3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Endamên MÎT’ê jî tevlî êrîşa li girtîgeha Hesekê bûne‘

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li ser girtîgeha girtiyên DAÎŞ’î tê de ne, derkete holê ku endamên payebilind ên MÎT’ê jî tevlî nav êrîşê bûne

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed  di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa ANF’ê re dibêje ku di nava êrîşa DAIŞ’ê ya berî salekê li Hesekê pêk hatibû, endamên mîta tirk jî di nav de hebûn. Newroz Ehmed  di vê der barê de wiah dibêje : Salek di ser êrîşa Hesekê derbas ya 20’ê çileyê 2022’yan hat kirin derbasbû. Di nav salekê de gelek kes hatin girtin. Lêpirsîn ji gelek aliyan hat destpêkirin. Ev êrîş destpêkê ji kû û çawa dest pê kir? Lêpirsîneke giring bû ku ev tişt derketin holê. Beriya êrîşê hin agahî dihatin ku wê êrîş bê kirin. Bi saya van agahiyan gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin. Di der barê êrîşa dawîn de me nedipa ku wê êrîş bê kirin. Lewre beriya wê gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin.Êv êrîş di asta herî bilind hatibû organîzekirin. Êv êrîş ji aliyê reveberiya payebilind ve bi rêya komên teng hatiye organîzekirin. Rêvebiriya bilind a DAÎŞ’ê ku li herêmên dagirkirî dimîne, êrîş organîze kiriye. MÎT’ê bi xwe planê sewqkirina çete û cebilxaneyê kiriye. Ev êrîş ne bi tenê bi destê DAÎŞ’ê hat kirin. Tirkiye bi xwe êrîş organîze kiriye.”

Aliyê Iraqê jî heye

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de balê dikişîne ser tevlêbûna aliyê Iraqê jî û wiha dibêje: “Aliyê Iraqê yê êrîşê jî heye. Bi rêya Kampa Holê bi danrevandina malbatên DAÎŞ’î temamkirina vê planê ji xwe re kirine armanc. Plan ew bûye ku girtî û malbatan bi hev re derbixin. Lewma planekê êrîşê yê berfireh hatiye amadekirin. Ji bo danîna têkiliyê bi girtiyan re hin tişt bi dizî xistine girtîgehê. Bi rêya alavên teknîkî yên wek telefonê pêwendî danîne. Hatiye diyarkirin ku wê gava êrîşê çeteyên girtî çi bikin. Li taxên li nêzê girtîgehê jî hucre hatine bicihkirin. Kesên li xwe mikur hatin ku planê êrîşan ji derve çawa hatiye kirin. Yên ji derve hatin jî û yên ji girtîgehê tev li plan bûne jî li xwe mikur hatin. Agahî bi kêm kesan re parve kirine. Haya gelek kesên di girtîgehê de jê nîn bû. Plana êrîşê ji kesên hatine re jî herî dawî hatiye gotin. Hatiye gotin ku wê her hedef çawa bê amadekirin. Bi vî awayî şandine herêmên me. Ji derve wiha hatine birêxistinkirin.”

Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de behsa kêmderfetiyan kir û wiha got: “Me li gorî derfetên xwe, lêpirsîn bi rê ve bir. Hîna jî hin alî hene ku divê li ser bê sekinîn. Hîna aliyên ku me zelal nekirine, hene. Ji ber ku gelek hejmarên telefonan ên ayîdê Tirkiye û gelek welatên din, hebûn. Ayîdê kê ne û divê ev bihatana şopandin. Derfetên me yên tespîtkirina van, kêm in. Me ev yek bi hêzên din re parve kir. Dîsa kesên hatine kuştin kî bûn, ji bo van testa DNA’yê pêwîst bû. Li herêmê derfetên me kêm in. Lewma em hîna têkildarî hin mijaran, tiştên zelal nabêjin. Ev nayê wê wateyê ku em li ser nasekinin. Lêpirsîn hîna jî didome.Lêpirsîna tiştên me desteser kirine û ya girtiyên DAÎŞ’î tê kirin. Xebatên me hîna jî dewam dikin. Hîna jî di rojeva me de ye. Em hewl didin ku cihên kêm mane, derbixin holê. Lê hîna jî aliyên kêm hene. Lê di noqteya destpêkê û aliyên sereke de em gihiştin encamê. Lê hîna hin hûrgulî hene û têkildarî vê yekê xebatên me dewam dikin.”