spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi milyonan dê ji bo Azadiya Ocalan li qadan bin

Hevserokê KCDK-Ewropa Engîn Sever, anî ziman ku kurd û dostên kurdan dê bi şîyara “Bi milyonan ji bo Rêber Apo derkevin qadan” li gelek navendên Ewropayê Newrozê pîroz bikin û di navbera 15-19’ê Nîsanê de jî li pêş KE’yê çalakiya rûniştinê li dar bixin.”

Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de, li zêdeyî 100 navendan daxuyanî dan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destepêkirin. Qonaxa yekemîn a pêngavê bi meş û mîtînga mezin a li Kolnê berdewam kir û di 1’ê Adarê de qonaxa duyemîn a pêngavê dest pê kir. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de jî pişti çalakiyên 8’ê Adarê dê bi milyonan kurd û dostên kurdan li gelek navendan Newrozê pîroz bikin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Dê di 4’ê Nîsanê de ji bo Azadiya Rêber Ocalan gelek çayakiyên cuda li dar bixin. Her wiha dîsa dê di navbera 15-19’ê Nîsanê de jî li pêş Konseya Ewropayê çalakiya 5 rojan li dar bixin. Hevserokê KCDK-Ewropa Engîn Sever, li ser encama destpêka pêngavê û der barê qonaxa duyemîn a hamleyê de nirxandinên girîng kir.

Di navenda hemû çalakiyên rêxistinên kurdan de azadiya Ocalan heye

Hevserokê KCDK-Ewropa Engîn Sever, der barê xebatên hamleyê de agahî dan û wiha got: “25 sal berê li dijî Rêberê Gelê  Kurd komployek navdewletî pêk hat. Piştî dîl hat girtin tecrîdek giran jî li ser wî tê meşandin. Zêdeyî 3 sal in jî bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Parêzer û malbat bi tu awayî nikarin biçin hevdîtinê û hemû serlêdanên malbatan û parêzeran bê bersîv tên hiştin. Li ser vî esasî em ji wekî KCDK-Ewropa jî, me di kongreya xwe de gelek biryar girtibûn. Ji bo tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê û em têkoşîna xwe bilind bikin me plansaziyên girseyî derxistin. Di navenda  hemû çalakiyên rêxistinên me de azadiya fizîkî ya Rêber Apo û şikandina tecrîdê cih digiri. Li ser van planan dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’an de Li 185 bajaran daxuyanî dan û hamleya nû dan destpêkirin. Dostên kurdan bi daxuyaniyan hamleya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Bi vê dirûşmeyê hamle hat destpêkirin.

Hevserokê KCDK-Ewropayê Engîn Sever, anî ziman ku wekî komîteya hamleyê jî li ser vî esasî dest bi kar û xebatên xwe kir û wiha axivî: “Di destpêke de me li sedan welatan di serî de welatên Ewropa û gelek welatên cîhanê daxuyanî da. Ji Amerîka Latîn heta Avûsturalya, Afrîqa Başûr û heta Ewropa li gelek paytexdan daxuyanî hatin dayîn. Piştî vê yekê pêve girêdayî gelê kurd bi sazî û rêxistinên xwe yên li Ewropa jî tev li vê pêngavê bûn.”

Li sedan navendan pirtûkên Rêber apo hatin xwendin

Engîn Sever, da zanîn ku di destpêkê de li her cih û navendê çalakiyên girseyî pêk hatin, stand vekirin û wiha berdewam kir: “Bi belavokan agahdarî kirin. Li pêşiya konseya CPT 5 rojan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Ji bo ku CPT li dijî bêhiqûqî û îşkenceya heyî dengê xwe derxe, 5 rojan çalakiya rûniştinê li pêş deriyê wan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dîsa pêve giredayî bi girseyan û dostên me re gelek çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Li tevahî sazî û rêxistinên welatên Ewropayê pirtûkên Rêber Ocalan hatin xwendin. Li gelek zanîngehan û li nava gelên biyanî pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin. Li sedan  navendan pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin.”

