28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo gelê xwe têkoşiyan

Ji ber jin hêza guhertin û veguherînê ne pergala baviksalarî bi armanca tunekirinê êrîş dike. Lê tevî van êrîşan jî têkoşîna jinên kurd her roj xwe li ser mîrateya Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan mezintir dike.

Bi têkoşîna PKK’ê re têkoşîna jinan a ku ji bo mafên xwe didin geştir bû. Êdî li her mal, kuçe û kolanan dengê azadî û wekheviyê yê jinên têkoşer olan dide. Ji ber vê yekê dewletên dagirker li dijî jinên berxwedêr her tim di nav hewldanên tunekirinê de ne. Dewlet her çi qas hewl dabe jinan ji rêya wan a azadiyê dûr bixe jî têkoşîna jinên kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin pêl bi pêl li cihanê belav bû.  Mînaka vê ya li ber çavan Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêk hat.

Bi belavbûna têkoşîna jinan hişmendiya mêrperest li dijî jinan rêbazên xwe yên êrîşê berfireh kirin. Jinên kurd ên wek Sakîne Cansiz ku bi têkoşîna xwe di nav dîroka jinan de bûne mînak ji aliyê dewleta mêrperest ve hedef hatin girtin. Di 9’ê çileya 2013’yan de li Parîsê, bi Sakîne Cansiz re Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan bi awayekî hovane hatin kuştin. Dewleta Fransa ku bi bêdengiya xwe bû şirîkê kujeran û tevî salên derbas bûne jî ji bo ronîkirina bûyerê tu gav neavêtiye.

Piştî 2 salan hê der barê bûyera li Fransayê tu agahî nehatibûn dayîn di meha çileya 2015’an de vê carê li Silopyaya Şirnexê 3 jinên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr bûn hedefa dewleta tirk.

Her 6 jinên kurd jî ji ber ku li hemberî êrîşên dewleta tirk serî netewandin bûn hedef. Jixwe dema em bi awayeke kurt li jiyana wan binêrin wê baştir bê fêmkirin.

Xwedî sekneke berxwedêr bû

Sakîne Cansiz (Sara) di 12’ê sibata 1958’an li gundê Tahti yê Dêrsimê tê dinê. Di hemû jiyana xwe de bi sekn û wêrekbûna xwe bala derdora xwe dikşîne.  Dilê wê tim ji bo azadiyê lêdide û tim di nav lêgerînê de ye. Di nav vê lêgerînê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û ji bo berfirehkirina van fikran wek damezrîner tev li karê avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe.

Di sala 1980’yî, girtîgeha Amedê de li hemberî Esat Oktay Yildiran bi sekneke dîrokî li ber xwe dide û ji bo hevalên xwe dibe çavkaniya hêzê. Sakîne Cansiz vê sekna xwe di qadên gerîla de jî didomîne û ji bo rêhevalên xwe dibe sembola berxwedanê.

Sakîne Cansiz hemû jiyana xwe xistibû qada şer. Şerê wê ji bo jiyana azad, jina azad û civaka azad bû. Sakîne Cansiz a ku rêwiya azadî û aştiyê bû ji aliyê dewleta tirk ve hat kuştin. Sakîne Cansiz her çi qas ji aliyê fizîkî ve ji rêhevalên xwe hatibe qetandin jî îro bi hezaran jinên neteweyên cuda ji têkoşîna wê bandor dibin û xeta têkoşîna xwe li ser sekna wê ava dikin.

Dilgerm û rûken bû

Fîdan Dogan (Rojbîn) di 17’ê çileya 1982’yan de li Elbistanê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê biçûk de neçar dimîne ku bi malbata xwe re koçê Fransayê bike. Fîdan Dogan a ku li Parîsê nûneriya KNK’ê dikir ji bo karê dîplomasiyê karekî giran dabû ser milê xwe. Tevê ku barê wê giran bû jî bi rûkenî û dilgermî xebatên xwe dimeşand.

Fîdan Dogan bi sekna xwe ne tenê bandor li kurdan dikir her wiha bandora wê li ser fransizan jî hebû. Ji ber vê sekn û bandora xwe ya erênî bû hedefa dewleta tirk û di 9’ê çileyê de li Parîsê hat kuştin.

