3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştgiriya serhildana (Jin, Jiyan Azadî) didome

Li hundir û derveyî welat xwepêşandan û nerazîbûnên gelên Îranê bênavber û bi şêwe û awayên cuda berdewam dikin

Piştgiriya serhildana gelê Îranê berdewam dike û rayedarên gelek welatan bidarvekirina xwepêşandêran şermezar dikin û bang li rayedarên rejîma Îranê dikin ku guh bide daxwazên gel û demildest bidarvekirinan rawestîne.

Li hundir û derveyî welat xwepêşandan û nerazîbûnên gelên Îranê bênavber û bi şêwe û awayên cuda berdewam dikin.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patîl di civîna xwe ya çapemeniyê de li ser darvekirinên rejîma Îranê rawestiya û wiha  got: “Kiryarên rejîma Îranê di girtina keyfî û neheq a hemwelatiyan, ferzkirina itîrafên bi darê zorê li ser xwepêşandêran û biryarên bidarvekirina xwepêşandêran bi tevahî nayên qebûlkirin û divê dawî li van kiryaran were anîn”.

Endamê parlamentoya Ingilistanê Bob Blackman, di gotara xwe ya rûniştina Civata Giştî de der barê rewşa Îranê de wiha got: “Divê rayedarên rejîma Îranê bêne dadgehkirin û tundiya li dijî xwepêşandêran were astengkirin.”

Di tomareke deng de ya ku gihaye destê malpera (Îran International) Mecîd Kazimî, ciwanê ku li ber darvekirinê ye, di peyameke dengî de dibêje ku ew neçar bûye, di bin îşkenceyê de li dijî xwe şahidiya derewîn bide.

Angelina Jolie vîdyoya dayika Mihemed Qebadlo li ber girtîgeha Rajai Şehr belav kir û wiha nivîsî: “Ez wek dayika zarokên hev temenê Mihemed, ez nikarim kûrahiya wendakirin û êş û azarên dayikên ciwanên hatine kuştin xeyal bikim. Ji destpêka çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” û vir ve birîndar an jî girtî ne. Em dengê dayikan dibihîzin. Em hezkiriyên wan ên leheng ên ku jiyana xwe ji bo kesên din û ji bo Îranê dixe xetereyê jibîr nakin.”

Di vê navberê de, çalakiyên berfireh ên Îraniyên li derveyî welat ji bo piştgiriya serhildana gel dewam dikin. Komek ji îraniyên niştecihên Torontoyê li ber ofîsa Chrystia Freeland cîgira serokwezîrê Kanadayê kom bûn û daxwaz ji dewleta vî welatî kirin ku pasdarên Îranê bixe lîsteya komên terorîst.”

Komek ji îranî û çalakvanên Kenedî jî beşdarî ofîsa Jonathan Wilkinson nûnerê North Vancouverê li Parlamentoya Kanada li Vancouverê bûn û daxwaza şermezarkirina bidarvekirina xwepêşandêran kir û daxwaza ku pasdarên îranê bikevin nava lîsteya terorê kirin.