12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwarina xweş

Mirovek hebû her roj li ser xwarinê bi hevjîna xwe re şer dikir. Hevjîna wî çi çêdikir, mêrik dikir pitepit û digot ev çi ye te çêkiriye, xwarina te qet nayê xwarin. Rojekê tiştek hat hişê hevjîna wî û xwest ku hevjînê xwe bixapîne.

Wê wekî her roj xwarina xwe amade kir, beriya hevjînê wê were xwe xiste nava livînan û got ez gelekî nexweş im. Dema hevjînê wê hat malê jê re got ez nexweşim û waye cîrana me îro xwarina me çêkiriye, ji xwe amade bike û bixwe. Mêrik dest bi xwarinê kir û pê re pesnê cîrana xwe da û got: “Ha xwarin wiha çêdibe, ne wekî ya te bêtam û bêçêj.” Wê çend rojan li ser hev wiha kir û mêrik jî gelekî ji xwarinê razî bû.

Rojekê wê ji hevjînê xwe re got: “Madem tu xwarina cîrana me diecibînî bila her roj ji me re xwarinê çêbike û em hinek pere bidin wê.” Mêrik got: “Erê em wiha bikin.” Piştî demekê hevjîna wî got ew dibêje ev pere hindike û daxwaza zêdekirina pereyê xwe dike. Mêrik got: “Xem nake û perê zêde da.” Wiha jina jîr hem xwarina xwe bi hevjînê xwe da qebûlkirin, hem ji pitepita wî xelas bû û hem jî ji xwe re pere dan hev.