Parazvana kurdbûnê

Leyla Şaylemez (Ronahî) di 1’ê çileya 1989’an de li Mêrsînê tê dinê. Ew jî wek Fîdan Dogan ji  ber êrîşên dewleta tirk neçar dimîne ku berê xwe bide Almanyayê. Leyla Şaylemez di temenê xwe yê biçûk de dikeve pey heqîqetê.

Leyla Şaylemez di zarokatiya xwe heta roja şehîd dibe bi jêhatîbûn û têkoşîna ku li dijî neheqiyê dida ji bo derdorên xwe dibe mînak. Li hemberî asîmîlasyonê li nirxê xwe û kurdîtiya xwe xwedî dertê û jiyana klasîk qebûl nake. Ew jî ji ber kesayet û têkoşîna ku dide di 2013’yan de bi Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan re dibe hedefa hişmendiya mêrperest.

Wek ku me li jor jî anî ziman di 2015’an de Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr li Silopyayê tên kuştin.

Di xebata xwe de bi israr e

Yek ji jina pêşeng û berxwedêr Sêvê Demir ku li Silopyayê hat kuştin di sala 1974’an de li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê tê dinê. Malbata Sêvê ji ber zilma dewletê di sala 1995’an de diçin Bismil a Amedê û demek şûn de jî diçin Salihliya Manîsayê. Sêvê Demîr jî wek gelek kurdan zilm û zordariya dewletê di temenê xwe yê biçûk de nas dike. Sêvê Demîr di temenê xwe yê biçûk de di nav HADEP’ê de dest bi têkoşînê dike û xebata ku dike di bin banê  DEHAP, KCD û DBP’ê de jî dide meşandin.

Dewleta tirk wek ku bixwaze tola xebatên ku daye meşandin jê bistîne bi 11 guleyan wê dikuje.

Ji gel qut nebû

Pakîze Nayir di sala 1990’an de li gundê Ziristanê yê Silopyayê tê dinê. Ji ber ku dewleta tirk gundên wan vala dike neçar dimînin ku koçê Nisêbînê bikin. Pakîze Nayir di 12 saliya xwe de barê malbata xwe digire ser milên xwe. Her wiha ji bo kurdbûna xwe xebatên xwe dimeşîne. Bi taybet jî wek jineke ku tune tê hesibandin hewl dide hebûna xwe nas bike.

Pakîze Nayir wek Hevseroka Meclisên Gel a Silopyayê di dema pêvajoya Berxweedana Xweseriya Demokratîk de bi gel re dimîne û di nav gel de têdikoşe. Pakîze Nayir jî wek Sêvê Demir û Fatma Uyar dibe hedefa dewleta tirk.

Têkoşîna ji bo gel

Yek ji jinên ku li ber xwe da û di encama berxwedanê de hat qetilkirin jî Fatma Uyar e. Di sala 1988’an de li gundê ber çiyayê Gebarê yê bi navê Duhokê tê dinê. Piştî Fatma Uyar tê dinê malbata wê ji gund tên navenda bajêrê Şirnexê. Di serê salên 2000’î de têkoşîna azadiyê nas dike û bi kelecanî tev li xebatên siyasî dibe, xwe bi rêxistin dike. Di nav xebatên ciwanan de cih digre. Di sala 2009’an de tê girtin, 5 salan di girtîgehê de dimîne. Li gelek girtîgehan dimîne û dema tehliye dibe li herêma Serhedê xebatên xwe di didomîne.

Piştî ji herêma Serhedê vedigere li herêma Botanê wek endama KJA’yê xebatên xwe didomîne. Di dema pêvajoya berxwedana xweseriyên demokratik de diyar dike ku ew ê li kêlêka gel têbikoşe û ji bo azadiya gel wê li ber xwe bide. Fatma Uyar bi Sêvê Demir û Pakize Nayir de di 4’ê çileyê de li Silopyayê tê kuştin.

Wek ku me di şexsê 6 jinên tekoşer de jî dît dewleta tirk gelê kurd li gund, bajar û navendên cihanê kiriye hedefa xwe. Ev hedefgirtin hemû ji bo têkoşîna li dijî tunehesibandê were tepisandin hatiye dayîn, pêk hatine. Lê tevî van êrîşan jî têkoşînan jinên kurd her roj xwe li ser mîrateya Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan mezintir dike.