12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e

HDP’ê der barê girtiyên bi navê Kadrî Ekîcî ku li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da. HDP’ê got: “Berpirsrê sereke yê mirinên bi guman ên li girtîgehan desthilat e.”

Cîgiriyê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê yê Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren, têkildarî mirina bi guman a Kadrî Ekîcî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hiqûqa dijminane ya li ser girtiyên siyasî tê pêkanîn înfaza girtiyan tê şewitandin, mafên wan ên dermankirinê tên binpêkirin û bi îşkence û tahdeyê re rû bi rû dimînin û ji ber vê her roj xebara mirinê ji girtîgehan tê.

Her wiha hate bilêvkirin ku polîtîkayên îşkence û tecrîdê yên darbeya 12’ê Îlonê bi komkujiya sala 2000’an a di bin navê “vegera jiyanê” de hatine rewakirin û hat gotin ku êdî polîtîkayên tecrîdê hatine wê astê ku mafê jiyanê yê girtiyan binpê dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de  hat diyarkirin ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di navbera 1997-2014’an de li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 544 girtiyan xwe kuştiye û wiha hat gotin: “Li gorî daneyên CÎSSTê ji sala 2014’an ve hejmara kesên xwe kuştine 97 e. Li gor daneyên ÎHD’ê jî di sala 2021’ê de 13 girtiyan xwe kuştiye û 5 girtî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye aşkerekirin. Her wiha hatiye îdiakirin ku di sala 2022’yan de jî 6 girtiyan xwe kuştiye û 12 girtî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Ev mirin û tecrîd, bêhiqûqîtî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan girêdayî hev in. Kadîr Aktar di dema bûyerê de 17 salî bû û piştî ji Girtîgeha Maltepeyê derketibû bi 2 rojan cardin hatibû binçavkirin û girtin. Piştî cardin hatibû girtin jiyana xwe ji dest dabû. Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan çendî daxwazname dabû ku gardiyanan dest dirêjî wê kiriye jî lêpirsîn nehatibû kirin û bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anîbû. Vedat Erkmen li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F a Hejmara 2’yan, Yilmaz Ekîncî li Girtîgeha Aydinê ya Tîpa E û Sezer Alan û Sînan Kaya li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S’yê jiyana xwe ji dest dabûn.

Bê guman berpirsê sereke yê van mirinên bi guman ên li girtîgehan desthilat e. Lewma ji bo bidawbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan em careke din desthilatê hişyar dikin û em dibêjin berpirsê hemû mirinên muhtemel ew e. Em HDP,  ji bo eşkerekirina sedema mirina Kadrî Ekîcî em ê pêvajoyê bişopînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê