28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bêcezakirin dibe sedema wêrekiya sûcdaran’

Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren, der barê tundiya polîsan a li dijî zarokê bi navê Y.D. ji rojnameya me re axivî û ev tişt got: “Dadgeha Tirkiyeyê li dijî van sûcên bi vî rengî der heqê sûcdaran de lêpirsîn ango ceza naxe meriyetê.”

Li navçeya Licê ya Amedê roja Newrozê 21’ê Adarê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî girtin û îşkence lê kirin û lê ferz kirin ku ew çêran li kurdan bike û sirûda Îstîklalê û helbesta Mehmetçîk jiber bike.

Li ser zêdebûna bertek 5 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê tê rêvebirin de hatin binçavkirin. Di 26’ê adarê de ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcê “kesekî ji azadiya wî bê par bihêlin û birîndarkirina bi qestî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Licê der barê polîsên bi navê Îsmaîl Akkûş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” biryara girtinê da û her du polîsên din serbest berdan.

‘Piştî îşkencê terkî mirinê dikin’

Der barê vê mijarê de şopdarê dozê serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Di 21 adarê de di Newroza navçeya Licê ya Amedê de zarokê bi navê Y.D. ji hêla 5 polîsan ve bi awayekî derhiqûqî hate desteserkirin. Polîs Y.D. li wesayîta ku bi navê Ûral tê nasîn siwar dikin û bi saetan di nav bajêr de digerînin. Dîsa bi saetan îşkenceya fîzîkî û derûnî lê tê kirin. Piştre derdixin derveyî bajêr dest û lingê wî girê didin û bi wî halê birîndar diavêjin cihekî xewle û wî terkî mirinê dikin.”

Eren ragihand ku Y.D. bi vî halî xwe bi awayekî dest û lingê xwe vedike û digihîne ser rê, bi alîkariya kesekî digihîje nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Çawa haya me jê çêbû di serî de em bi zarok û parêzerê malbatê re ketin têkiliyê. Piştre me der heqê wan polîsên ku îşkence li Y.D.’ê kirine ji bo gilîya sûcê ku lê hatiye kirin serî li Serdozgera komeleya navçeya Liceyê da. Di lêpirsîna ku hatibû despêkirin de 5 polîsên îşkence li Y.D. kirine hatin tespîtkirin. Jixwe Y.D. jî ew polîs teşhîs kirin. Li ser van tespîtan Serdozgerê Komarê ya Licê biryara binçavkirina van polîsan da. Çi tesaduf e ku ji van polîsan 3 kes bi hev re li ser riya Stenbolê, li Enqereyê tên binçavkirin. Bi riya SEGBİS’ê îfadeya wan tê girtin. Her du polîsên din jî ji ber ku li Licê bûn li wir îfadeya wan tê girtin. Herî dawî ji 5 polîsan 3 kes hatin berdan û 2 kes jî hatin girtin.”

‘Ev sûcê îşkenceyê ye’

Eren da zanîn ku di biryara dadgehê de şaşitî ango kêmasî heye û wiha dirêjayî da axaftyina xwe: “Serdozgerê Komarê yê Licê xwest ku 5 polîs bi sûcê “birîndarkirin û ji azadiyê qûtkirin”ê bên girtin. Lê dadgehê tenê bi sûcê “birîndarkirinê” îfadeya wan girt. Bi ya me di pênasekirina sûc de şaşitiyek û kêmasiyek heye. Lewra di dawiyê de ev sûc sûcê îşkenceyê ye. Di qanûnên cezayê yên Tirkiyeyê de pêkanînên weke bêrûmetiya mirovî, kirinên eziyeta fizîkî û derûnî bi berfirehî hatiye pênasekirin. Lê li gorî vê qanûnê biryar nehatiye dayîn.”

