2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Harûn Elbak ê HPG’î hat girtin

Gerîllayê HPG’ê Selîm Adiyaman ku li navçeya Hezexê ji aliyê cerdevan û nokeran ve îşkence lê hatibû kirin radestî leşkeran hatibû kirin, hat girtin.

Li gundê Zergûza Banê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, beriya çend rojan gerîllayê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak)  ji aliyê komeke cerdevan û nokeran ve îşkence lê hatibû kirin radestî leşkeran hatibû kirin. Adiyaman ku li Serfermandaariya Cendirmeyan a Şirnexê dihat ragirtin, sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Elbak da û ew şand Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T’yê.

Malbata Adiyaman, der barê rewşa Adiyaman de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku pîştî wan dîmenên Adiyaman li ser hesabên medyaya sanal dîtine berê xwe dane Şirnexê û sê rojan li Şirnexê mane û piştî hewledaneke mezin wan hevdîtin bi kurê xwe re pêk aniye. Malbat ragihand ku tenduristiya Adiyaman baş bûye.

Her wiha biryara “veşartinê” ya Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku daniye ser dosya lêpirsîna Adiyaman didome.