1 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran êrîşê buroya hilbijartinê kir

Leşkeran li Xalfetiyê êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin û 7 welatî hatin binçav kirin.

Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê dabû û xwest ku li Taxa Gogan a navçeya Xelfetî ya Rihayê buroya peywendiyan a hilbijartinê veke. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Ruştu Tîryakî û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî tev li vekirina buroyê bûn.

Girseyê, xwest ku beriya çalakiyê li pêşiya buroyê govendê bigerîne. Lê belê leşkeran bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê ya “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” diyar kirin ku dê nehêlin muzîk were vekirin. Piştî ku girseyê dest bi gerandina govendê kir, leşkeran bi ava şid êrişî girseyê kir. Di êrişê de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Arêşeya li taxê didome û girse ji bo vekirina buroya hilbijartinê li benda hatina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û şandeya pê re ye.