6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê hişyarî da Israîlê

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bang li Îsraîlê kir û got: "Xeza aîdî Filistîniyan e û ev nayê veguherandin." Û “Divê asta operasyonên leşkerî jiayana sivîlan li ber çavan were girtin.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Yekşemê li Qudsê bang li Îsraîlê kir ku di şerê ku li Xezayê dimeşîne de, hişyar be û tundiya di operasyonên li dijî Hemasê de kêm bike û jiyana sivîlan li ber çavan bigire.

Wezîra alman di dawiya hevdîtinên bi hevpîşeyê xwe yê Îsraîlê Yisrael Katz û Serokomarê Israîl Îshaq Herzog re daxuyanî da rojnamevanan û got, “Kuştina hejmara zêde ya mirovan nikare bidome. Pêdiviya me bi kêmkirina û rêveberina operasyonan heye.”

Wê her wiha got, “Roj bi roj zelaltir dibe ku artêşa Îsraîlê ji bo parastina sivîlên li Xezayê divê zêdetir bixebite û divê di şerê li dijî Hemasê de hin rê û rêbazên din hebin, bêyî ku sivîl ewqasî zirarê bibînin.”

Amanya ji destpêka şer û pevçûnan ve, piştî êrîşa tevgera Hamasê ya di 7’ê cotmeha 2023’an de qewimîbû, piştgirîya bê şert û merc dide Îsraîlê.

Birbock teqezî  li ser wê yekê kir û got: “Ez careke din teqez dikim ku welatê we di şerê li dijî terorîzma kor a ku dixwaze Îsraîl ji nexşeyê rake, dikare bi xurtî li ser hevgirtina me bisekine. Ger Hamas şerê dîn û tundrew berdewam nekira dê ji demeke dirêj ve ev şer û pevçûn bidawî bibûya.” .

Her wiha got; “bi eşkereyî” di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Israîlê de got ku divê ew hemî aliyan li ber çavan bigirin: “Divê awayê ku artêşa Israîlî vî şerî dimeşîne li ber çavan bê girtin, hukûmet li ser serdema piştî vî şerî bifikire, bala xwe bide êş û azarên filistîniyan û ev hemû bandorê li ewlehiya Israîlê dikin.”

Wezîra alman li hember bangewaziya du wezîrên rastgirên tundrew ên Israîlî yên ji bo vegera nişteciyên cihû bo Xezayê jî hişyarî da û got:  “Xeza ya filistîniyane û ev yek nayê guhertin.”

Wezîra Almanî ku piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de çaremîn serdana xwe bo Rojhilata Navîn dike, dê ligel Serokê Rêveberiya Netewî ya Filistînê Mehmûd Ebas û hevtayê xwe yê Filestînî Riyad El Malikî jî bicive.

Berbock wê piştre derbasî Misrê bibe û li wir bi Wezîrê Karên Derve Sameh Şukrî re bicive û piştre jî derbasî Lubnanê bibe.