polîtîka tê bi pêş xistin. Ji bona wê jî li dijî tecrîdê pêwîst e xwedî derketina têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna jinan, mafên mirovan û azadiyê bê kirin. Em jî xebatên li ser van esasan pêk tînin. Her wiha di mîtîngên me yên Amed û Stenbolê de jî mijara herî sereke ku derketiye pêş tecrîda li Îmraliyê bû. Careke din me dengê xwe bilind kir ku em tecrîdê qebûl nakin.”

‘HDP navnîşana çareseriyê ye’

Gunduz, diyar kir ku HDP di her şert û mercî de ji bo ku tifaqa demokrasiyê berfireh bibe bernameya xwe pêk tîne û wiha got: “HDP di nava gelên Tirkiyeyê de pira yekitiyê ye. Di heman demê de di siyaseta Tirkiyeyê de diyarker e. Ji ber wê desthilatî di nava xofê de ye. Di vê pêvajoyê de HDP’ê li dijî êrîşan ne tenê xwe li ser piyan girt, pêşengtiya mûxalefeta civakî kir û ji gelek aliyan ve bi desthilatê jî da windakirin. Gelek beşên civakî HDP’ê navnîşana çareseriyê dibînin. Divê mûxalefet jî were ser xeta demokratîk. Di her şert û mercî de em stratejiya tifaqa demokrasiyê, xeta 3’yemîn, tifaqa hilbijartinê û berfirehbûna mûxalefeteke demokratîk diparêzin. Bernameyên bi vî rengî li pêşiya me hene. Navê vê bernameyê jî mezinkirina rêya 3’yemîn û tifaqa demokrasiyê ye. Li dijî faşîzmê em ê berxwedana demokratîk û wekhev, jiyanek dadwerî, pergalek civakî û bernameya demokrasiyê bixin di nava jiyanê de.”

Em çareseriya mayînde nîqaş dikin

Di berdewama axaftina xwe de Gunduz bi lêv kir ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bernameya wan a çareseriyê heye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê krîza ku gel dijî li ber çavane. Bi salan li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd, planên tasfiye û çogdanînê tên kirin. Her wiha pirsgirêkên zext û qetlîamên li dijî jinan, bêkarî û xîzanî, dijminatiya ekolojiyê ya faşîzmê heye. Ev pirsgirêk bi xwe re krîz û kaosan ava dike. Li dijî vê kaos û krîzê helbet pêwîstî pê heye ku bi hemû beşên siyasî û civakî re bernameyên hevpar bên çêkirin. Em wekî 7 partiyên ku di xala tifaqa demokrasiyê de hatine cem hev çareseriyên mayînde nîqaş bikin û dikin. Ji bona hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê gotinên me, pêşniyarên me û bernamayên me yên çareseriyê hene.”

Polîtîkaya şer dide windakirin

Gunduz, ji bo krîza li Tirkiyeyê destnîşan kir ku ev krîz ji ber polîtîkayên desthilatiyê derdikevin û wiha pê de çû: “Li Tirkiye û Kurdistanê di şexsê desthilata AKP-MHP’ê de rewşa rizîbûnê heye. Li dijî deskeftiyên jinan û kurdan polîtîkayên tasfiyekirinê bi pêş dixin. Ji ber ku dest ji van polîtîkayan nakêşin, li welat krîza aborî, bêkarî û xîzaniyê derdikeve. Ji bo ku têkçûyîna xwe veşêrin êrîşên destkeftiyên kurdan dikin. Ev rewş jî pirsgirêkan li welat kûrtir dike. Lewre ev krîz bingeha xwe ji şerê ku bi kurdan re tê kirin digire. Di vê rewşê de desthilatî êdî ne gengaz e ku bikare temenê xwe dirêj bike. Heta ku di pirsgirêka kurd de çareseriyek demokratîk çênebe ev krîz jî çareser nabe û di encamê de ev polîtîka bi gelan dide windakirin.”

HDP hêza diyarker e

Di dawiya axaftina xwe de Gunduz, diyar kir ku HDP ji bo rêveberiya hevpar a Tirkiyeyê amade ye û wiha got: “Li Tirkiyeyê krîzên piralî yên aborî, siyasî û civakî tên jiyîn. Sedema van krîzan tifaqa AKP-MHP’ê ye. Naxwazin van krîzan çareser bikin, beravajiya wê van krîzan ew bi xwe bi rê ve dibin. Heke bikare bi dek û dolaban gel bandor bikin wê demildest biryara hilbijartinên pêşwext an jî sergirtî bidin. Heke di siyaseta şer û nîjadperestiyê de jî bi serbikeve teqez wê biçin hilbijartinê. Em jî li dijî siyaseta qirêj a desthilatê wekî ku wê di vê demê de hilbijartin bên kirin xebatên xwe dikin. Armanca me demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Hem di hilbijartinên parlamentoyê de hem jî di yên serokkomariyê de HDP miftê di destê xwe de digire. Bê HDP’ê tu hêz nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Li ser vê rastiyê em ji rêveberiya hevpar re amade ne û ew hêza me heye. Bi dilek rihet em dikarin bibêjin ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de hêza diyarker e.”