3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Penaberên binçavkirî: Em nikarin hilmê bidin û bistînin

Li Antalyayê 250 kesên ku neqanûnî hatine Tirkiyeyê hatine binçavkirin û du roj in li eywana sporê ya bajêr tên ragirtin.

Li Antalyayê 250 penaberên ku “neqanûnî” hatine Tirkiyeyê hatine binçavkirin. Tê gotin ku welatiyên ji rojhilatê Kurdistanê jî di nav wan de hene. Ev kes di 22’yê tebaxê de hatine binçavkirin. Hat zanîn ku hejmarek zêde yên ku hatine binçavkirin hê vîzeyên wan didome û zarok jî di nav koma binçavkirî de hene. Hat gotin ku du roj in li eywana sporê ya li Manavgatê tên ragirtin.

Ciwanek ji bajarê Pave yê rojhilatê Kurdistanê ku ew jî hatiye binçavkirin xwe gihand Ajansa Mezopotamyayê û da zanîn ku ew li naverasta kolanê hatine binçavkirin û nûçeyan binçavkirina wan wek “penaberên neqanûnî hatine Tirkiyeyê û bi ser Tirkiyeyê re dixwazin derbasî Îtalyayê bibin” hatine servîskirin û bi vî awayî hedef hatine nîşandan.

Nikarin hilmê bigirin

Vî ciwanî anî ziman ku eywana sporê pir germ e û cihek ku kes nikare lê bimîne de tên ragirtin û xwarin û av nadin wan û nikarin hilmê bigirin. Ciwanî navê xwe de diyar kir ku nêzî 300 kesî li ser dilê hev dimînin û ji ber derî û pencere girtî ne zarok  û navsere nikarin hilmê bidin û bistînin.