18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara HDP’ê ne sedema windakirina dengan e

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, diyar kir ku neketina HDP’ê ya hilbijartinê wê nebe sedema windakirina dengên HDP’ê û got ku piştperdeya têkiliya AKP’ê ya bi HUDA-PAR’ê re nayê nîqaşkirin.

Li Tirkiyeyê, wê di 14’ê gulanê de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê pêk bên. Ji bo hilbijartinê tifaqên Millet û Cûmhûr ku hatine avakirin namzetên xwe yên serokkomariyê diyar kirine û li bendê ye ku ev her du tifaq û Tifaqa Ked û Azadiyê û partiyên siyasî jî di 9’ê nîsanê de namzetên xwe yên parlamenteriyê aşkera bikin.

Bi vê pêvajoyê re der barê rêjeya dengên partiyên siyasî û tifaqên ku ava kirine de jî gelek nîqaş û nirxandin tên kirin. Ji ber doza girtinê ku lê hatiye vekirin partiya ku herî zêde li serê nirxandin û nîqaş tên kirin HDP ye. Li gorî rapirsînên ku tên kirin AKP-MHP’ê dengê xwe winda dikin û HDP jî di nav de partiyên muxalefetê dengê xwe zêde dikin.

Bi armanca ku pêşî li helandina dengê wan bê girtin û namzetê wan ê serokkomariyê bi serkeve AKP-MHP’ê tifaqa xwe berfireh kir. Partiya Jinûve Refahê ya kurê Necmetîn Erbakan û HUDA-PAR ku di salên 1990’î bi destê qadroyên bi hezaran kurd hatin kuştin tev li tifaqa xwe kirin.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, der barê hilbijartinê de ji rojnameya me re axivî nirxandinên girîng kirin. Yeksel Genç, destpêkê destnîşan kir ku bi awayekî rêk û pêk hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê lêkolînên li qadê dikin, lêkolîna xwe ya dawîn nû dane destpêkirin û heta 3-4 hefteyan wê vê lêkolîna xwe rapor bikin.

HDP dengên xwe zêde kirine

Genç, da zanîn ku di xebatên wan ên salek berê ku mehên gulan û havînê kirine de AKP dengê xwe gelek kêm kiriye û wiha got: “Li Kurdistanê ji sedî 17 û li Tirkiyeyê jî ji sedî 13-14 dengê wê kêm bûbûn. Wê demê beşeke mezin a alîgirên AKP’ê bê biryar bûn û piranî berê wan li CHP’ê bû. Lê di xebata ku herî dawî me mehên îlon û kanûnê kiribû de dît ku kêmbûna dengê AKP’ê rawestiyaye û ew kesên bêbiryar careke din vegeriyane AKP’ê.”

Genç, bal kişand ser bandora erdhejê ya ser dengên AKP’ê û bi lêv kir ku bi pêvahoya erdhejê re ji ber gotinên kiriye û siyaseta ku meşandiye kesên ku li AKP’ê vegeriyane careke din jê veqetiyane û ev tişt anîn ziman: “Rêjeyên vê der barê de wê bi encamên xebata me ya ku me nû daye destpêkirin derkevin holê. Bi qasî ku em dişopînin problemeke bi vî rengî ya AKP’ê heye. Di vê pêvajoyê de HDP’ê jî li Kurdistanê ji sedî 4 û li Tirkiyeyê jî ji sedî 2 dengê xwe zêde kiriye.”

CHP gihîştiye rêjeya herî bilind

Ji bo rewşa CHP’ê jî Genç, ev tişt gotin: “Di hêla CHP’ê de jî mirov dikare vê bibêjê; di nav salekê de gihiştiye rêjeya herî bilind a dengên xwe. Bi taybetî kesên ku ji AKP’ê vediqetên berê wan li CHP’ê ye. Bi aşkerakirina namzetê serokkomariyê yê CHP’ê û dernexistina HDP’ê ya namzetê serokkomariyê re qad hinek bi liv û tevger bûye. Ji ber ku hêviya wê CHP bê desthilatê çêbûye ev liv û tevger jî ber bi CHP’ê ve ye. Beşeke vê liv û tevgerê jî ber bi DEVA’yê ve ye.”

Wê dengên HDP’ê kêm nebin

Di berdewama axaftina xwe de Genç, der barê HDP’ê de jî ev nirxandin kirin: “Piraniya hilbijêrên HDP’ê ji ber doza wê ya girtinê dizanên ku wê HDP tev li hilbijartinê nebe. Beriya niha jî partiyên wan hatine girtin û di erefeya hilbijartinê de derbasî partiyeke din bûne. Ji ber vê sedemê partiya ku HDP ji bo wan destnîşan bike wê weke nûnerê xwe qebûl bikin û biçin dengê xwe bidin wê partiyê. Ji bo vê jî neketina HDP’ê ya hilbijartinê wê nebe sedema windakirina dengên HDP’ê.