‘Sûcên dij mirovî dikin’

Eren anî ziman ku li Tirkiyeyê bi salan e li hemberî sûcên ku peywirdarên cemaweriyê dikin politîkayeke bêcezakirinê heye û ev tişt got: “Em baş dizanin ku bêcezakirinên dadgehan wêrekiyê dide peywirdarên cemaweriyê ku van sûcên dijmirovî dikin. Gelek mînakên van sûcan hene, weka doza Nîhat Kazanci, Ceylan Onkol herî dawî di Newroza 2021’ê de kuştina Kemal Korkut heye, her wiha gelek dosyayên bi vî rengî hene. Ji ber ku mixabin dadgehên Tirkiyeyê li dijî van sûcên bi vî rengî der heqê sûcdaran de lêpirsîn ango ceza naxe meriyetê ew jî dibe sedema ku ev sûc wekî kirinên rewa bên naskirin. Lê em nikarin vê rewşê tenê girêdayî van bikin, girêdayî nêrîna li ser pirsgirêka kurd a Tirkiyeyê ye jî. Her wiha em dizanin ku hişmendiya ku ji çareseriyeke demokratîk û aştiyane dûr û bi têgihîştina ku bi polîtîkayên ewlehiyê pirsgirêka kurd çareser bikin, dibe sedema zêdehiya van sûcên ku li vê heremê tên kirin. Ev jî dide xuyakirin ku polîtîkayên ku li dijî kurdan tên meşandin bandoreke çawa li peywirdarên cemaweriyê yên heremê dike.

‘Tundiyeke ya derûnî û rûhî jî heye’

Eren got ku di bûyerên bi rengî de kes tenê ji hêla fizîkî de bandor nabe her wiha ji hêla derûnî de jî xeteriyekê çêdike û wiha pêde çû: “Raste zarokê bi navê Y.D. bi giranî birîndar bû û hê jî tedawiya wî dewam dike lê em nikarin tenê behsa birîndariya fizîkî bikin. Lewra tundiyeke cidî ya derûnî û rûhî jî heye û ev tundî dibe sedema travmayeke ku neyê jibîkirin. De bifikirin ku zarokekî 14 salî li siwarî wesayîta zirxî dikin, 5 kesên ku bi çek in dest û lingên wî girê didin û saetan bi lêdanê di nav bajêr de digerînin. Bivê nevê ligel tirsa mirinê gelek tirsan bi xwe re ava dike. Divê ligel tedawiya fizîkî tedawiyeke derûnî jî li wî zarokî bê kirin. Hêvî dikim ku di demeke pêş de hem di hêla fizîkî û hem jî di hêla derûnî de ji bandora vê travmayê xilas bibe û baş bibe.”

Eren der barê karên ku dimeşînin de jî wiha got: “Baroya Amedê saziyeke ku ev bi salan e di hêla hiqûqa mafê mirovan de li herêmê xebatên xwe dimeşîne. Her wiha li dijî binpêkirina maf û azadiyên bingehîn têdikoşe û hêza xwe jî ji van xebatên xwe digire. Her çiqas parêzerê malbatê ku ew jî endamê Baroya Amedê ye jî em weke Saziya Baroya Amedê, Navenda Mafê Mirovan, Navenda Mafê Zarokan û weke serokê Baroya Amedê ez bixwe jî şopdarê vê dozê ne. Em bi berdewamî hemû geşedanên der barê dozê de bi baldarî dişopînin.

Polîsên girtî jî hatin berdan

Eren herî dawî der heqê doza îşkencekirina zarokê 14 salî Y.D. de ev agahî da: “Herî dawî ji hêla dagehê ve der barê 2 polîsan de biryara girtinê hatibû dayîn lê mixabin ev biryar neket meriyetê. Çawa neket meriyetê? Serdozgeriya Komarê û parêzerên gilîker li dijî biryarê îtîraz kirin. Li ser vê yekê ji bo amirê emniyetê Aykut Oral û polîs Hayretîn Çakmak biryara girtinê hate dayîn. Dadgeha Cezayên Giştî ji bo her du polîsan biryara girtinê da. Lê belê Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Liceyê bi awayekî sosret bi şertê “kontrola edlî” biryara berdanê da. Me jî weke Baroya Amedê li dijî vê biryarê îtîraz kir. Em ê weke Baroya Amedê heta dawî pişgiriyê bidin malbatê û heta dawî şopdarê vê dozê bin.”