30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Te got petêx tal e ne wisa?

Gundiyek diçe bajêr, dinihêre ku waye xortekî petêxan difiroşe, yê gundî xwe bi xwe dibêje ez ê vî xortî bixapînim û pîlanê xwe dixe meriyetê.

Gundî: Xwarzê petêxê te şîrîn in ne wisa?

Petêxfiroş: Belê xalo şîrîn in!

Gundî: Binihêre xwarzê ku ne şîrîn bin ez pere nadim te ha!

Petêxfiroş: Soz ku petêxê min ne şîrîn bin ez pere ji te nagirim!

Gundî: Ê de baş e kanê petêxekî şîlke û werîne!

Petêxfiroş petêxekî şîl dike û dibe dide yê gundî, zilam petêxê dixwe, dibêje xwarzê te go petêxê min şîrîn in lê waye vê ya tal bû, kanê yeka dinê bîne!

Petêxfiroş yeka dinê jî şîl dike û dibe dide zilam, zilam wî jî dixwe û dibêje xwarzê welahî ev jî tal e kanê yeke dinê bîne!

Petêxfiroş petêxekî din jî şîl dike û şîlekî jî ew dixwe û dîsa petêxê dibe dide yê gundî. Gundî wê petêxê jî dixwe û cardin dibêje xwarzê bi gora bavê min ev jî tal bû!

Petêxfiroş: Kêrekî tûj di destan de û kêrekî jî ji berîka xwe derdixe, devê kêran di hev dide û ber bi zilam ve diçe.

Petêxfiroş: Xalo te go petêx tal bûn ne wisa?

Xalo: Na xwarzê na, bi gora bavê min ji hingiv jî şîrîntir bûn!

Berhevkar: Bavê Hotê Hondov

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê