spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê xwepêşandan û nerazîbûna karkeran zêde bûye

Duh li gelek bajarên Îranê xwepêşandanên karkeran hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de li dijî mercên belengaz ên li welêt û krîza aborî karker nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Li gorî medyayê herêmî gelek karkerên malnişîn ên şirketên helandina hesin, kargeha petrol û gazê ya Axacarî û kargeha Heft Tepe ya Pincarê tev li xwepêşandanan bûne û mercên giran ên tê de derbas dibin şermezar dikin. Her wiha li gorî hin raporan roja şemiyê jî karkerekî ji ber zextên aborî û xizaniyê xwe intîhar kiriye.

Di xwepêşandanên roja yekşemê de, karkerên malnişînbûyî dirûşmeyên şermezarkirina polîtîkayên hikûmetê û neheqiya ku li ser karkeran tê kirin, berz kirin. Di nava sloganên ku hatin berz kirin de  “Hikûmet û parlamento zordar in,” “Dijmin li vir e … ew derewan dikin û dibêjin ku ew Amerîka ye,”

û Slogana “Huseyn bilind dikin û derew û diziyê dikin.” Hatin berzkirin .

Ajansa Ilna, di raporekê der barê xwepêşandanên malnişîniyan de nivîsand û got: “Daxwazên herî girîng ên van xwepêşandêran li ser xeta xizaniyê bilind dikin û van xebatkaran bawer dikin ku îro xeta hejariyê 25 milyon tûmen e, lê mûçeyên wan tenê 9 milyon e.

Di hefteyên paşîn û mehên borî de, karkerên malnişîn ên şirketên neftê grev û xwepêşandan bi rêxistin kirin.

Li gorî raporên mafên mirovan, di sala 2023’an de, bû şahidê 320 civînên karkeran û 111 grev û piraniya van civînan bi daxwazên mûçeyên çêtir re têkildar bûn.

Diyardeya xwekuştina karkeran li bajarên din jî belav dibe

Di vê navberê de, Ajansa Nûçeyan a ILNA ragihand ku xebatkarek di bazara firotanê de li qada Xaniabad, dawî li jiyana xwe aniye.

Imtedad TV raporek li ser mijara xwekuştinên karkeran ê di demên dawî de kir. Kanalê hevpeyvînek li gel birayê yek ji karkerên di van demên dawî de,dawî li jiyana xwe anîbû, kir. Di hevpeyvînê de behsa xwekuştina karkerekî ya li bajarê Îlamê hatiye kirin. Ew kes behsa xwekuştina birayê xwe û hevalên wî dike û dibêje ji ber ku birayên min û hevalê wî ji kar hatibûn avêtin loma wan jî dawî li jiyana xwe anî.

Birayê yek ji karkerên ku dawî li jiyana xwe aniye wiha dibêje: “Birayê min û 10 hevalên wî di şirketa pîşesaziyê ya Nuran de dixebitîn, lê ew ji kar hatin derxistin û peymanên bi wan re hatin xerakirin.”