3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 ‘Mitîng destpêk û ragihandina heyama nû ye’

Mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibê  li Meydana Kartalê ya Stenbolê wek mitînga yekemîn bê li darxistin. Siyasetmedarên jin ên pêkahateyên Tifaqê banga beşdariya mitîngê li xelkê Stenbolê kirin

Tifaqa Ked û Azadiyê di 15’ê çile de li Meydana Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin êdî bes e. Em bi hev re biguherînin” mitînga yekemîn li dar dixe. Mitîng saet di 13.00’an de dest pê dike û amadekariyên mitîngê bi dawî bûn. Her wiha ji bo mitîngê destûr jî hatiye dayîn. Pêkhateyên Tifaqê li navçeyên Stenbolê belavokan belav dikin û banga beşdariya mitîngê dikin.

Hevberdevka Rêxistinkirina HDP’ê ya Stenbolê Besra Îşsever diyar kir ku 20 sal in ew bi îktidarek şerxwaz re rûbirû ne û budçeya ji bo gel ji şer re tê veqetandin û xelk her ku diçe ferqîr dibe. Îşsever da zanîn ku bi şer û feqîriyê re zextên li ser civakê jî zêde dibin û got: “Îdiaya me ew e ku em siyaseta Rêya 3’yemîn li pêş bixin da ku jibo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv.”

‘Divê îktîdar bigûhere’

Îşsever bal kişand ser şer û tecrîda li Tirkiyeyê tê meşandin û got: “Em ê di mitîngê de ji şer û tecîdê re bêjin na û li dijî van peyaman bidin. Şer, feqîrî û tecrîd li ser her kesî tesîrê dike. Heta ku tecrîd ranebe şer naqede, heta ku şer jî bidawî nebe em ji feqîriyê xelas nabin. Em ê têkildarî van mijaran peyaman bidin. Em li benda hemû gelên xwe ne. Beşdariya mitîngê girîng e. Çimkî êdî divê em vê îktidarê biguherînin.”

‘Gel ji AKP-MHP’ê aciz bûye’

Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Bajarê Stenbolê Nîlay Kûş jî destnîşan kir ku vê mitînga ew birêxistin dikin ew wek mudaxileya li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Du hefte ne amadekariyên mitînga me hebûn. Gel piştevaniyek mezin dide me û peyamên baş didin me. Çimkî gel ji AKP-MHP’ê aciz bûye û çavê wan li lêgerînên nû ne û bi meraq xebatên me dişopînin. Ji ber vê yekê jî divê mitînga me bi hêz û girseyî derbas bibe. Em gelê xwe yê li dijî vê pergalê û krîza aborî ye, vedixwînin mitînga destpêkê.”

Berdevka Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Bajarê Stenbolê Melîs Akyurek jî anî ziman ku mitînga wan li dijî neheqî, bêhiqûqî, kedxwarî, feqîriyê ye û wiha got: “Em ê di mitîngê de ji şer, feqîrî, kuştina jinan, tecawiz û tacîzkirina zarokan, îşkence û talanê re bêjin na. Mitînga me destpêk û ragihandina heyamek nû ye. Çimkî îktidara AKP-MHP’ê her qoziya welat talan kiriye û dike. Tehamûla gel li hemberî vê nemaye. Divê em ji hemû tengasiyên li Tirkiyeyê re bêjin bes e. Em hemû kesî vedixwînin mitînga me ya bicoş û tije bendewarî.”