6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev biryareke bêwijdan e

Rêvebirê Med Muzîk TV’ê Serhad Amed, diyar kir ku biryara girtina qenala wan biryareke bewijdanî ye û ev tişt got: "Dema naverok bi kurdî be yan rengê rexistina sosyolojîk be, em dibînin ku di yek derbê de dikevin devreyê û wan naverokan radikin, asteng dikin an jî digirin."

Kanala Med Muzik TV’ê ya li ser youtubeyê weşana muzîkê dikir di 22’yê adarê de aliyê navenda youtubê ve hat girtin. Li ser biryara youtubeyê desteya rêvebir a Med Muzîk TV’ê nerazîbûnên xwe diyar kir itiraza xwe li navenda youtubeyê kir, ji bo rakirina qedexeyê serî lê da. Di nav pênc rojande ev biryar nehate rakirin. Li ser vê yekê desteya rêvebir a Med Muzîk TV’ê qedexe ji bo temaşevanên xwe ragihand.

Li ser navê desteya rêvebir a Med Muzîk TV’ê Serhad Amed rojnameya Xwebûnê re axivî û li ser qedexeyê agahî da. Desteya rêvebir li ser hincetên girtinê wiha got:

“Kanala me li gorî youtube, ‘rêgezên civakî binpê kirine’. Lê ji kîjan mijar û alî ve ev yek bûye, nehatiye diyarkirin. Bi sedan vîdeo û hevpariyên me hebûn di kanalê de. Li gorî esasên youtubeyê beriya niha di kîjan alî de pirsgirek hebe, minak weke telîf ango şîddet hebe di vîdeoyekî de, li ser wê videoyê astengî çêdibe. Lê vê carê tu vîdeo ango naverok nehat nîşandan. Kanal bi giştî li ser esasên binpêkirina rêgezên civakî hatiye sûcdarkirin. Ev yek li gorî teknîkî jî ne riyeke rast e. Gerek sedemên astengirinê zelal hatiba nîşandan. Mixabin li gel hemû li hember derketina biryarê jî tu encam nehate stendin.

Serhad Amed bal kişand ser cihêkariya youtubeyê wiha axivî: “Biryara youtubeyê ji bo gelê kurd cuda dixebite. Ne tenê youtube jî, google bi giştî di hemû platformên xwe de naverokên kurdî bi hincetên nenas asteng dike yan jî bloke dike.  Beriya niha jî me astangiyên wiha dîtin. Lê vê carê gelek pirsan li dû xwe dihêle. Hem teknîkî hem jî di aliyê sosyal de, mînakên biryareke wisa pir kêm e.

Dixwazin riya kurdan bibirin

Serhad Amed sedemê vê yekê wiha diyar kir: “Kanala me di demeke nêz de pir pêş ket û mezin bû. Dema saziyeke kurd mezin dibe, bala sîstemên desthiladar dikşîne. Ji ber ku pir bandoreke mezin li ser civakê çêdibe, ew jî vê yekê bi aliyên resmî ango bi hiqûqa dijîmirovî hatiye avakirin mehkûm dikin, êriş dikin heya bidin girtin. Ev yek jî minakeke wisa ye. Bi hezaran kes ditêkilîn û piştgiriya kanalê dikir. Di parvekirinên dawî de bi milyonan hatin temaşekirin. Li medya civakî belav bû, hema hema giha her kesekî. Ev yek jî wan aciz dike, em dizanin. Sîstema dijîtal li gorî hiqûqa desthilatdaran tê bikaranîn. Ev yek di medya civakî de jî tê bikaranîn. Desthildariya medya civakî hê jî kurdan weke netewe nas nake. Hemû naverokên kurdî bi astengiyan re rû bi rûne. Em dixwazin bidin nîşandan ku kanala me ya youtubê bi temamî parvekirinên muzîk, çand û hunerî bûn.”