100 hezar qertpostal ji Îmraliyê re hatin şandin

Sever, bal kişand ser plansaziya pêngavê û şandina kartan û wiha lê zêde kir: “Kurdan û dostên kurdan 100 hezar qertpostal şandin. Ev kampanya qertpostalan serkeftî derbas bû. Herî dawî piştî meşa dirêj a 25 rojan di 17’ê Sibatê de li asta Ewropayê li Kolnê ya Almanyayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan mîtînga mezin a Ewropayê pêk hat.  Me her sal di 15’ê Sibatê Roja Reş de li  Srasbûrgê ev çalakî pêk dianî. Me her sal li pêşiya Konseya Ewropayê ev çalakî pêk dîanî. Navenda cihê ku komplo pêk anîne û tecride pêş dixin Konseya Ewropa ye. 25 sal in ev kompo bê navber berdewam dike û dixwazin di demê pêş de jî ev komplo berdewam bike. Sazî û rêxistinên ku di navenda komployê de cih digirin cihê wan Strasbûrg e. CPT û Konseya Ewropayê li vir e. Saziyên Hiqûqî tev li Strasbûrgê bûn.”

Engîn Sever, da zanîn ku îsal bi dostên kurdan û pêkhateyên pêngavê re jî niqaş kir û wiha pêde çû: “Me got CPT li gorî biryarên siyasî yên dewletan tev digere. Bêdengiya CPT nîşan dide ku ew jî parçeyê komployê ye. Yek ji van dewletan ê herî zêde bandorê li CPT dike Almanya ye. Ji ber ku 30 sal berê Dewleta Almanyayê Tevgera Azadiyê wekî rêxistina terorê îlan kir û çalakiyên wê qedexe knir. Di 26’ê Mijdara sala 1993’an de rêxistina kurd qedexe kir. Siyasetmedarên kurd binçav kir. Ev terorîzm li tevahiya Ewropayê belav kir. Ji ber vê yekê me xwest di 17’ê Sibatê de li dijî vê helwesta Almanyayê mîtînga mezin li Kolnê li dar bixin.”

Sever bal kişand ser xebatên çalakiyê û wiha got: “Di serî de xebatek mezin a girseyî hat meşandin. Di asta Ewropayê de tevlêbûn pêk hat. Slogana çalakiya me “Bi milyonan li qadan bin, ji bo Azadiya Rêber Apo” bû. Welatiyên Fransa, Swîsre, Belçîka, Holanda û tevahiya Almanya tev li vê çalakiyê bûn. Bi sed hezaran kes li Kolnê civîyan û bersîvek pir xurt dan. Pir zelal gotin ‘Em bêyî Rêber Apo jiyanê naxwazin.” Gotin “Eger hûn dixwazin pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn çareser bibe, divê bi lezgîn hûn tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bikin.” Dostên kurdan û hemû sazî û rêxistinên li Ewropayê zelal peyamên xwe anîn ziman.”

