27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya Nobeda Edaletê dike

Emîne Şenyaşar ku ji bo edalet pêk bê di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Çalakiya Nobeda Edaletê kiribû û di îlona 2023’an de li ser soza Wezîrê Dadê dawî li çalakiyê anîbû. Piştî wezîr soza xwe pêk neanî, Şenyaşar dîsa dest bi çalakiyê dike.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, piştî ku Wezareta Dadê soza xwe bi cih ne anî, dîsa dest bi çalakiya nobeta Edaletê dike.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar hatibûn qetikikrin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê demek piştre nobet veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Li ser sozên wezaretê jî malbatê navber dabû nobeta xwe. Lê piştî ku ev soz nehatin bicihanîn, malbatê biryar da ku dîsa dest bi nobetê bike.

Malbata Şenyaşar têkildarî mijarê li Meclisê daxuyanî da. Ferît Şenyaşar got ku dayika wî Emîne Şenyaşar di 26’ê tîrmeha 2023’yan de lêgerîna xwe ya edaletê veguhest pêşiya Wezareta Dadê û di roja 49’an de jî wezîrê dadê hevdîtina bi Emîne Şenyaşar re qebûl kiribû. Şenyaşar, da zanîn ku dayika wî ji wezîr xwestiye ku kurê wê yê nêzî 6 sal in girtî ye bi awayeke negirtî were darizandin, neheqiya li wan hatiye kirin vegotiye û wezîr û cîgirên wî jî gotine ku ew di ferqa neheqiyên hatine kirin de ne. Bi domdarî Şenyaşar, anî ziman ku piştî gotina wezaretê ya “hinek sebir bikin”, dayika wî biryara emeliyatbûnê da û navber da nobetê. Şenyaşar, got ku di nava pêvajoya 5 mehan de tu guhertinên erênî çênebûne û berevajî vê, mafê hevdîtina li ser telefonê yê heftane yê Fadil Şenyaşar derxistina du hefteyan carekê.

Şenyaşar, diyar kir ku ji ber van sedeman jî li gel dayika xwe biryar dane ku Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 50’emîn de bidomînin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Îro em ê fitareya xwe li gel dayika xwe li pêşiya Wezareta Dadê vekin. Edaleta dayik lê digere ji bo her kesî ye. Dê ev edalet rojekê ji bo her kesî hewce bike. Di vê pêvajoyê de em xwedî li têkoşîna mafdar a dayikê derkevin û dawî li vê bêdaletiyê bînin.”