spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji faşîzmê re bêjin na

Parlamenter Ayşe Acar Başaran têkildarî binçavkirin, girtin û siyaseta demokratîk de axivî û wiha got: “An li dijî vê pergala ku jiyanê reş û tarî kiriye bisekinin an jî dê ev hişmendiya faşizane bi ser bikeve.”

Desthilata AKP-MHP’ê ev 21 sal in Tirkiye ber bi têkçûnê ve dibin. Roj tune ye ku bûyereke kuştin, girtin, tacîz û tecawizê pêk neyên. Ev jî zext û zordariya desthilata AKP-MHP’ê radixe ber çavan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran der barê geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin de nerînên xwe ji rojnameya me re vegot.

Bi deh hezaran hatin binçavkirin

Parlamenter Başaran diyar kir ku ev demeke dirêje li dijî siyaset û desketiyên kurdan êrîşeke bêhempa tê meşandin. Parlamenter Başaran daxuyand ku di vê pêvajoyê de bi deh hezaran siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û bi hezaran jî wekî rehîn di girtîgehan de tên girtin û wiha axivî: “ Piştî 2015’an hevserokên me yên giştî û parlemeterên me hatin binçavkirin û hê jî di girtîgehan de weke rehîne tên girtin. Her wiha şaredariyên me hatin dagirkirin û di heman demê de şaredarên me ji kar hatin dûrxistin. Di wê demê de daxwaz kirin ku siyaseta demokratîk her tim paşve here. Herî dawî jî li hemberî partiya me doza girtinê vekirin û xwestin di vê hilbijartinê de bi van rê û rêbazan pêşiya siyaseta demokratîk bigirin.”

Başaran anî ziman ku faşizma AKP-MHP’ê bi lîstokên dijhiqûqî xwestin ku wan derveyê hilbijartinê bihêlin û wiha pê de çû: “Ji ber hewl didin ku me ji derveyî pêvajoya hilbijartinê bigirin ango lawaz bikin girtina partiya me ji bo xwe weke çareseriyeke dibînin. Lê em jî ji ber ku armanca wan neçe serî di vê hilbijartinê de em ê weke Partiya Çep a Kesk têkevin hibijartinê. Dîsa jî em dizanin ku wê daxwaz bikin ku îrada gele kurd û hemû gelên Tirkiyeyê yên alîgirên siyaseta demokratîk bi lîstokên dagirkeriyê lawaz bikin.”

Başaran bal kişand ser dijminahiya kurdan û wiha got: “Îro wexta em li Tifaqa Cûmhûr dinêrin xwe li ser dijminatiya kurdan û jinan ava kiriye lê edî xuya ye ku ev siyaseta dijminatî nema bi kêr tê. Her çiqas xwestibin me di paş de bihêlin jî ev daxwaza wan di nav gel de cih negirt. Ji aliyê gel de xwedî derketineke mezin derket holê û bi hezaran kesan ji bo bibin namzet serlêdana partiya me kir. Di vê rewşê de ev pişgiriyeke gelek balkêş bû û her ku diçe piştgiriya li partiya me ber fireh dibe. Hûn jî dizanin ku me di 8’ê Adarê de dest bi xebatan kir, her wiha bi Newrozê berdewam kir, niha jî bi ketina pêvajoya hilbijartinê heta 14’ê gulanê wê berfirehtir xebatên me berdewan bikin.”

Ji AKP-MHP’ê re êdî bes e

Başaran di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê were zanîn ku wê li dijî van êrîş û tundiyên ku  tênmeşandin dev ji siyaseta demokratîk bernedin û wê her tim alternatifên wan hebin û wiha berdewam kir: “Partiya Çep a Kesk jî ji van alternatîfan yek bû û niha xebatên me bi vî rengî ber dewam in. Niha me li gelek cihan buroyên xwe yên hilbijartinê vekirine di nav de yên jin jî hene, ji hêla gel ve eleqeyeke pir mezin heye, ev eleqe jî dide xuyakirin ku gel jî ji vê deshilatiya AKP-MHP’ê re dibêje edî bes e.”

Başaran got ku îro dadgehên Tirkiyeyê weke komîsyona hiqûqê ya AKP-MHP’ê tev digerin û wiha got: Di serî de serokomarê AKP-MHP’ê ango berdevkên wan hedef diyar dikin piştre dadgeh hedefa wan dixe meriyetê û operasyonên siyasî didin destpêkirin. Bi van operasyonan dixwazin xebatên me qels bikin lewra ew jî dizanin ku edî tu hêvîdayînên wan a ji bo gel û ji aliyê demokrasî, aborî û ji aliyê siyaseta derve nemaye. Dîsa herî dawî di erdhêja ku li 11 bajaran bandor kiribû de hat dîtin ku nava hemû saziyên Tirkiyeyê hatine valakirin. Ji ber ku hemû siyaseta wan li ser rant û talanê ye bi gelemperî di nav hemû gelan de nerazîbûnek derketiye holê. Her wiha yên ku heta niha piştgiriyê didin jî nerazibûna xwe ya li dijî AKP-MHP’ê bi dengekî bilind tînin ziman. Desthilatî hewl dide ku civakê ji hev parçe bike lawaz û qels bihêle da ku bi ser bikeve. Lê xuya ye ku dê ev gel tu çar li hemberî van êrîşan serî netewîne û dev ji daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê bernede.”

Hilbijartineke dîrokî ye

Başaran li ser girîngiya hilbijartinê nerîna xwe bi wan hevokan anî ziman: “Di vê demê bar gelek giran e lewra em di demeke awarte de derbas dibin. Wê di 14’ê gulanê de biryar were girtin. An gel li dijî vê pergala ku ji bo berjewendiyên xwe hemû rêbazên faşîzan xistiye meriyetê, mirov ji mafên wan bêpar hiştine û jiyan reş û tarî kirine bisekinin û desthilatiya wan hilweşînin, an jî dê ev desthiladarî di vê sedsalê de jî li gorî berjewendiyên xwe tevbigere û ev hişmendiya faşizane bi ser bikeve. Ji ber vê ye ku ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye.”

Başaran 5’ê nîsanê Roja Parêzeran bi bîr anî û der barê mijarê de ev tişt got: “5’ê nîsanê Roja Parêzeran e lê mixabin ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê hiqûq nayê meşandin û mafên mirovan bi temamî hatiye binpêkirin. Ji Îmralî bigire heta hemû girtîgehan tecrîdeke giran tê meşandin. Her wiha îro di girtîgehan de sûcên îşkenceyê behtir pêş ketiye, mafên girtiyan qet nayê qebûlkirin û her ku diçe rewşa girtîgehan ber bi salên 80’yê ya Zindana Amedê ve diçe. Çawa ku di wan deman de îşkence li girtiyan dihate kirin îro jî em dibînin ku kesên binçav dikin di îşkenceyê re derbas dikin û tundiyê bi her awayî li ser wan dimeşînin. Ev rewş di 25’ê mijdarê de, di 8’ê Adarê de, di Newrozê de û niha jî di vê pêvajoya hilbijartinê de derdikeve pêşberî me.”