14 Haziran, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rojnamevan Seyîthan Akyuz jî di nav de li 27 kesan bi giştî 168 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ceza bi hinceta "delîlên dijhiqûqî bi dest ketine" hat xerakirin

Li Edeneyê di sala 2008’an de bi navê “operasyona KCK’ê” gelek kes hatibûn binçavkirin. Paşê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven (ku niha di Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T’yê de ye) û rojnmavena Seyîthan Akyuz jî di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” der barê 96 kesan de îdianame hatibû amadekirin. Danişîna biryardayînê ya dozê di 10’ê kanûna 2019’an de hatibû lidarxistin. Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Edeneyê Guven û Akyuz jî di nav de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li 27 kesan, her serê kesekî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîbû. Der barê 69 kesan de jî biryara beraetê dabû.

Piştî vê parêzerên kesên ku ceza li wan hatibû birîn, serî li Daîreya Ceza ya 2’yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Edeneyê dabûn. Di serlêdanê de hatibû diyarkirin ku delîlên hatine berhevkirin dijî hiqûqê ne û wiha hatibû gotin: “Delîlên ku bi awayekî derqanûnî hatine berhevkirin, wekî delîl nayên qebûlkirin.”

Ceza hat xerakirin

Dozgerê ku li dosyeyê mêze dikir jî serî li îstinafê dabû. Dozger xwestibû ku hemû bersûc bên cezakirin. Lê Daîreya Ceza ya 2’yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Edeneyê red kir.

Her wiha Daîreya Ceza ya 2’yan ji bo serlêdana parêzeran jî biryar da ku guhdarîkirina nêvengê ku wekî delîl daxilî nava dosyeyê hatine kirin li dijî hiqûqê ye. Daîreya Ceza, cezayê ku dadgeha herêmî birîbû xera kir û dosyeyê cardin ji Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Edeneyê re şand. 96 kes di nêz de dê cardin biçin pêşberî dadger.