21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî ambargoya rejîma Şamê zêde dibin

Şêniyên Kobanê bang li hikûmeta Şamê kirin ku ambargoya li ser taxên  Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê û ambargoya giran a li ser kantona Şehbayê rake

Şêniyên bajarê Kobanê ambargoya giran a ku hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqûsd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê ferz kiriye, şermezar kir û bang li hikûmeta Şamê kirin ku guh bide daxwazên gel.

Xelkên Kobanê ji ajansa ANHA’yê re der barê ambargoya li ser Şehba û taxên kurdan ên Helebê axivîn û fikir û ramanên xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Omer Mistefa got: “Hikûmeta Şamê careke din zîhniyeta xwe ya kevnar a ku ji zêdetirî 50 salî ve pêkhateyên gelê Sûriyeyê westandine, eşkere dike. Ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê nîşaneya vê yekê ye ku dixwaze rewşê vegerîne beriya sala 2011ʹan.”

Mistefa diyar kir ku ew serî ji tu kesî û siyasetên ambargoyê re natewînin û got: “Bi yekitî û hevgirtina xwe em ê ambargoya li ser xwişk û birayên xwe bişikînin.”

Welatiyê bi navê Elî Pîro jî anî ziman ku hikûmeta Şamê îflas kiriye û ji bilî siyaseta dorpêçê tiştek li pêşiya wê nemeya ku bihêle şênî daxwazên wê qebûl bike û got: “Hikumeta Şamê şaşiyan dike. Bi berxwedana şêniyên li herêmên dorpêçkirî dê planên wê têk biçin.”

Elî Pîro destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi rêya siyasetên dorpêçkirina taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê hewl dide zextê li Rêveberiya Xweser bike da ku daxwazên wê bi cih bîne û got: “Hikumeta Şamê baş dizane ku şêniyên van herêman xwedî li rêveberiya xwe derketine.”

ʹDivê hikûmeta Şamê guh bide daxwazên gelʹ

Welatiyê bi navê Nedîm Daşo anî ziman ku hikumeta Şamê li şûna ku alîkariya şêniyan bike, sotemenî û derman li ser wan qut kirine, ji ber vê yekê şênî li ber serma û birçîbûnê bê parastin mane.

Daşo bang li hikumeta Şamê kir ku tavilê ambargoyê rake û guh bide daxwazên gelê Sûriy