19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îmzekerên deklarasyonê: Divê her kes daxwaza aştiyê bîne ziman

564 nivîskar û hunermendan di 7’ê Çile de li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” îmze kirin û ji bo çareseriyê aştî û diyalog xwestin. Hunermendan xwest her kes bibe dengê aştiyê.

Hunermend, rexnegirên hunerên, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz û akademîsyenên hunerê jî di nav de bi giştî 564 kesan di 7’ê çile de li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” parve kirin. Îmzekaran di deklarasyonê de diyar kirin ku pirsgirêkên li welêt dikare bi rêbaza muzakereyê çareser bikin gotin: “Ji bo aştiya civakî bi wêrek bin. Divê hikûmet dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berde. Hewceye ji diyalog û axaftinê netirsin.”

Hunermend Cevdet Bagca, rexnegirê hunerê-wênesaz Feyyaz Yaman, nivîskar Firat Cewerî, derhêner Haşîm Aydemîr, derhêner Îlham Bakir, lîstikvan Julîde Kural, hunermend Mîkaîl Aslan, derhênera belgefîlm sînemayê Nejla Demîrcî, wênesaz Ozcan Yaman, wênesaz Sevînç Altan, derhêner Sirri Sureyya Onder, akademîsyena şanoyê Sureyya Karacabey û bestekar-gotinnûs Şanar Yurdatapan jî di nava îmzekerên deklarasyonê de cih girtin.

Nivîskar û hunermendên deklarasyon îmze kirin têkildarî mijarê axivîn.

‘Em têkoşîna aştiyê pêş bixin’

Ji hunermendan Celal Ekîn diyar kir ku dixwazin bi deklarasyonê re bibin dengê aştiyê. Ekîn, destnîşan kir ku daxwaza aştiyê ya kurdan heye û tu caran ji vê daxwazê paşvegav neavêtine û wiha got: “Ji bo aştiyeke mayînde divê beriya her tiştekî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Tecrîd ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiya tê meşandin. Ji qada siyasetê heta çand û ziman, li ser her qadê tecrîd heye. Ji bo rakirina tecrîdê divê her kes ji daxwaza aştiyê bibawer be û vê daxwazê bîne ziman. Ji bo vê jî hemû bar dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîran. Daxwaza me, aştiyeke mayîn de ye. Ji bo şer bidawî bibe dê têkoşîna me bidome. Heke hewce bike em ê ji bo aştiyê şer bikin.”

 Hunermend aştî û çareseriyê dixwazin

Hunermend Îlyas Arzu jî bi bîr xist ku şer û pevçûn ev 40 sal in didomin û got ku divê hunermend li dijî şer bisekinin û wiha domand: “Di şer de her tim ziyan digihe jin û zarokan. Lewma em li dijî şer in. Peywira hunermend ew e ku civakê pêş bixe û rêya aştî û aramiyê veke.”

Arzu, bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li her kesên daxwaza aştî û azadiyê dikin tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Pergalekî pir dijwar heye. Em dixwazin aştî pêk bê, pêvajoyeke nû dest pê bike û pirsgirêka kurd çareser bibe. Em şer naxwazin. Pêdiviya gelan bi şer nîne, îktîdar şeran derdixin. Lewma em naxwazin. Em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin. Divê hewldanên ji bo aştiyê zêdetir bin. Bendewariya me ew e ku gelê me bêhtir tev li çalakiyên ji bo aştî û azadiyê bibe.”

 ‘Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd civîyan’

Helbestvan Onder Kizilkaya jî daxuyand ku sedema xitimîna siyasetê li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Îktîdar hewl dide vê pirsgirêkê bi rêya tundiyê çareer bike. Divê li dijî vê polîtîkayê, zimanê aştiyê bê afirandin. Weke hunermendên li dijî kedxwarî û newekheviyê, em dixwazin vî zimanî bi bîra siyasetmedaran bînin. Pirsgirêka kurd bi sala ye didome û bedelên mezin hatin dayîn. Em jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatin gel hev. Heta ku di vê mijarê de gavek tê avêtin jî em ê her bên gel hev.”

 ‘Pêdivî bi diyalogê heye’

Kizilkaya, diyar kir muxatabên çareseriya pirsgirêka kurd di girtîgehê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê girtiyên siyasî bên berdan. Partiyên siyasî û rewşenbîr dikarin di çareserkirina pirsgirêka kurd sûdwer bin. Divê îktîdar bi DEM Partiyê, rewşenbîr û nivîskaran re bê gel hev. Di pêvajoya çareseriyê de çareserî heta astekî pêş ketibû. Ji bo zindîkirina vê pêvajoyê divê dîsa guftûgo bê destpêkirin.”