Serhad Amed di vê biryarê de îşaretî rola dewleta tirk û pergala desthilatdar kir û ev yek wiha anî ziman: “Daxwazên desthilatdaran ji bo platformên weke youtube û google pir girêdayî hev in. Beriya niha ji aliyê dewleta tirk kanala me weke hedef hatibû nîşandan. Beriya niha jî pir caran em (Med Muzîk TV kanala youtubeyê hedef hatin girtin. Em ji tiştekî pir baş bawer in. Her tim daxwaza dewleta tirk li hember saziyên kurdan dixebite û ji bo vê yekê jî xebateke taybet bi rê ve dibe.

Di dewama axaftina xwe de Ame diyar kir ku rê didin her cure bêexlaqiyê û wiha derbirî: “Bifikirin, îro youtube, instagram, tiktok, facebook ev hemû di bin sîwana google de dixebitin. Bi sedan vîdeo hene ku mirov dema temaşe dike, refleksen mirovan radike. Ji aliyê ehlaqî, civakî, mirovî de videoyên wisa xeter ango qirêj hene ku civakê jehrî dikin. Lê heya niha tu gavên serastkirinê nehatine avetîn. Berevajî wê behtir jî dide pêş û piştgiriya naverokên wisa dike.

Hiqûq a desthilatdaran e

Amed helwesta li hember kanalên youtubeyê ên muxalîfên dewleta tirk weke bêwijdanî diyar kir û wiha dewam kir: “Dema naverok bi kurdî be yan rengê rexistina sosyolojîk be, em dibînin ku di yek derbê de dikevin devreyê û wan naverokan radikin, asteng dikin an jî digirin. Hiqûqa biryargirtinê weke pîvanên navneteweyî nayê meşandin. Civaka kurd her tim li ser esasên dewleta tirk tê nirxandin. Ev yek jî nakokiyeke bêwijdan dide nîşan. Îro em rewşa welat zanin ku çand, huner û çapemenî hatiye fetisandin bi temamî. Saziyên mafê mirovan vê yekê her sal didin nîşandan lê mixabin ev ji bo saziyên wek youtube jî nayê dîtin.”

Ji bo bandora wê jî Amed axivî û rewş wiha pênase kir: “Bandora vê biryarê tenê ji bo me xemginyeke ku li hember gelê me em demek kin jî be nebûn bersiv di paltformên dijîtal de. Bandora herî mezin li ser gelê me ye, bi sedan peyam hatin ji me re. Gelê me dema xwest bigihîjin naverokê kanala me, kanal astengirî bû. Xwestin sedemê fehm bikin. Ji bo vê yekê jî me ji gelê xwe re ev rewş parve kir.”

Em ê gavekê paşde neavêjin

Amed, di dawiyê de li ser xebatên pêşerojê sekinî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Vê gavê me ji xwe re kanaleke nû vekir ji bo weşana youtube. navnîşana nû ev e: https://www.youtube.com/channel/UCWxUBi6aVBKJ9s_z6sJELyw Bi hezaran têkildarê me ji me qût bun. Em hêvî dikin ku dîsa em bighin temaşevanên xwe. Bi biryarên bazirganî ango siyasî heya niha nikariye me bê deng bike. Em tu car jî têkiliya xwe ji gelê xwe qutkirî nahêlin. Derfet û rewş çi be jî ev nayê guhertin. Heya niha çapemniya azad, hunera azad her tim riya baweriya xwe de cih girtiye. Xwesteke me ev e ku gelê me jî ji vê yekê agahdar be û li hember van biryara helwest nîşan bide. Gerek platformên dijîtal; nirxên civaka kurd re rêzê bigirin. Sembol û nirxên gel li ser hiqûqa desthiladaran an jî dagirkeran re bigirin. Neteweya kurd bi çand, huner û nirxên civakî nas bikin.

Dawiyê de em dixwazin spasiya we bikin. Çapemenîiyê li ser vê rewşê reflekseke bir baş nîşan da. Li hember van biryaran bi yek dengî helwest were nîşandan ku rewşên wiha dubare nebin.”