11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hanife Aslan a 76 salî ligel nexweşiyên giran nayê berdan

Hanîfe Arslan a 76 salî, tevî temenê mezin û nexweşiyên giran girtî tê darizandin û serbest nayê berdan. Keça Arslan Reyhan Oren, da zanîn ku dayika wê nexweşa şekir e û xwest bilez bê berdan.

Girtiya 76 salî û bi nexweşiya giran a şekir Hanîfe Arslan di 1’ê Çileyê û 3’ê Çileyê de rakirin Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeya Yuzuncu Yil a Wanê. Arslan ku diviyabû bi kontrola doktor û li nexweşxaneyê bihata dermankirin, piştî kontrolê yekser birin girtîgehyê. Hanîfe Arslan destpêkê sala 2017’an hate girtin. Piştî ku 9 mehan girtî ma, hate berdan. Dadgehê bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza lê birîn. Piştî ku ceza hate erêkirin di sala 2022’an de Hanîfe Arslan careke din hate girtin. Zêdeyî 21 meh in girtî ye.

Hanîfe Arslan ku 40 sal in nexweşa şekir e, her wiha nexweşiya hîpertansiyonê û apse jî pê re heye. Ji ber nexweşî û êşa li çokê nikare bimeşe. Wê dibin nexweşxaneyê, lê bêyî ku tedawî bikin li girtîgehê vedigerînin.

‘Bila serbest bê berdan’

Keça Arslan Reyhan Oren anî ziman ku yekane hewldan û armanca wan ew e ku dayika wê tavilê ji girtîgehê derkeve. Oren diyar kir ku ew dixwaze dayika wê li mala xwe bê dermankirin û got, “Di vî temenî de û bi van nexweşiyan gelekî zehmet e ku li girtîgehê bê hiştin. Em dixwazin dayika min bi saxî ji wir derkeve. Em dixwazin dayika min derman bikin û lê binerin. Nepêkane ku li girtîgehê bijî. Lênêrîna wê zehmet e, nikare li xwe binere. Êdî hêza dayika min nemaye ku îdare bike. Ji aliyê psîkolojîk ve jî di rewşeke xerab de ye, ji ber ku gelekî nexweş e.”