12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zelenskî: Derdora 20 milyon ton genimê me heye

Piştî imzekirina peymana hinartina genimê Ukraynayê di wê der barê de serokê Ukraynayê Volodomîr Zelenskî daxuyaniyek da û tê de wiha got: “Bi buhayê derdora 10 milyar dolar genimê me yê ji bo firotinê amade heye, her wiha em dikarin genimê xwe yê mewsimê îsal jî bifiroşin, ew jî delîleke din e ku Ukraynayê dikare di şer de liber xwe bide.”

Zelenskî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ” Em ê derdora 20 milyon ton genimê xwe yê ji mewsimê par maye bifiroşin.”

Hêjayî gotinê ye ku doh li Stenbolê peymana hinartina genimê Ukraynayê di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê de hate imzekirin. Li gorî peymanê dê Ukraynayê bikaribe genimê xwe yê ku bi sedema şer hatibû rawestandin bi rêya Behra Reş ji 3 bendegehan derxîne û bifiroşe bazara navdewletî.

Li ser daxwaza Ukraynayê li ser du belgeyên cuda imze hatin kirin ji bo ku ew û Rûsyayê li ser heman belgeyan imze nekin. Ev peyman heta 120 rojan ango heta 4 mehan derbasbare.

Çav li rê ye ku di nava çend heftiyên pêşiya me de bendên vê peymanê di pratîkê de werin pêkanîn.

Ji aliyekî din ve DYA’yê bang li Rûsyayê kir ku astengiyan li pêşiya pêkanîna vê peymanê dernexîne.  Berdevkê Qesra Spî John Kerby der barê mijarê de wiha axifî û got: “Em li hêviyê ne ku peymana di navbera Rûsya û Ukraynayê de demlidest bikeve pratîkê da ku pêşiya birçîbûnê û bêewlehiya xurekan were girtin.”