4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqildanetiya kêmaqilan û Partiya Çep a Kesk

Xayîn û nokerên dewleta tirk niha hewl didin faşîzma tirk xilas bikin. Di bin navê kurdayetiyê de hewl didin Partiya Çep a Kesk bê îtîbar bikin. Divê hemû kurd di vî aliyî de hişyar bin.

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin. Di heşt salên borî de faşîzma tirk bi hemû derfetên xwe xwest têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê têk bibe. Lê di encama heşt salan de faşîzma tirk bi xwe têk çû. Em niha ber bi merhaleya dawiyê ya vê pêvajoyê ve diçin. Faşîzma tirk dixwaze bi şidet, dek û dolaban xwe li ser piyan bigire û tevkujiya gelê kurdan temam bike. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hewl dide derbên dawiyê li faşîzma tirk bixe û pêvajoyek nû ya di riya azadiyê de bide destpêkirin.

Faşîzmê li dijî gelê kurd û kêmarên li Tirkiyeyê dijîn sûcên mezin kirin. Niha ji tirsa hesab dayînê dilerize. Ji bo wê serî li hemû rê û rêbazan dide. Di heşt salên borî de hevkarên bi eslê xwe kurd jî li rex faşîzma tirk cih girtin. Wan jî bi qasî faşîzma tirk sûc li dijî gelê welatparêz ê kurd û kêmarên din kirin. Guneh û sûceke nekirin nema. Ew jî wekî xwediyên xwe yên tirk niha bi tirsa hesabdayînê diricifin. Ji bo wê kîjan lîstika faşîzma tirk danê pêşiya wan dilîzin û hewl didin eferimekê ji xwediyên xwe bigirin.

‘Kevir girêdan û kûçik berdan’

Di salên dawiyê de faşîzma tirk ji bo Tevgera Azadiyê tasfiye bike û tevkujiya gelê kurd temam bike, gelek derfet dan hevkar û xayînan. Bi gotina pêşiyan, “kevir girêdan û kûçik berdan”. Faşîzma tirk li aliyekê welatparêzên kurd ceza û qetil kirin; li aliyê din ji bo hevkar û xayîn mezin bibin hemû derfet pêşkêş kirin. Di çapemeniyê de, li kuçe û kolanan pêşiya wan hate vekirin. Ji bo rojên dijwar xwedî kirin û niha dixwazin van xayînan bera gelê kurd û welatparêzên têkoşer bidin.

Faşîzma tirk niha hewl dide partiya siyasî ya kurdan ji holê rake. Doza girtinê li HDP’ê vekir. Lê HDP havînê xwe ji têkoşîn û berxwedana bi dehan salan digire. Bi cerebeyên ji vir girtin partiyeke nû amade kir û niha dikeve hilbijartinê. Faşîzma tirk jî derbasî lîstikeke din bû. Ew jî li ser medyaya sanal û medyaya gelemşeyî bêîtîbarkirina Partiya Çep a Kesk û tevlihevkirina serê civakê ye. Vê yekê jî bi riya hevkar û xayînên heta niha xwedîkirîn, dike. Ev hevkar bernameya faşîzma tirk a li dijî kurdan bi cih tîne.

Xwe welatparêz nîşan didin

Ev demeke êrîşên gelek dijwar li dijî HDP û Partiya Çep a Kesk tê meşandin. Ji nişkeve êrîş li tifaqên wê, beşdarên wê, bernamzedên wê û hemû gavên wê hat avêtin. Ev yek jî bi riya xayînên xwe wekî “HDP’yî, welatparêz û kurd” nîşan didin ve tê destpêkirin. Piraniya van navên kurdî bi kar tînin, sembolên kurdan dikin wêneyên xwe yên profîlê û alên partiyên kurdan bi kar tînin. Şerê psîkolojîk û taybet li dijî Tevgera Azadiyê û HDP’ê, Partiya Çep a Kesk dimeşînin.