Dîsa di vê pêvajoyê de HDP çiqas rola xwe ya diyarker û polîtîkaya hilberîner bi cih bîne wê ew qas bala hilbijêrên bêbiryar bikişîne ser xwe. Der barê pirsgirêka kurd û daxwazên kurdan de heke HDP bikeve nav hewldanên wêrek, vekirî û projekirî yên polîtîk wê hilbijêrên xwe zêdetir mobîlîze bike.

Divê guh bide hilbijêrin xwe

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên HDP’ê bê guman ew e ku partiyeke siwanê ye û ji bilî kurdan hilbijêrên wê yên ji qada kedê, jin, liberal, hawirdorparêz, oldar û demokrat hene. Ev jî dibe sedem ku ji pîvanên me zêdetir dengê HDP’ê hebin.

Lê di demên dawîn de nîqaşa HDP’ê ya bi Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re di nav hilbijêrên wê de bûye sedema bêaramiyê. Dema ku HDP namzetên xwe diyar bike divê daxwaza hilbijêrên xwe li ber çavan bigire, heke vê neke dibe ku protestoyek li dijî bê wê pêşxistin. Ji ber vê sedemê HDP bi namzetên ku nîşan bide dibe ku dengê xwe derbixe asta herî jor û berovajiyê vê dibe ku dengê wê zêde nebin jî.”

Têkiliya bi HUDA-PAR’ê re ne nû ye

Genç, der barê tevlêbûna HUD-PAR’ê ya tifaqa Cûmhûr de jî nirxandin kirin. Genç, da zanîn ku li Kurdistanê dengê HUDA-PAR’ê zêde nîn in û ne ji bo zêdebûna dengan tev li tifaqa Cûmhûr hatiye kirin û ev nirxandin kir: “Di mijara tifaqîbûna AKP û HUDA-PAR’ê de çend tişt li ber çav nayên girtin. Têkiliya AKP’ê ya bi HUDA-PAR’ê re ne nû ye; AKP piştî ku hat desthilatê û di salên 2007-2008’an de bi hêz bû, li Kurdistanê bi siyaseta ku hesasiyetên wê yên olî hene re têkilî danî û xwest pirsgirêka kurd di têkiliya umet û olê de çareser bike. A din jî di navbera wan de nêzikbûna bîrdozî heye. Her wiha piştî tayînkirina qeyûman derfetên cemaweriyê destpêkê bi derdoran HUDA-PAR’ê re hatin parvekirin.”

Piştî vê nirxandinê Genç, destnîşan kir ku bi hilbijartina dawîn re ev têkiliya bi HUDA-PAR’ê re bi awayekî fermî hatiye çarçovekirin û wiha pêde çû: “Di ser têkiliya bi HUDA-PAR’ê re hewl tê dayîn ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd alternatîfeke din bê avakirin. Ji helekê ve jî dewlet dixwaze têkiliya bi Hizbûlahê re ya di salên 1990’an de bi awayekî siyasî rojane bike. Ji ber vê yekê jî têkiliya dewletê ya di salên 1990’an de ya bi Hîzbûlahê re bi awayekî ‘hiqûqî’ tê rojanekirin.”

‘Nîqaşa mêjiya serdest şaş e’

Genç, der barê nîqaşa ku li ser bernameya HUDA-PAR’ê tê kirin de jî ev tişt gotin: “Di ser tevlêbûna HUDA-PAR’ê ya tifaqa Cûmhûr de di raya giştî ya Tirkiyeyê de nîqaşeke şaş tê meşandin; mêjiyê serdest ê Tirkiyeyê, ji ber ku di bernameya HUDA-PAR’ê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xweserî, federasyon, zimanê zikmakî hatine pêşniyarkirin rexneyan li tifaqê dike. Mixabin mêjiyê serdest ê Tirkiyeyê bêyî ku li piştperdeya têkiliya siyasî ya bi HUDA-PAR’ê re binêre li ser van pêşniyarên HUDA-PAR’ê dijberiyekê ava dike. Lê di rastiyê de ev dijberî mîna dijberiya ku AKP dixwaze ava bike ye, lewre ev pêşniyar ji hêla HUDA-PAR’ê ve jî bên kirin pêşniyarên ku kurd ji bo çareserkirinê li bendê ne. Ev jî bandoeke neyînî li dengên ku biçin Tifaqa Millet dike.”