8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari: Divê kurd dengê xwe nedin AKP’ê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Pirsûsê axivî û got: “Divê tu kurd dengê xwe nedin AKP’ê.”  

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li navçeya Pirsûs a Rihayê tev li hevdîtina bi gel re bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re li taxa Elîgorê bi çîçekan hatin pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyeke dirêj a wesayîtan derbasî navçeyê bûn. Welatiyên li derdorê jî şande bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kir.

Gel li pêş buroya  hilbijartinê bi girseyî Hatîmogûllari pêşwazî kir. Hatîmogûllari, bertek nîşanî girtina 17 endamên partiyê da û wiha got: “Pirsûs, xetekî têkoşînê ye. Yên ku dibêjin qey dê bi zextên xwe me bêdeng bikin, bila li operasyon û encamên hilbijartinê yên berê binêrin. Em ê wê zîhniyeta ku şaredarî bi bloqên betonan veguherandine girîgehê hilweşînin. Havînê em hatin serdana Pirsûsê û me bi çavên xwe dît bê ka Pirsûs çawa tê cezakirin. Wê demê rê nehatibûn çêkirin û di nava tozê de bûn û niha jî her dever herî ye. Dê gelê me li ser sindoqê bersiva pêwîst bide.”

Hatîmogûllari, anî ziman ku ew dê hem Pirsûsê hem jî Şaredariya Bajarê Mezin bi dest bixin û wiha bi dawî kir: “Divê çi kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn, ji MHP’ê re diçe. Divê em vê rastiyê bi her kesî re parve bikin. Cihên ku nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin jî hewl didin bi hilbijêrên sexte bi dest bixin. Hilbijêr li gelek deveran hatine veguhestin lê belê em ê vê hewldanê vala derxînin. Em ê pirsûsiyên li derve bi hev re bînin. Bila her kes li rêbera telefona xwe binêre û ji bo hatine vê derê arastayî avahiyên DEM Partiyê bike. Em ê bi hev re bixebitin û hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî ya Pirsûsê bi dest bixin.”

Hevdîtin bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî çûn serdana esnafan.