2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hakan Fîdan ji bo hevkariyê spasiya rayedarên başûrê Kurdistanê kir

Berovajiyê rayedarên hikûmeta Iraqê Nêçîrvan Barzanî soza piştgirî û hevkariya bi dewleta tirk re da û wiha got: Em amadene di hemû aliyan de hevkariya hikûmeta tirk bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan de, berovajiyê rayedarên hikûmeta Iraqê soza piştgirî û hevkariya bi dewleta tirk re dan. Nêçîrvan Barzanî got, ew amadene di hemû aliyan de hevkariya Tirkiye bikin.

Di saetên sibehê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan piştî hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê kir. Fîdan destpêkê li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî civiya. Li gor zanyariyan di civînê de mijara hinardekirina nefta Herêmê û hin mijarên din hatin axaftin.

Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, di civînê de ragihand ew di hemû aliyan de ji bo pêşxistina têkiliyên Hewlêr û Enqereyê amadene. Her wiha Barzanî got, “Em spasiya dewleta Tirkiye dikin ku di hemû aliyan de bi taybetî di demên zehmet de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Wê Herêma Kurdistan ti demê piştgirî û hevkariya Tirkiye ji bîr neke.”

Hakan Fîdan piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li gel Cîgirê Duyem ê Serokê PDK’ê Mesrur Barzanî civiya. Piştî civînê, Fîdan di civînek çapemeniyê de got: “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikîn ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya me kiriye. Ji bona wê em ê hemû hevkarî û piştgiriyek bikin.”

Mesrur Barzanî jî di civîna çapemeniyê de got: “Me di derbarê peywendiyên navbera Iraq û Tirkiye bi taybetî jî navbera Herêm û Enqere giftûgo kir. Me di civînê de behsa hinardekirina nefta Herêmê û dosya ewlehiyê kir.”

Hêjayî gotinê ye ku di dema serdana Hakan Fîdan a Bexda û başûrê Kurdistanê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê êrîşî wesayiteke Jin Tv kirin û di encama êrîşê de xebatkarekî wan hat kuştin û rojnamegerek jî birîndar bû. Her wiha li nêzî Hewlêrê jî balafirên artêşa tirk wesayitek din kirin armanc.