28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk rojnameger Hasan Cemal diyar kir ku Ji bo meşa di rêya aştî, demokrasî û edaletê ew dev ji karê rojnamegeriyê ber dide.

Rojnameger û nivîskar Hasan Cemal li Herêma 2’yemîn a Stenbolê di rêza sêyemîn de weka namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk hate nîşandan. Cemal, got ku ew êdî karê rojnamegeriyê neke. Cemal, têkildarî mijarê di T24’ê de bi sernavê “Di jiyanê de destpêkeke nû” gotarek nivîsand û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku êdî destê xwe deynim bin kevir, jiyana xwe ya rojnamegeriyê ya 54 salan bi dawî dikim.”

Cemal, di beşeke nivîsa xwe de wiha got: “Ji bo meşa di rêya aştî, demokrasî û edaletê de min pêşniyara parlamenteriyê ya HDP’ê qebûl kir û bûm namzetê Partiya Çepên Kesk. Bi vê yekê re ez karê xwe yê rojnamegeriyê ku 54 sal in bi keyfxweşiyeke mezin dikim bi dawî dikim. Dixwazim di şikandina zincîrên Tirkiyeyê de rol bilîzim. Heke bêm hilbijartin, dê piştî 54 salan weke siyasetmedarekî vegerim Enqereyê ku min li wir dest bi rojnamegeriyê kiribû.

Em dikevin serdemekê wisa ku dê kesên li gel aştî, demokrasî, edalet û azadiyê dîrokê binivîsin. Dê bibe serdemeke wisa ku li Tirkiyeyê erdhej veneguherin karesatên mezin û em ê komarê bi demokrasiyê tacîdar bikin û komara demokratîk ava bikin… Ez pir bi kelecan im. Lê ji ewil divê em di 14’ê Gulanê de ji Erdogan re bibêjin; ‘hadê ji te re oxir be!’ Ev pergala rizî qedera Tirkiyeyê nîne.”