Bi taybetî êrîşî aliyê HDP, Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê dikin. Ji ber ku stratejiya tifaqê ya Tevgera Azadiyê û partiyên siyasî yên kurdan pêşketineke mezin bi dest dixe. Faşîzm dixwaze hemû dostên kurdan bertaraf bike, wan bikişîne gel xwe û bi ramanên faşîzmê jehrî bike, wan li dijî kurdan mîna leşkeran bi kar bîne. Her wiha hewl dide dostên kurdan ji kurdan dûr bixe û wan tenê bihêle. Bi vî awayî dixwaze kurdên tenê mayî hêsantir qetil bike.

Alternatîfa sêyemîn

Stratejiya faşîzma tirk a sereke belavkirina tifaqa gelê kurd e. Ji bo vê jî mijara bi TÎP’ê re bi riya xayîn û nokerên girêdayî xwe mezin kir. Gelek agahiyên manîpûlatîf dan û li ser vê yekê operasyonek li dijî HDP û Partiya Çep a Kesk meşand. Bi gotinên, “TÎP ji HDP’ê 20 wekîlan dixwaze”, “TÎP dixwaze HDP li gelek bajaran nekeve hilbijartinê”, “TÎP û çepa tirk hewl dide bi dengên kurdan biçe Parlementoyê” hewl da Tifaqa Ked û Azadiyê belav bike. Lê ligel hemû êrîş û operasyonan jî Tevgera Azadiyê bi tecrubeya xwe ya mezin tifaq parast û wekî alternatîfa sêyemîn dikeve hilbijartinê.

Niha jî merhameya êrîş û operasyonê ya duyemîn dest pê kir. Ew jî li dijî berendamên navê wan ji bo lîsteya Partiya Çep a Kesk derbas dibe, tê kirin. Li ser navê rojnameger Hasan Cemal û Cengîz Çandar hewl tê dayîn Partiya Çep a Kesk were bêîtîbarkirin. Qaşo “Cemal û Çandar sî, çil sal berî niha li dijî Tevgera Azadiyê û gelê kurd bûne. Divê îro neyên gel kurdan û piştgiriyê nedin têkoşîna kurdan.” Ev yek jî ji hêla xayîn û nokerên girêdayî dewletê ve tê kirin.

‘Birayên umetê’

Ev kesên pêşengiya vê yekê dikin ev sed sal in di bin navê, “biratiya umetê de” gelê kurd pêşkêşî dijminê wan dikin. Kesên qaşo jê re, “birayên ûmetê” dibêjin rojekê ji bo gelê kurd tiştek baş negotine. Di dîroka kurdan de tu caran, “bira yan jî xwîşkeke umetê” xwe ji bo gelê kurd nedaye kuştin. Heta kuştin li aliyekê tev li partiyê, komeleyek û saziyek wan nebûye. Heta ev jî li aliyekê gotinek baş ji bo kurd û Kurdistanê negotiye, piştgiriya azadiya kurd û Kurdistanê nekiriye.

Komek din jî van êrîşan di bin navê, “nijadperestiya kurd” de dike. Ev kesên piranî alîgirên malbata Barzanî ne bi malbata Barzanî re ev heşt sal e xulamiya dewleta tirk û faşîzma tirk dikin. Mil dane milê artêşa tirk û êrîşî şervanên azadiya Kurdistanê dikin. Bi referandûma di 2017’an de ji sedî 52’yê axa Başûr a hatî rizgarkirin radestî Iraqê kirin. Vê yekê jî têrê nekir, deriyên sînor, piştre balafirgeh, piştre sînor û herî dawî jî kanên petrolê radestêî Iraqê kirin.

Hasan Cemal û Cengîz Çandar

Xayîn û nokerên dewleta tirk niha hewl didin faşîzma tirk xilas bikin. Di bin navê kurdayetiyê de hewl didin Partiya Çep a Kesk bêîtîbar bikin. Divê hemû kurd di vî alî de hişyar bin. Têkoşîna Tevgera Azadiyê dostên kurdan zêde dike. Doza Kurdistanê ji her kesî re vedibêje. Bi bedelên mezin rastiya kurd û Kurdistanê bi kesên berê dijberê kurdan bûn jî dide qebûlkirin. Hasan Cemal û Cengîz Çandar jî du kesên di encama têkoşîna Tevgera Azadiyê de guherîn, rastî dîtîn û îro piştgiriya gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin in.