Dewleta alman tecrîdê li ser kurdên almanyayê dimeşîne

Hevserokê KCDK-Ewropayê Sever daxuyand ku hemû hedef û armanca vê çalakiyê li dijî politikaya Almanyayê ya qirkirina kurdan bû û wiha axivî: “Bi taybet dewleta Almanya li dijî kurdan siyaseta qirkirina kurdan pêş dixe. Çawa ku Tirkiye li ser gelê kurd politikaya qirkirinê dimeşîne, Almanya jî li Ewropa pêşengiya vê politikaya qirkirinê dike. Almanya di vê pêşengiya qirkirinê de rolek mezin daye ser xwe. Ji ber ku bi salan e pergala tecrîdê ji bo xwe kiriye hedef. Çawa ku ev pergala tecrîdê li Bakurê Kurdistanê belav kirine, îro Almanya jî vê polîtîka tecrîdê li ser gelê kurd ê li Almanyayê pêş dixe. Dixwaze vê polîtikayê li tevahiya welatên Ewropayê belav bike. Van zextan her roj tîne ser masa dewletêy Yekîtiya Ewropayê û wekî kozekî li dijî van dewletan bikar tîne. Ji ber vê yekê gelê kurd bi seferberi tev li vê çalakiya li Kolnê bû. Gelê kurd û bi taybetî jinên kurd bi tevlêbûna xwe bersîvek xurt da vê politikaya Almanyayê. Jin û ciwanên kurd bersîvek xurt dan dewleta Alman. Ciwanên ku li Ewropa dijîn pêşengî kirin û bersîvên xurt dan dewleta Almanyayê. Çapemeniya Alman jî gotin ‘Piştî 10 salan bi deh hezara kurd tevî hemû zext û tundiyê hatin Kolnê û pir heşandin.” Çalakî û helwesta kurdan wekî manşet dan.”

Sever, bibîr xist ku hemû planên çalakiyan di çarçoveya pêngavê de bi dostên me re hatin niqaşkirin û got: “Wekî çalakiya 17’ê sibatê, wekî zîrveya yekemîn a pêngavê hat dîtin. Li ser vî esasî me wekî Komîteya Hamleyê di 1’ê adarê de bi daxuyaniya çapemeniyê qonaxa duyemîn da destpêkirin.  Destpêka gavê ji 1’ê adarê heta 8’ê Adarê di pêşengiya tevgerên jinên kurd de çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Çalakiya 8’ê Adarê jî li ser ruh û esasê “Tecrîdê bişkîne Rêbertiyê Azad bike û pirsgirêka kurd bi rêya siyasî çareser bike” pêş ket. Li hemû welatên Ewropayê bi girseyî çalakî pêk hatin.”

Bi milyonan ji bo Rêber Apo derkevin qadan

Sever bal kişand ser pîrozbahiya Newrozê û şiyara Newrozê û wiha got: “Dîsa  di çarçoveya pêngavê de dê Newroz bi girseyî bên pîrozkirin. Dê li hemû bajar û welatan Newroz li ser daxwaza azadiyê bi girseyî bê pîrozkirin. Şiyara Newrozên Îsal “Bi milyonan ji bo Rêber Apo derkevin qadan” e. Dê Newroz bi vê şîarê bên pîrozkirin. Piştî Newrozê dê di 4’ê Nîsanê roja Rêber Apo de çalakiyên cur be cûr bên li darxistin. Ji bo her qadê plansaziyên 4’ê Nîsanê hene. Dê karê dîplomasiyê di aliyê hiqûqî de jî bêne kirin.”

Dê 5 rojan li pêş KE’yê rûnên

Sever herî dawî bal kişand ser çalakiya li pêş Konseya Ewropayê û wiha bi dawî kir: “Kar û xebat dê heta 4’ê Nîsanê bê navber berdewam bikin. Piştî 4’ê Nîsanê em ê li pêşiya Konseya Ewropayê  li Strasbûrê ji 15’ê nîsanê heta  19’ê nîsanê çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Ji ber ku di wan rojan de civînên endamên Konseya Ewropayê hene. Em ê di wan 5 rojan bi tevlêbûna gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em ê di wê pêvajoyê de dan û stendin, parvekirina dosyayê û têkiliyên dîplomatîk pêş bixin. Aliyê hiqûqî, siyasî û civakî em e bi sazî û dezgehên welatên Ewropayê re jî parve bikin. Ev hevdîtinên me didomin. Dê di demên pêş de jî ev hevdîtin bidomin. Di nava vê hamleyê de hamleya xwe ji nûve birêxistinkirin û nûkirin daye destpêkirin. Nigê yekemîn çalakî, nigê duyemîn dîplomasî û huqûq, nigê sêyemîn jî xwe ji nûve li gorî paradîgmayê ava bike ye. Li ser esasê paradigmaya Rêber Apo ji nûve têxe meriyete kar û xebatên me didomin.”