spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê  Îzmirê dê Newrozê li Kadîfekale û Gundogdu pîroz bike

Komîteya Amedekar a Newroza Îzmîrê diyar kir ku dê Newrozê di 15’ê Adarê de li Kadîfekaleyê û di 17’ê Adarê de jî li Qada Gundogdûyê bi girseyî pîroz bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî pîrozbahiyên dê li Îzmîrê bên lidarxistin, li Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî da. Hevserokên Bajêr Vezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş hemû şêniyên bajêr vexwendin pîrozbahiyan.

Hevseroka DEM partiyê ya Bajêr Vezan Karabûlût, da zanîn ku dê agirê Newrozê yê ewil di 15’ê Adarê de li Kadîfekaleyê vêxin. Vezan, ragihand ku dê di 17’ê Adarê de jî li Qada Gundogduyê pîrozbahiyan li dar bixin û wiha got: “Em hemû gelên xwe hemû Kawayên Hemdem ên li ber xwe didin vedixwînin wir. 15’ê Adarê saet di 11.00’an de li Kadîfekaleyê û di 17’ê Adarê de jî li Qada Gundogdûyê ne.”

Hevserokê din ê Bajêr Mehmet Kûrûş jî anî ziman ku Newroz cejna hemû gelên bindest e û wiha got: “Em hemû gelên xwe yên bindest vedixwînin Cejna Newrozê. Newroz ji Kawayê Hesinkar heta niha bû cejna berxwedan, têkoşîn û serkeftinê. Newroz, ked û têkoşîna kedkarên keda wan tê xwarin e.”