spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê û li gelek bajaran sersala kurdî hat pîrozkirin

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê “Serê salê” bi coş, kelecan û bi tevlêbûna partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl û xelkê Amedê  pîroz kir

Di pîrozbahiyê de gelek partiyên siyasî û sazî û dezgehên çandî cih girtin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li pîrozbahiya serê salê bûn.

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi destpêka sersala kurdan ku rastî 13’ê çileyê tê li eywana dawetê ya Avayê li navçeya Peyas a Amedê pîroz kir. Sersal bi tevlêbûna gelek welatiyan û hunermend Hediye Alkan, Kadîr Cat û Azad Bedran hat lidarxistin. Hunermendan stranên xwe  diyariyê şehîdên Parîsê û girtiyen azadiyê kirin.

Di destpêkê de dengbêj derketin ser dikê û hunermend Hediye Alkan, Kadîr Cat, pişt re jî Azad Bedran dor bi dor derketin ser dikê û bernameya serê salê bi coş û kelecaneke mezin bidawî bû.

Bername bi coş û kelecanek mezin, bi girtina govendê berdewam kir. Beşdarên şahiya sersalê  bênavber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo”,”Şehîd Namirin” di nava kelecana xwe de berz kirin.

Ji bilî Amedê li Êlih, Cizîr, Stenbol jî sersala kurdan a 2023’an li van bajaran jî bi coş û keleaneke mezin hate pîrozkirin.