Hatina Cemal û Çandar a partiyên kurdan serkeftinek mezin e ji bo kurdan. Di encama vê têkoşînê de bi sedan çepgirên tirk tev li refên Tevgera Azadiyê bûne û tev li kervanê şehîdan bûne. Berevajî, “birayên umetê” yên durû, ji bo kurdan canê xwe nedane. Lê di dîrokê de tenê mînakeke jî nîn e ku “oldarekî tirk” ji bo kurdan jiyana xwe ji dest dabe. Ev bêrûmetên xayîn û noker ji bo vê yekê veşêrin bi her awayî êrîşî Tevgera Azadiyê, tifaq û dostên wan dikin.

Lê stratejiya tifaqê ya Tevgera Azadiyê encam digire. Di encama vê tifaqê de ligel hemû hewildanan jî faşîzma tirk nekarî gelê kurd tenê bihêle. Îro hemû partî, sazî û kesayetên tirk ên demokrat û sosyalîst li gel Tevgera Azadiyê cih digirin û pêşengiya wê qebûl dikin. Noker û xayîn diçin di lîsteyên AKP-MHP’ê de dikevin hilbijartinê lê partiyên çepên tirk jî tên di lîsteya partiyên kurdan de dikevin hilbijartinê. Tişta faşîzm û dewleta tirk jî, noker û xayînên esil kurd jî qebûl nakin ev yek e.

Ev pêngav li aliyekê faşîzma tirk ditirsîne û li aliyê din jî xewnên noker û xayînan diherimîne. Lê divê em rastiyekê jî destnîşan bikin û balê bikişînin ser mijarekê. Mixabin hin welatparêzên niyet baş jî ne bi nêrîneke stratejîk û dûr bîn, bi refleksên hestewar tevdigerin û tev li van operasyonên şerê taybet dibin. Di bin bandora operasyonên dewletê, şerê taybet û psîkolojîk û antîpropagandaya noker û xayînan de dibînin. Divê tu welatparêz vê yekê layîqî xwe nebînin û li hemberî vê yekê gelek û gelek hişyar be. Divê destûr nedin van xayîn û nokeran, faşîzma tirk.

Roja xwedîderketinê

Tevgera Azadiyê stratejiya xwe li ser gelek lingan û hevsengiyan dimeşîne. Ev yek di xwezaya siyasetê de heye. Ji bo bigihîje encamê gelek caran nikare van hevsengiyan aşkera bike. Lê pratîkên heta îro rastî û serkeftina van sîyaset û stratejiya Tevgera Azadiyê piştrast kiriye. Di sala 2015’an de dema HDP’ê biryar da wekî partî bikeve hilbijartinê, noker û xayînan digot, “HDP ji bo 25-30 paralementerên kurdan bide partiyên din, bi partiyê dikeve hilbijartinê. Ne mimkûn e ku bendavê derbas bike.” Lê Tevgera Azadiyê bi partî kete parlementoyê û dengên xwe ji sedî 5’an derxistin ji sedî 13.7’an. Di dîroka partiyên siyasî yên kurdan de merhaleyeke nû da destpêkirin.

Îro jî noker û xayîn li ser navê faşîzma tirk heman şerê taybet dimeşînin. Divê gelê kurd bi partî û tevgera xwe bawer be. Li dijî şerê taybet hişyar be. Ji bo faşîzma tirk û nokerên wan têk bibe bi şev û roj bixebite û di 14’ê gulanê de ders bide faşîzmê û xayînên girêdayî wan. Nexwe faşîzma tirk dê bi destê xayînan hewl bide komkujiya gelê kurd temam bike. Roj roja xwedî derketina li Partiya Çep a Kesk û nirxên kurd û Kurdistanê ye.