6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heywax Komxebat dîsa li hev kom bû!?

Weqfa Mezopotamyayê û Komxebata di bin banê wê de der heqê qedera ziman de ku tenê wan na yekparê kurdan eleqedar dike, xebatên ku naverokên wan grîng pêk tîne lê xwe distrê, xwe dipêje û xwe jî dixwe.

Dostekî behs  kiribû; Komxebata Weqfa Mezopotamyayê li ser nîqaşa hin têgehan xebatekê pêk tîne. Zêde derbas nebû li ser hesabê tweterê Zana Farqînî parve kiribû û yekî di ‘rewşa’ watshapa xwe de bi pesn û stayîş belav kiribû. Zana Farqînî wiha gotibû, “Xebata me ya li ser rastnivîsîna peyvên kurmancî berdewam e. Li Amedê em pênc rojan li ser rastnivîsîna peyvan xebitîn, me qirik û gewrî jî di ber zimanê xwe yê şîrîn de li hev qetandin.” Li pey vê agahiyê rastiya vê xebatê ji bo min teqez bû. Û ji nav lêvên min baneşanek derket, “Heywax!”

Ji ber çi ‘heywax!’ ez ê vebêjim lê berî wê çend tiştan diyar bikim. Êdî bûye adet Weqfa Mezopotamyayê û Komxebata di bin banê wê de der heqê qedera ziman de ku tenê wan na yekparê kurdan eleqedar dike, xebatên naverokên  wan grîng pêk tîne lê xwe distrê, xwe dipêje û xwe jî dixwe. Êdî meylek girtiye, dorteng, girtî û xwe bi xwe re ye. Divê li şûna ku xwe weke saziyeke dor û bergehteng bihone, xebatên grîng bi derdorên ziman re eleqedar in re hevpar, hevnîqaş bi rê ve bibe. Lê bi salan e ev rê û rêgeh ji xwe re weke distûr girtiye, li kesekî û ji bilî derdora xwe tu derdoran guhdarî nake. Kifş e ku wê di vê riya xwe ya hînbûyî de dewam bike. Rosto ew Rosto ye, ha tu bêje Rosto.

Bi rastî jî guhê xwe li rexne û nirxadinên li ser berhehema wan a bi navê ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê re girtine. Tenê dengê çerxa çapxaneya ku ‘Rastnîvîsîn’ê çap dike dibihîsin. Helbet eger tenê guh bidin dengê gure gura çapxaneyê hingê dengê rexne û nirxandinan wê weke xirecir û heydade here guhên wan. Ji ber ku diranên çerxê li gorî zivirîna çapa ‘Rêbera Rastnivîsîn’ê gêr dibin tu tişt ji bo wan ne derd, ne jî kul e.

Hin derdorên ku ziman re eleqeder hene tenê terfî, nîşan û rutbeyan dinêrin. Kesekî hinek bi awayekî nav û deng kiribe li gorî wê pozîsyon digirin. Bi ziman re eleqeya wan camekanî ye. Li camekanê dinêrin û li gorî teyisandina roniya camekanê tevdigerin. Naverokê nanêrin û qumaşê li camekanê hatiye teşhîrkirin çi ye, qalîte û wesfê wê nanêrin, markaperest in ew. A niha xwe li derdora ‘Rastnivîsîn’a Weqfa Mezopotamyayê girtine markaya navên li ser wê temaşe dikin, dibêjin madem ew qas navdaran destûr daye ev berhem bi navê wan derkeve nexwe hikmeteke xwedayî di vî karî de heye, çi dibêjin, li ser çi li hev kirine, ji bo wan ne girîng e. Yanî rastî û pirsgirêkên ziman ji bo wan ne xem in. Helbet kêr û gûzan jî belagata wan nabire lê xemxurên camekanan hay ji vê rastiya xwe ya nezan nîn in.

Weqfa Mezopotamyayê ji wan bikiran ji xwe re bazarek dîtiye, bê navber pirtûk û rastnivîsan diweşîne. Ew bazar çiqas berfireh û mezin dibe zimanê nivîskî ew qas dikeve nav geremol û qeyranê. Belkî weqif ji vê qeyranê sûdeke mezin werdigire, mixabin tevlihevî jî mezin dibe. Jixwe cihekî ku pere û bazar kete nav têkiliyan xema nirxên neteweyî şêlû dibe. Camekanperest hêz didine birêvebirên bazarê, ew jî girîngî nadin tu nirxan, bazar hebe xêr jî heye, li gorî distûra wan. Ev yek jî mirov der barê xem û qesawetên wan de dixe nav fikaran.

Heta çend rojan ez ji agahiya heyî bawer nebûm ku bêjim erê rast e, ev kara pêk anîne. Wexta min piştrast kir ku Komxebatê xebatek dîsa bi encam kiriye ev rastiyên min li jor diyar kirin gişt di hişê min de ji nû ve zindî bûn. Bivê nevê ez bi reflexsê vê hişyar veciniqim. ‘Heywax!’ ji xema wê ji nav lêvên min firya û çû. Bi rastî jî heywax! Dîsa Amed dîsa civîneke Komxebatê. Xwedê rehmetê li ruhê xebatên ziman re bişîne, ka wê çawa be em jî meraq dikin.

Kengî ku Komxebata Weqfa Mezopotamya li hev kom bûye û gihiştiye hin biryaran ji bo zimanê kurdî-kurmancî geremol û qeyranek derketiye. Wê bê bîra kurdîhezan berî 2019’an û piştî 2019’an gihiştine biryara ‘Rastnivîsîn’a xwe mîna erdhejeke 7.5 derdorên ziman lerizîn, hejiyan. ‘Rastnivîsîn’eke Şaşnivîs derxistin (çima Şaşnivîse min bi çend nivîsan nirxand û ev nivîs çend kovar, malper û rojnameyan de hatin weşandin.) û spartin qada ziman. Qada ziman hê jî paşerdhejên wê derbas dike.

Jixwe ez ji vê dramaya li serê zimanê kurdî-kurmancî alandine haydar bûm, gava ez tê gihiştim ku Komxebat careke din kom bûye û gihiştiye hin encaman bivê nevê ji devê min ‘eywax!’ derket. Ey wax ku eywax!.. Kengî komxebat li hev dicive dibe ku tiştên baş jî di nav encamên xebatên wan de hebin lê ligel vê yekê zengilê xetereyan jî lê dixe: “Gelo dîsa wê kîjan aliyê ziman xira bikin?” Ev pirs di cihê xwe de, di hişê mirov de olan dide. Min encamên vê xebata dawî nedîtine. Ez nikarim pêşde tiştekî neyînî bêjim lê şik û fikarên bi vî rengî mafdar in ku heta niha çi kil kirine ji wê zêdetir jî kor kirine.

Em ê encama civîna Komxebatê bibînin; çi qewimiye wê wî çaxî diyar bibe. Em hêvî bikin ku rexneyên gelek derdorên ziman li wan kirine bi awayekî fermî muxatab negirtibin jî (ji ber ku qurebûn û pozbilindiya wan li pêşiya vê asteng e) bi awayekî fiîlî ders derxistibin, neketibin dubare şaşiyan. Lê teriya rovî şahidê rovî ye, em wê jî dizanin. Tenê em dikarin bêjin înşelah hêviya me wê neyê pûçkirin.